Kirmanşan yek ji bajarê herî bedew ê Kurdistanê ye

Bajarê Kirmanşanê, bajarê herî mezin ê Rojhilatê Kurdistanê ye. Nêzî 400 cihên balkêş li vî bajarî hene û xwedî gelek taybetmendiyan e.

AGRÎN ŞERÎFE

Kirmanşan- Kirmanşan bajarekî gelek mezin ê Kurdistanê yê Îranê ye gelek kes tê de dijîn, ji derveyî cihên girîng, ev bajar li Rojhilatê Kurdistanê û bajarê herî mezin ê Kurdistanê ye, rûbera wê 93,389,956 metre ye û çargoşe ye, ev bajarê bi cihên xwe yên balkêş û xweş ên cur be cur bûye yek ji bajarên herî balkêş ê Rojhilatê Kurdistanê.

“Li Kirmanşanê gelek herêmên balkêş hene”

Herêma Taq Westan dikeve Bakurê Rojhilatê bajarê Kirmanşanê û ji ber vê yekê gelek dîrok û huner tê de heye. Du kevanên mezin û biçûk, hinek nivîs li ser hene. Li ser kevana mezin a Taq Wesan motîfên cur bi cur rewa kiriye, musîqjen lê tê dîtin û di kevana biçûk a Taq Wesan de du nivîsên bi pênûsa pehlewî hatine nivîsandin mane.

Di nava cihên ku dikarin li Kirmanşanê werin ziyaretkirin de, çiyayê Bêstûne ku 20 kîlometre dikeve Bakûrê Rojhilatê Kirmanşanê heye. Bazara Nerêtî, aligirê cihgirê Paşa Melîkî, dêra dilê pîroz, şikefta parûf, Serab Nîlûfer, Tavgeya Heşîlan, muzexaneya Kirmanşan, baxçeyê Gulan ku Kirmanşan duyemîn bajarê gulan e piştî bajarê Esfehan, bazara nanê birincê û gelek cihên din ên serdankirinê hene.

Xwedî bazarên dewlemend e

Bazara asayî ya Kirmanşanê weke bazara tarî tê nasîn, gelek qumaşên xweşik ên cil û bergên Kurdî yên jinan lê hene ‘Ewrî’ cureyeke serpoşê jinên Kurd e, şilik û gelek cureyên din ên çermê xwezayî, karên destan û gelek berhemên din di nava bazarê de hene.

Nanê birincê

Bazara nanê birinc gelek firoşgeh digre nava xwe, gelek caran di nava firoşgeha nan û nanê birinc û nanê xurmeyê de ku berhemên sereke yên Kirmanşanê ne tên amadekirin. Firoşgehên Kirmanşanê dan diyarkirin ku nanê birinc bi rûnê Kirmanşan û ajalan tê çêkirin û tamek xwe ya resen û xweş heye. Malzemeyên vî nanî ji hêl, hêk, arê birincê, zeyta ajalî ya Kirmanşanê, şekir û ava gulan pêk tê.

Ji ber cihên balkêş ên Kirmanşanê salane gelek geştiyar serdana Kirmanşanê dikin, çiyayên bilind ên Kirmanşanê di nava bajar de tê dîtin û mezinahî û xweşiktiyek taybet a vî bajarî heye.