Koma jinên ciwan filma Sureya nîşan dan

Koma jinên ciwanê ên Şarezorê dê şevên remezanê filîmên mijara wan girêdayî têkoşîna jinan li Seyîdsadiq nîşan bidin. Xeleka despêkê dê filîmê Sureya yê tundiya ser jinan li Îranê ravedike nîşan dan.

 
Silêmanî - Koma jinên ciwan ya ji xwendevanên Şarezor pêktê bernameyek dane pêşiya xwe dê di şevên remezanê de filîmên mijara wan ser têkoşîna jinan nîşan bidin. Bi alikariya rêxistina Rênus, filmê yekem yê bi navê Sureya ku filmek yê sinemaya Îranê ye nîşan dan. Bi amadebûna jinên herêma Seyîdsadiq filîm hat temaşekirin û ji aliyê jinan ve rastî eleqeyekê hat. Mijara filmê Sureya li ser tundiya li beramberî jinên Îranê tê kirin bû. Naveroka filim li ser çîroka jinek Îranî ya bi navê Sureya ji ber bêbextiyê ji aliyê civaka Îranê ve bi keviran tê qetilkirin e.
Filim ji çîroka rast hatiye berhev kirin
Çîroka vî filmî ji rastiyê hatiye girtin. Ev buyer li gundek yê welatê Îranê ku dibin desthiladariya rejima Îranê deye pêk hatiye. Ji bo hemû cîhan bi tundiya welatê Îranê li jinê dike û jin ru bi ruyî kijan metirsiyanin agahdar bibe, dema ku rojnamevanek Fransî tê gundê wan jêre çîroka Sureya dibêje. Pîştre jî ev rojnamevan çîroka Sureya bi awayek wisan nîşan dide ku bala hamû cihanê dikêşe û ev film gelek tê temaşe kirin.
Koma jinên ciwan a herêma Şarezor ji jinên ciwan yên navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê pêktên bi awayek xwebexş di aliyê huner, werzîş, tendirustî û rewşenbîrî de xizmetê ji jinên Seyîdsadiq re dikin. Nîşandana filmê Sureya yekem çalakiya vê komê bû ku encam dayî û wê çalakiyên bi vî awayî di meha remezanê de li vê deverê dom bikin.