Kevneşopiyek pîroz a Êzidiyan: Gera Tawis
“...Ya Rebî dinya hebû tarî Tê de tûnebûn mişk û marî Te zênda kir teze halî Çû nema gul jê barî...”
GULISTAN EZÎZ
Şengal – Gera Tawisê ku weke Sinceq jî tê naskirin, merasîmek pîroz a Êzidiyan e ku ev zêdetirî 400 sal in, ji hatina Şêxhadî ve tê kirin. Di vê rêûrisêmê de peykerekî Teyrê Tawis yê zêrîn heye, ku weke sembola ewlehî û aştiyê tê hesibandin, ji ber ku ew tenê diçe deverên bi ewle. Tawis yek ji sembolên herî pîroz ê Êzdatiyê ye. Dayê Xoxê di van rojên ku li Şengalê ev bi mehan in Gera Tawis tê kirin de, ji bo me vegot.
“Berê li her ciyekî ku Êzidî lê bûn Tawis diçû wê derê”
Li gor agahiyên Dayê Xoxê ji berê berê ve ev ger tê kirin. Dayê Xoxê ragihand ku Gera Tawis piştî Çarşema Serê Nîsanê destpê dike û berê xwe dide Şengalê û wiha domand: “Yekem qonax li maleke li gundê Zorava ye ku jê re dibêjin ‘qonaxa ewil’. Tawisê li ser bîra Şerfedîn, ciwan dikin û piştre di nav civaka Êzidî de bi def û şibêb digerînin. Di van geran de şîret li xelkê tê kirin, qewl tên gotin.”
Li gor baweriya Êzidiyan heft taybetmendiyên Teyrê Tawis hene; aqilmendî, nûbûn û nemirî, şanazî, dirustî, bedewî û serfirazî. Ji peykerê tawis ê biçûk re Senceq jî tê gotin. Hinek jî dibêjin tawisê Şêxhadî.
Tawis gerandin yek ji rêûresmên Êzidiyan a herî girîng, kevnar û bi wate ye. Gerandina Tawis weke erka Qewalan tê zanîn. Ev Senceq bi xwe şiklê Teyrê Tawis in. Ev Tawis salê du caran, li nav hemû deverên ku Êzidî lê jiyan dikin gund bi gund, qonax bi qonax ji aliyê qewalan ve tên gerandin. Berê her herêmek xwedî Tawisek bû, ev Tawis li Laleş dihatin komkirin û di wexta gerandina wan de dihatin şandin.
Armanc belavkirina aştî û çaresekirina pirsgirêkên civakî ye
Dayê Xoxê li ser girîngiya Tawis sekinî û wiha anî ziman: “Xaniyê ku Tawis çûyê weke qubekê ye. Cihekî me yê pîroz e, kêr nayê kes pêlê bike, li wir binive. Em bi xaniyê Tawis, bi ciyê Tawis sond dixwin. Nabe bi ciyê ku tu pê sond dixwî bibe ciyekî asayî. Ez dizanim ku xelkê me bi deriyê Tawis ziyaretî dibe. Ji ber dibêjin Tawis derbasî vir bûye. Ji bo wê jî divê ciyê wê diyar be. Bi hatina Tawis em gelekî kêfxweş in. Ger neyê, em aciz dibin û dibêjin, ‘Tawis nehatiye nav me. Dengê def û şibêba neketiye guhê me.’”
Armanca sereke ya Gera Tawisê ya salane, belavkirina aştiyê û çareserkirina pirsgirêkên civakî ye. Kesên olî yên ji Laleşê ku ji aliyê Civata Ruhanî ya Êzidiyan ve hatine erkdarkirin, vê ziyaretê pêk tînin.
Tenê li Bakurê Kurdistanê 366 Qonaxên Tawisê hebûne
Dema ku Şêxadî gihîşt Laleşê, wî Gera Tawisê da destpêkirin da ku şîretên xwe belav bike û Êzidiyan li ser baweriya wan perwerde bike. Di dîrokê de, ziyareta Tawisê ber bi herêma Xaltan (Bakurê Kurdistanê) ve berfireh bûye. Her herêmek ku Êzidî lê hebûn xwedî Tawisekî xwe yê taybet bûye û tenê li Bakurê Kurdistanê 366 Qonaxên Tawisê hebûne. Lê, ji ber fermanên Osmanî û qirkirinan, Êzidî ji Bakurê Kurdistanê koçber bûne û Tawisê Bakur jî di encama van êrişan de hate talankirin û niha winda ye.
Xwarina Taybet a Gera Tawis: Xwan
Di Gera Tawis de her kes xwarinê çêdike, weke xêr dibe wê mala ku Tawis hewandiye. Ji xwarina ku tê birin re Xwan tê gotin. Piraniya malbatan sewalek serjê dikin ku jê re “Xwanê Tawisê” (Xwarina Tawisê) tê gotin. Serê sewalê ku hatiye serjêkirin divê were kelandin û li ser xwarinê were danîn. Lê, dema ku xwarin dighîje ber destê Qewalan, serê sewalê ji ser xwarinê tê rakirin û di nanekî de ji malbatê re tê şandin, ku jê re “Pariyê Melek Salim” tê gotin. Her kes li wê derê kom dibe, xwarinê dixwe û ziyaretî dibe, berata pîroz werdigre.
Tawis wekîla Bahtinê ye
Dayê Xoxê got ku “Bi xêra navê Xwedê her kesê ku xwarin amade kiriye dibin ber deriyê qonaxê. Hema bêje hemû mal xwarinê çêdikin. Ew xwarina heyî ji zarokekê heta jin û kalekî kî jê xwar xêra Şêxhadî û xwedanê Tawisê ye” û wiha pê de çû: “Dema ew tê weke Şêxhadî li me bûye mêvan. Tawis wekîla Bahtinê ye. Berata me didin û em pê ziyaretî dibin. Nabe di nav malekê de jin ji destê hevjînê xwe, zilam jî ji destê hevjîna xwe ziyaretî bibe. Ji ber ku di dema axretê de ew dibin xwişk û birayê hev dû. Bi ava kaniya sipî û zemzem hatiye çêkirin.”
Dayê Xoxê bahsa wan jinên ku li pêş meşa qewalan di destê wan de bixur heye jî kir û wiha vegot: “Jinên ku li pêş dimeşîn û di destê wan de bixur heye, koçek û şikestî ne. Ew jî xilmetkarên Şêxhadî ne. Ew jî bi cilûbergên spî ne. Ev, ji adeta huriyan tê, hurî jî bixurê digrin dest.”
“Em pêxwas diçin hêviyek xwe ji Tawisê dikin”
Di gera Tawis de govend jî tê gerandin. Yên ku dikevin govendê pêxwas in. Keçik û jin jî dikevin govendê. Di govendê de jin û mêrên ku ketine destê hev bi kêra yek nayin. Ger du kes zewicîbin nabê bikevin destê hev. Ji ber dibin xwişk û birayên hev.
Dema xelk Tawisê pêşwazî dike jî pêxwas in. Dayê Xoxê sedema vê pîvanê wiha vegot: “Em bi pêlav naçin nav malê. Vêca Tawis ji malê jî mezintir e. Em pêxwas diçin hêviyek xwe dikin, duayekê dikin. Em ji dost û xêrxwazên xwe, ji civaka xwe re hêvî û dua dikin. Rizq û heqê xwe dixwazin. Dema em diçin pêşiya Tawisê em dibêjin, ‘Ya xwedanê vê Tawisê tu heqê fermanên Êzidiyan bibî. Tu heq û heyfa miletên bindest bibî.’ Dema em pêxwas jî diçin em qiymetdayîna xwe îfade dikin. Ger ki germ be yan jî sar be em dibêjin bila xatira Batinê be, tiştek nabe.”
* Yek ji qewlên Êzdayetiyê