Kilîpa "Jîna" tolhildan û tekoşîna jinan vedibêje

Endamên Tevgera Hîlala Zêrîn ên herêma Efrînê diyar kirin ku bi riya tabloyeke hunerî xwestin bûyerên qetilkirina jinan şermezar bikin û li hemberî wê soza tolhildana Jîna Emînî dan.

HESNA MIHEMED

Şehba – Di 16'ê Îlona 2022'an de ji aliyê polîsên hikumeta Îranê ve jina Kurd Jîna Emînî, bi hinceta ku porê wê xuya dike û baş hicab li xwe nekiriye hatibû binaçavkirin û ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da. Li Rojhilatê Kurdistanê serhildanan dest pê kir û li seranserê cîhanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî jinan piştevaniyên xwe ji jinên Rojhilatê Îranê re bi çalakiyên xwe ragihandin. Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ku piştevaniya ji jinên Rojhilatê Îranê re klîbek bi navê "Jîna" amade kir û tê de têkoşîn û berxwedanan jinan hatiye nîşandan. Endamên koma stranan a Şehîd Hêva ya Hîlala Zêrîn a klîbê li kantona Şehbayê amade kir, ji me re behsa armanca klîbê kirin.

‘Em hemu Jîna Emînî ne’

Hêva Mihemed a diyar kir ju ew bi rêya vê stranê xwestine qetilkirina Jîna Emînî şermezar bikin, da zanîn ku jin a pêşengiya civakê dike tim dibe hedefa êrişan û got ku li hemberî hedefgirtina jinan ew bi rêya çand û hûnerê têdikoşin. Hêva Mihemed wiha pêl da axaaftina xwe; “Weke hunermendên Hîlala Zêrîn êm ê her dem li ser piyan bin û xebatên xwe ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, bidin meşandin û xwedî li nasnameya xwe derkevin. Ji cîhanê re em ê dengê azadî û tolhildanê ragihînin. Em hemû Jîna Emînî ne û li dijî destdirêjiyê tu carî bêdeng namînin."

Şîlan Omer a ku cihê xwe di beşa muzîkê de digre jî wiha dibêje: "Em gelek serbilind in bi vê klîba ku me ava kiriye. Cihê serbilindiyê ye ku navê klîba me Jîna ye. Jîna Emînî ji aliyê hêzên dewletê ve hat binçavkirin û qetilkirin. Em jî hunermendên jin ên Hîlala Zêrîn in rola me ew e ku em ji cîhanê re nîşan bidin ku bi hezaran weke Jîna Emînî hene. Di klîbê de em behsa qetilkirina jinan, li hember wê hêrsa tolhildan û têkoşîna jinan jî dikin. Me xwest tabloyek hunerî derxin ku tê de rastiya jin di bin zilma dewletan de dijîn nîşan bide."