"Kilamên Canê û Ayşe Şanê mêvanê hemû malên Kurdan e"

Semîra Şukrî ya ji bajarê Kobanê ji zaroktiya xwe ve li stran û kilamên Kurdî yên dengbêjên weke Ayşe Şan û Hozan Canê gundarî dike, dibêje ku kilamên di dîrokê de dihatin gotin hemû li ser bûyer û rewşa Kurdistanê bûne. Semîra da zanîn ku dengbêjî jî efsaneyên dîrokî yên bi sedan salan hene ku weguherîne kevneşopiyan û bûne beşeke çandî ya kurdan.

SORGUL ŞÊXO
Hesekê – Di çanda Kurdan de dengbêjî kevneşopiyeke gelekî girîng e, ji ber di dîrokê de Kurd her tim neçar mane çanda xwe bi deng ango gotinan bidin jiyîn. Ev sedema xwe ji vê yekê digre ku ji ber Kurd her dem hatibûn bindestkirin û li ser axa xwe wekî biyaniyan dihatin hesibandinî ji lewre nivîs û pirtûkên Kurdî pir kêm bûn. Dengbêjî jî ji vê yekê tê ku kesên bûyer, xem jiyane yan jî bi zextan re rû bi rû mane, ev rastiyên heyî bi riya gotin û stranan dibêjin û digihîjînin guhdarvanan. Ji lewre hunermend û dengbêj bi riya hunera ku pêşkêş dikin derdorê ber bi xwe ve dikşînin û bandoreke pir mezin li ser hestên wan dike. Stranek dikare çarenûsê biguherîne. Ji ber wê ye dayikên Kurdan her dem li kilamên Ayşe Şanê guhdarî dikirin û pêre rojên xwe yên berê di bîra xwe de zindî dihiştin. 
Semîra Şukerî ji navçeya Til Temir a Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, yek ji wan dayikên ku ji kilamên Eyşe Şanê bandor bûye û di zaroktiyê de jî bi kelecaneke mezin li dora radyo û misecilan runiştine û li kasêtên hunermendên Kurd guhdarî kirine. Der barê rojên borî de û asta bandora hunermend û jinên dengbêj de dayika Semîra ji me re axivî û binhişiya xwe ya dewlemend bi me re parve kir. Pê re jî nerazîbûn nîşanî cezayê ji bo Hozan Canê hatibû dayîn da û bi lêv kir ku ew ê li hozana xwe xwedî derkevin.  
“Min dixwest bibim dengbêjek Kurdistanê”
Semîra bi kilamekê dest bi axaftina xwe kir û wiha domand: "Dengbêjî ji min re pir bi wate ye, xwestekên min ên ku ez bibim dengbêjeke Kurdistanî pir zêdebû. Di zaroktiya me de dema ku em diçûn çolê ango karekî cuda yan ku derê be, bêyî ku em bizanibin hema me didît ku em stran dibêjin. Helbet ev yek li ser nêrîna derdorê jî dimîne, dema ku kesek digot dengê te xweş e û te çima veşartiye, wê demê hîn bêtir em diketin pey fêrbûna stranan. Min pir dixwest derkevim pêşiya girseyeke mezin ji gel û kilamên ku fêr bûme bibêjim lê ji ber hişmendiya baviksalarî û mêrên serdest wê demê rê nedidan ku em gavek wiha bavêjin. Rast e, du caran ez derketim ser dikê û min stran gotin lê dîsa jî em bi zextên rejîma Sûriyeyê re rû bi rû man. Ji ber zextên rejîmê em nikaribûn bi rengekî azad hestên xwe bînin ziman û dengê  xwe bilind bikin heta bigihîşta asîman. Du sedem li hemberî min û gelek jinên hunermend û dengbêj dibûn asteng. Di meş û rêwîtiya me ya hunerî de, yek hişmendiya baviksalarî ku heya niha jî em êşa wê dikşînin û ya duyemîn jî zextên rejîma Sûriyeyê. Derfet pir kêm bûn lê em wê demê jî nedisekinîn. Di komên şanoyê de jî me cih digirt."
“Dengbêjî û hunermendî şoreş e”
Semîra da zanîn ku ew ji dengbêj Ayşe Şan bi bandor bûye û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Gelek jinên hunermend bûn qurbaniya hişmendiya zayendperestiya civakî û rastî tundiya dewletê hatin. Ayşe Şan yek ji wan jinên dengbêj bû ku rêwîtiya wê û têkoşîna wan a li hemberî malbat û êla xwe her wiha li xerîbiyê wefat kiribû vê yekê bandorek mezin çêkiribû. Dengbêjên Kurd pir in di serî de Ayşe Şan paşê Xelîl Xemgîn, Zozan û Canê û gelek ên ku nayên nasîn jî hene. Ji lewre dengbêjiya me jî ji wir tê. Bi derketina tevgera azadiyê re êdî derfet çêbûn ku heya hunermend jî bi rengekî azad û ruxmî hemû astengiyên heyî derkevin hest û kilamên xwe li pêşiya girseyên ji gel bînin ziman. PKK'ê Kurd ji xewa mirin û xefletê şiyar kirin û jinan di her qadê de cih girt. Mînak niha li serê çiyayên Kurdistanê jin hem şoreşger, gerîla û şervan, hem jî hunermend û dengbêj in. Hemû huneran di nav xwe de dihewînin, jin wekî gerdûnê ne. Hunermedên jin dibûn sedem ku Kurd vegerin kurdbûyîna xwe, ji xewê şiyar bibin û li dîroka xwe bizivirin. Kurd her dem ji ser axa xwe hatine koçkirin, komkujî li ser wan hatiye pêkanîn. Ji lewre hunermend û dengbêj bi riya gotin û kilamên xwe rastiyê nîşan didin  û gelê Kurd agahdar dikin ku di dîrokê de çi bûye. Kurdîtiya me bi hunerê jî tê nasîn."
“Kilamên dengbêjiyê kesên dûr jî ber bi xwe ve dikşîne”
Semîra da zanîn ku berê ew li dora radyoyê kom dibûn û bi eşqeke pir mezin û bi xwestekek mezin li dengbêjiyê û kilaman guhdarî dikirin û wiha pêl da gotinên xwe: "Berê me kaset dianîn malên xwe û bi dehan zarok, jin û mêr li dora radyo û miseceleyê rûdiniştin û li dengbêjiya hunermendên me guhdarî dikirin. Ew kêlî mirov çiqas biaxive jî nayê ziman, ji ber ku hestên me yên wê demê û eşqa me bi gotinan nayê hîskirin. Wê demê gelekan guhên xwe didan û guhdarî dikirin, bi xwesteka nasîna ku çi tê gotin çi gotinê bi kar tînin û hwd. Hinekan ji gotinên kilaman mînak ji xwe re digirtin. Me hewl dida ku zû karê xwe yê malê û çolê xilas bikin da ku vegerin û li dora miseceleyê rûnin û li stranan guhdarî bikin. Pir dayik û bav hebûn li ber kilamên ku dihatin gotin digiriyan, ji ber ku gotinên wê kilamê dilê me diguvaşt, gotinên bi êş bûn û ew hesreta salan bûn. Ên ku guhdarî nedikirin jî ji dûr ve dema ku muzîk û deng dibihîstin ber bi wê ve dihatin. Wê kilamê her kesê ber bi xwe ve dikişand û dibû sedem ku lê guhdar bike."
“Ayşe Şan mêvana hemû malên Kurdan e”
Semîra da payin ku tu derbasî kîjan malê bibî tu bipirsî Ayşe Şan kî ye ne mumkun e ku nas nekin û wiha pêde çû: "Ne tenê em dayik û bavê me jî li kilaman guhdar dikirin, bi rastî em ji wan fêr bûn û me ew eqş ji wan girtin. Niha tu derbasî kîjan malên Kurdan bibî û pirsa Eyşe Şanê bikî, wê nas dikin û ne mumkun e ku dayikeke Kurd hebe Eyşe Şan, Canê û Zozanê nas neke. Li mal û di wesayîdan de jî ev stran tên guhdarîkirin. Tu li kîjan civatî rûnêyî, wê kilamên dengbêiyê werin gotin, ji ber ku ev çandeke dayikên me yên Kurd e, êş û xemgîniya xwe bi riya kilaman derdixin holê. Dengbêjin wekî Eyşe Şan û Canê ji me re wekî sembol in, em bi wan serbilind dibin. Dengbêjiya wan tê wateya jibîrnekirina çanda gelê Kurd." 
“Cezayê ku dabûn Hozan Canê li dijî pîvanên hunerî ye”
Semîra der barê cezayê ku li Hozan Canê hatiye birîn nêrîna xwe anî ziman û ev yek got: "Dengê canê çawa be jî û tu li ku derê jî bî te dikşîne ber bi xwe ve û dihêle tu lê guhdarî bikî. Canê bi stranên ku digot hêz û moral dida gel û şervanên Kurd. Canê jineke Kurd û wêrek e, ji ber wê jî dewleta tirk ewqasî zextê lê dike. Em cezayê ku lê hatiye birîn jî bi tundî şermezar dikin, ji ber ku li dijî pîvanên hunerî ye. Dewleta tirk ne tenê bi şervanên Kurd re şer dike, bi hunermend û dengbêjin me re jî şer dike. Mafê wan tune ye ku hunermendên me bigrin û bixin zindanê. Bi rastî jî gotin û dengê hunermendên me bi bandor in. Dewleta tirk naxwaze Kurd şiyar bibin ji lewre hunermend jî ew erkên şiyarkirina gelê Kurd ji xefletê rakirine ser milên xwe, ew jî dibin hedefa dewletê."
Semîra bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Êrîş û polîtîkaya li dijî gelê Kurd ji aliyê dewleta tirk ve tê meşandin ne nû ye, kevn e. Bi salan e ku dewleta tirk li hemberî Kurd û Ermeniyan şer dike û bi milyonan jî kes kirin qurbaniya polîtîkayên xwe yên qirkirinê. Wê berxwedana li hundirê zindanan û li derve jî li dijî binpêkirinên dewleta tirk bidome û ev rêwîtî û meşa ber bi azadiyê ve raneweste. Divê ku îro nifşên nû derfetên ku bi şoreşê hatine avakirin, biparêzin."