Koma Muzîkê ya Îlmek bi awazên xwe cîhanê xweşik dike

Koma Muzîkê ya Îlmek ku bi kombûna jinên ji gelek pîşe û statuyên cuda yên weke mamosteyên ku nehatiye tayînkirin, kedkarên qadê û kedkarên kamûye pêk tê, bi muzîka xwe armanc dike xwe bigihîjîne jinên ji rengên cuda. Piştevaniya Jinê ya Îmek ku li Enqereyê bi kombûna nêzî 10 jinan, bi destpêkirina pandemiyê re hat avakirin, di hemû qadên hunerê de balê dikşîne ser jinên ku ji dîrokê hatine dûrxistin. Jinên endamên Piştevaniya Jinê ya Îlmekê diyar kirin ku bihevrebûn û destdekdayîna hev gelekî bi qîmet e.

EKÎM YAGMUR
Enqere- Ew peyvên menqûl ku kêm deng di nêrînên tavilê de didin hev, di wate û demên xwe de… Her çiqas hema hemû qet nehatibin gotin jî me fêm kir ku wateya wan peyvan çi ye.
Em bûn şahidên rijandina peyvên nehatine gotin, bi hevokên negotî re. Me hîs kir ku em di wan hevokên bêdeng û nixumandî de ne bi tenê ne. Me li hev mêze kir, bi nermî serê xwe hejand, razî bûn û me soza hevpariya jiyanê da. Jinên ku endamên Piştevaniya Jinê ya Îlmek in, li dora xelekê kom dibin, fikar, tirs û daxwazên xwe ji hev re dibêjin.
Piştevahiya Jinê ya Îlmek ku bi destpêkirina pêvajoya pandemiyê re bi hejmarek nêzî 10 jinan re li Enqereyê hat avakirin, di qada huner û wêjeyê de xebatê dimeşîne.
Zarîfe Çamalan a ku di Koma Piştevaniyê de cih digre, diyar kir ku di dema qedexeyê de wan bi riya telefonê tora ragihandinê ava kirine, pêvajoya avakirina tora Piştevahiya Jinê ya Îlmek bi van gotinan vegot. 
“Berê pêwendiya me bi hin jinên endamên Piştevahiya Jinê ya Îlmek re hebû. Di qonaxên destpêkê yên pandemiyê de, em jî wekî her kesê ketin panîkê. Em gelekî bi fikar bûn ku em ê di pêvajoya qedexeyan de çawa xwe bigihîjînin heval û dostên xwe. Di pêvajoya qedexeyan de, me hewl da ku komek whatsapê ava bikin û pêwendiya xwe bi wê re saz bikin. Me navê koma ku me damezrand kir 'Koma Enqereya Piştevanî Dide Jiyîn.’ Me hewl da bi riya vê komê dûrbûna civakî ya ku em pê re rû bi rû mane derbas bikin û derbasê jiyanê bikin. Armanca me ya sereke ew bû ku em di vê pêvajoyê de dest bidin jiyana hev.” 
"Armanca me ew e ku em dest bidin jiyana hev" 
Zarîfe Çamalan diyar kir ku tora Piştevaniya Jinê ya Îlmek tevî xebatên çandî û hunerî, piştgiriya madî û manewî daye 10 malbatan û wiha axivî:
“Me biryar da ku ji bo pêwîst e tiştên em jiyane derbasê jiyanê bikin fanzînek çêbikin, Di nîqaşên 'Navê fanzînê çi be' de min her tim digot 'Em ê têkoşînê bi girêk girêk bihonin.’ Wê demê dihat gotin ku divê navê fanzînê 'Girêk' be. Çîroka Piştevaniya Jinê ya Îlmek bi vî rengî dest pê kir. Pêwîst bû tiştek bihata kirin ku hevalan xwe aramtir û baştir hîs bikira. Ji ber ku li aliyekî dixebitîn û li aliyê din jî li mala xwe bûn. Wê demê di jiyanê de pirsgirêkên din jî dihatin jiyîn. Belkî me dikaribû bi çêkirina muzîkê wan pirsgirêkan çareser bikira. Me Koma Muzîkê ya Îlmek, ji ber ku em difikirîn ku em dikarin dest bidin hev, werin gel hev, bi avakirina tiştan re bi hev re hevgirtinê ava bikin, ava kir. Koma Muzîkê ya Îlmek û Piştevaniya Jinê ya Îlmek wiha derket holê. Kom xwedî dîrokek sal û nîv e. Em dikarin bibêjin ku di pêvajoya pandemiyê de derketiye holê.” 
Zarîfe Çamalan da zanîn ku ew hewl didin di Fanzîna Îlmek de di jiyana civakî de behsa her tiştê der barê jinan bikin û wiha got: “Em bi taybetî pirsgirêkên jinan ên li kar, li malê, li kolanan û di civakê de tînin ziman. Nêzî du salan e em fanzînê derdixin. Em du mehan carekê fanzînê derdixin. Bi rastî jî jinên ji dengê jinan dikarin di vê fanzînê de cih ji xwe re bibînin. Fanzîn jî bi qasî Koroya Jinan a Îlmekê girîng e.”
"Em xwe bi piştevaniyê xurtir hîs dikin" 
Xebatkara şaredariyê Necla Vuranol jî çîroka hevdîtina xwe ya bi Piştevaniya Jinan a Îmekê re wiha vedibêje: “Her tim eleqeya min bi muzîkê re hebû. Dema hevalek pirs dikir; “Em koroyekê ava dikin, tuye weri?” Min digot: “Ez ê bi kêfxweşî werim.” Çi li malê çi li kolanê be, ez nikarim bê muzîk bijîm. Ez ji stranbejiye hez dikim. Ez kêfxweş im ku li vir im, ez bi gelek mirovên xweşik re hev hatim. Li vî welatî jinbûn pir zehmet e; em her tim li kolanan, li malê, li kargehên xwe û di wesayîdan de cuda tên dîtin û perçiqandin. Em vê bi hevgirtinê çareser dikin, em bi hevgirtinê xwe xurtir hîs dikin. Her jin xwedî hêz e. Girîng e ku mirov vê yekê fêm bike. Min ji çend sal berê ve di nav xwe de kifş kir. Bi piştevaniyê, jin her tim bi hêz dibin, tenê em bizanibin ku em bi hêz in. Werin em bi girêk girêk, girê bidin, dest bidin hev, em têkiliya xwe bi hev re qut nekin.” 
"Ev tora civakî ji min re pir baş e"
Seher Erdogana ku di koma piştevaniyê de cih digre jî diyar kir ku keça wê dixwest hînî lêdana sazê bibe, hewl dida xwe bigihîjîne kesekî ku keça wê fêrî lêdana sazê bike û di vê navberê de têkiliya wê bi koma muzîkê re dest pê kiriye.
Seher Erdogan, anî ziman ku ew di avahiyek de wekî kedkara qatê dixebite û zehmetiyên xwe wiha anî ziman: “Tu li wir diperçiqî. Ji aliyê çînî ve, mirovên li wir di rewşek cuda de ne. Te kêmtir dibînin. Ev tor ji min re pir baş tê. Dema ku ez stranan dibêjim û mirov dengê min diecibînin, kêfa min tê û bi rûmet dibim.”
Xebatkara kamûye ya teqawîd Hatîce Yildiz jî diyar kir ku ew dersa sazê digre û gelekî ji muzîkê hez dike û wiha got: “Dinya bi saya jinan dizivire, ger jin nebin ev dinya nedizivire. Divê mêr xwedî kîjan mafî bin, jin jî xwedî heman mafî bin."