Koma Sketch bi xebatên xwe yên şanoyê hişyarkirina civakê armanc dike

“Sketch” komeke şanoyê ya înteraktîf e ku li çareseriyan digere da ku pêşandanên wê bibin beşek ji guhertinê. Jinên şanoger dibêjin ku bi awayekî komedî yan jî dramî, beşdarî pêşketina şanoyê dibin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Sketch komeke şanoyê ya înteraktîf e ku ji nêzî 25 jin û mêrên şanoger ên Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê, ku ji aliyê ciwanekî pispor ê şanoyê li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye damezrandin. Kom pêşandanên şanoyê pêşkêşî komên civakê yên li gund, navçe û bajaran dike, dozên civakî yên girîng bi pêşkêşkirina şanoyê bi awayekî cuda radixe ber çavan da ku bibe beşek ji çareserî û guhertinê. Di heman wextê de dixwaze ku çanda şanoyê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî taybet belav bike. Bi taybetî ew di projeyên xwe yên dawî de balê dikşînin ser mijarên girêdayî dozên jinan, parastina ekolojî û jîngehê û mafên pê ve girêdayî.

Tevî şiyanên kêm ên komê, di demek kurt de dikaribû bi riya platformên tora civakî, bala mirovan bikşîne da ku kûrtir li tiştên di civakê de diqewimin bi rengekî ku bandorê li wan dike, bikşîne. Paşê jî bi gera di nav gund û bajaran de ji bo kişandina hejmareke mezin a temaşevanan.

Armancên Sketch û mijarên ku digre dest

Tolîn Gênco ya ji bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê, ji destpêka avakirina komê Sketch cihê xwe tê de digre, li ser avabûn û armancên komê dibêje: “Sketch di sala 2023’an de hat avakirin. Yek ji armancên koma me ew bû ku em xwe bigihîjînin hejmareke mezin ji ferdên civakê, hişmendiya wê bi riya şanoyê bi pêş bixin da ku sûdê bigrin. Bi giştî em li ser her pirsgirêk û doza civakî dixebitin û balê dikşînin ser, ji bo ku em riyên çareseriyê bibînin.”

Ronîkirina dozên jinan

Tolîn Gênco da zanîn ku koma wan di projeyên xwe yên borî de bal kişandiye ser pirsgirêk û dozên jinan û wiha bi dawî kir: “Heta roja me ya îro li hinek deveran gelek jin di qalibên teng de dijîn loma em dixwazin hişyarî di vî warî de hebe. Di heman demê de gelek jin hene ku mafên wan nagihêjin wan an jî daxwaza mafên xwe nakin. Yek ji projeyên me li ser mijara ‘Mafên jinan di mîrasê de’ bû, me girîngî da vê dozê da ku jin têbigihîjin bikaribin doza mafên xwe bikin.”

‘Şano peyam e û dikare guhertinan çêbike’

Şanoger Hêlîn Hacî jî dema ku koma Sketch li gundan geriya û şanoyê bi mirovan da nasîn, bi taybetî dema ku pirsgirêkên jinan anîn ziman bi bandor dibe û destnîşan dike ku ji ber vê yekê berî demekê tevlî koma Sketch bûye û wiha pê de diçe: “Em dixwazin peyamekê bidin civakê. Ji ber ku şano wî hestî dide te ku tu dikarî beşdar bibî û pir tiştan pêşkêş bikî. Çima şano dikare guhertinan çêbike? Ji ber ku cîhan tevahî bûye medyayî, dibe ku gelek mirov dûr bûne ji gihîştina pir hestan ango êdî aciz dibin lê dema ku tu pirsgirêk an jî dozekê bi riya lîstikeke şanoyê rû bi rû pêşkêş bikî, dibe ku pir tişt biguherin û bandorê li temaşevan bikin, ji ber ku der barê dozekê de tu bi rengekî cuda mirovan hişyar dikî.”

‘Doza mafên jîngehê û çavkaniyên avê’

Krîza avê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandoreke neyînî li gelek beşan kir. Beşek ji van bandoran metirsiyek li ser nasnameya çandî ya gelê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ye ku yek ji pêkhateyên sereke yên vê erdnîgariyê av e. Mafên jîngehê û çavkaniyên avê jî di projeyên koma Sketch de cih girt ku tê de ronî da ser polîtîkayên navneteweyî û herêmî yên ku ji bo bêparhiştina gelên herêmê têne şopandin. Hêlîn Hacî di dawiya axaftina xwe de dibêje: “Girîngiya projeya me ya dema îro a bi navê ‘Mafê çavkaniyên avê’ ne kêmtir e ji dozên jinan û em balê dikişînin li ser vê yekê jî. Her ku diçe, jîngeh diguhere û av jî tê qutkirin, ev yek aloziyê ava dike.”

‘Hînkirina şanoya akademîk li dibistan û enstîtuyan’

Her wiha şanoger Sozvîn Beşar beşdarî atolyeyek perwerdeyê bû ku ji hêla komê ve hatibû çêkirin û piştre bû endama komê da ku bi wan re beşdarî projeyên pêşerojê bibe. Sozvîn Beşar diyar kir ku ciwan dikarin bi xebatên komînal gelek tiştan bi dest bixin û got: “Endamên vê komê hemû ciwan in, em bawer dikin ku xebatên komînal dikarin serkeftinan çêbikin û çavên civakê vekin. Daxwaza me jî ew e ku kom bigihîje astên herî jor û derfet di pêşerojê de hebin ku di dibistan û peymangehan de şano bi awayekî akademîk were dayîn, ji bo ku zarok û şagirt bikaribin xwe bi pêş bixin.”