“Keman rêhevalek e hestê me hîs dike û parve dike”

Di nava amûrên muzîkê de ya herî zehmet keman e, Sîdar Mihemed û birayê wê Dilyar bi eşqeke mezin li amûra kemanê didin, bi tîrêjên rojê re dengê kemana wan li taxê olan dide û hestên rêhevaltiya xwe bi riya amûra kemanê bi hev re parve dikin.

 
RONÎDA HACÎ
Hesekê - Sîdar Mihemed (17) û birayê wê Dilyar(18) hestên rêhevaltiya xwe bi riya amûrê kemanê bi hev re parve dikin. Sîdar û Dilyar ji xwîşk û birtariyê zêdetir hevaltiyeke pir xweş di navbera wan de heye, di temenê 9 salî de hînî amûra kemane bûne û bi piştevaniya malbata xwe dikarîbûn bi pêş bikevin. Rojane muzîka kemana wan bi sirûda “Ey Reqîb” dest pê dike û şêniyên taxa wan bi bişkivîna tîrêjên rojê re bi awazên kemana wan şad û bextewar in.  
Sîdar Mihemd û birayê wê Dilyar Mihemd ji taxa Kelasê ya Bajarê Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Di nava malbatek ji 5 kesan pêk tê de dijîn, dayik û bavê wan mamosteyên zimanê Kurdî ne û ji bo pêşxistina zarokên xwe di her alî de wan bi rêxistin dikin. Têkildarî serpêhatiya xwe, Sîdar û Dilyar Mihemed ji me re axivîn. 
Rêhevaltiya Sîdar û Dilyar
Muzîk rihê mirovan muxateb digire pê re jî mirov ji detayên jiyanê hez dikin. Sîdar hezkirina xwe ji muzîkê re wiha pênase dike: “Di zarotiya me de malbata me tu carî li pêşiya berhemên me nesekinî, berovajî wê her dest û piştîvanî dida me. Bav û dayika me jî pir ji muzîkê hez dikin û xwesteka wan jî hebû em fêrê amûreke muzîkê bibin. Min û birayê xwe Dilyar amûra kemanê hilbijart, ji ber dengê wê pir nazenîn e û hestên me vedibêje. Muzîk zimanê rih e û bi riya wê re hevaltiyeke pir xurt di navbera min û birayê min de ava bûye. Di dema niha de kêm rêhevaltî di navbera xwîşk û bira de heye lê ez û Dilyar pir ji hev fêm dikin û em dikaribû ji asta xwîşk û biratiyê hevaltiya xwe bi muzîkê re xurt bikin.”  
Hevbeşiya dema dibistanê û muzîkê
Li kêleka xwendina xwe Sîdar û birayê wê Dilyar ji xwe re demek veqetandine ji bo muzîkê, di dema valahiyê de bi hev re rûdinin û ji xwe re li kemanê dixin. Sîdar wiha pêde çû: “Ez û Dilyar herdu dibistana amadehî dixwînin ew di refa 12’an de ye û ez jî di ya 11’an de me, li kêleka xwendinê me ji xwe re demeke veqetandiye ji muzîkê re. Em kêmaniyê nakin dibistana xwe û her roj perwerdeyên muzîka kemanê bi hev re dibînin. Muzîk ji bo me bênvedan e, rehetî ye û hemû xweşî ye. Em li bexçeyê mala xwe rûdinin û li kemanê dixin, cîranên me jî her muzîka me dibihîzin dibêjin muzîka we pir xweş e em jî jê şad û bextewar dibin. Despêkê em li gel mamosteyekî hînî amûra keman bûn lê niha em bi xwe bi pêş dikevin. Em naxwazin dema me vala derbas bibe, destpêkê dema em radijin kemanê em sirûda “Ey Reqîb”dibêjin da ku perwerdeya me bi coş û moral derbas bibe.”
 “Cil û bergên neteweyî nasnameya min diyar dikin”
Sîdar her cara kemanê radike cil û bergên xwe yên neteweyî jî li xwe dike û li ser vê mijarê wiha dibêjê: “Her neteweyek bi cil û bergên xwe yên folklorî tê nasîn. Her cara ku ez û birayê xwe derdikevin li kemanê dixin ez cilên xwe yên folklorî li xwe dikim, ez dixwazim bi rengê çanda xwe bim. Niha jî li ser ciwanan şerekî taybet tê meşandin bi riya wan çand tê helandin, ji bo wê pêwîst e em xwedî li çanda xwe derkevin. Ez û birayê xwe tevli gelek mîhrîcanan bûne û me berhemên muzîka xwe pêşkêş kirine.“
Xeyalên kemangeriyê
Dilyar jî kemanê wekî rêhevalê xwe pênase dike û wiha dibêje: “Keman ji bo min û xwîşka min wek rêhevalek e hestên me hîs dike. Dema em xwendina xwe bi dawî bikin em ê bibin kemanger û di her aliyên muzîkê de xwedî berhem bin.”