Keça Çerkez bi dengê xwe li Minbicê asoya hunerî berfireh dike

Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê, ji bo çand û hunerê xwedî roleke girîng e û piştevaniya gelek kesên ku xwedî şarezayî ne dike.

SÎBÎLYA EL-ÎBRAHÎM

Minbic- Keçek Çerkez bi zimanê Çerkezî stranan li ser dikê dibêje, piştgiriya keçan dike ku kêrhatiyên xwe û çanda dayikî  bi riya dengê xwe ragihînin.

Li bajarê Minbicê çar netew hene

Taybetmendiya bajarê Minbicê ew e ku ji destpêka avabûna bajêr ve 4 pêkhateyên bingehîn tê de hene, yek ji wan pêkhateya Çerkez e ku rola wan di avakirin û pêşxistina bajêr de gelek bû, lê bi sîstema dewleta serwer çand û rengê vê pêkhateyê li Minbicê derneket, ji ber ku çanda Erebî lê serwer bû.

Lê belê piştî rizgarkirina Minbicê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve, di sala 2016’an de û bi saya projeya Neteweya Demokratîk û avakirina saziyan guhertinek bingehîn li bajar çêbû. Navenda Çand û Hunerê yek ji wan navendên ku rê li pêş hemû pêkhateyan vekir ku bikaribin çand û zimanê xwe derxin pêş. Li gel derxistina şarezayên gelek kesayetên ji pêkhateyên cuda, ji nav wan keça Çerkez a bi navê Zêneb Îshaq yekem keça Çerkez e ku bi zimanê dayikê stranan dibêje û beşdarî hemû çalakiyên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dibe.

Di vê çarçoveyê de, ajansa me hevdîtinek bi endama navenda Çand û Hunerê û endama koma Evîn Goyî ya girêdayî navendê Zêneb Îshaq re pêk anî.

Du sal in kom hatiye avakirin

Zêneb Îshaq diyar kir ku ew di sala 2020’an de tevli navenda Çand û Hunerê bûye, li wê derê min dest bi perwerdeya xwe kiriye, piştre hatiye asta ku derkeve ser dikê û stranan bibêje.

Der barê koma Evîn Goyî ya ku li ser navê şehîda Parîsê binav kirine de dibêje: “Bû du meh me ev kom damezrand. Piraniya endaman jin in û stranên em dibêjin stranên folklorî ne li ser jinan û têkoşîna wan a di şoreşê de ne.”

Hem xwend hem mî xebatên çandî domand

Li ser asta jinan li Minbicê di warê çandî de gihîştinê jî wiha dibêje: “Hebûna jinan li Navenda Çandî û qada çandî de bi giştî kêm e ji ber hişmendiya baviksalarî ya civakê ku ketina jinan di nava qada çandê de qedexe dike. Ezmûna min a takekesî jî xwendina min hebû yek ji astengiyên li pêş ketina min a qada çandî bû. Lê min dema xwe di navbera xwendinê û stranan de birêxistin kir û ev pirsgirêk derbas kir. Bi riya hebûna min li vir ez dikaribûm nêrîna civakê ya li jinan biguherînim bi riya kesayet û hebûna min di qada çandî de.”

‘Cara yekem li Minbicê ciwanek bi zimanê Çerkez stranan dibêje’

Der barê rola Navenda Çand û Hunerê di derxistina Çanda Çerkez de li bajarê Minbicê jî got: “Bi saya fikra projeya Neteweya Demokratîk rê li pêşiya hemû pêkhateyan vebû ku çanda xwe ya dayikê derxin pêş. Weke ciwanek bi zimanê Çerkez cara yekem e li Minbicê û gundewarên wê stranan dibêjim. Ev fikrek kêm bû, ji civakê giştî re balkêş bû, min xwest bi riya stranên bi zimanê dayikê çanda xwe derxim pêş.”

Zêneb Îshaq tevlî hemû çalakiyên bajarê Minbicê û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dibe û dibêje: “Bêguman beşdariyên min li ser asta bajarê Minbicê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek in, ez beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê û yên Newrozê bûm, min bi zimanê Çerkez stran gotin. Herî zêde piştgiriya gel ji min re hêz da min li ser dikê stranan berdewam bikim. Piraniya wan stranan li ser welatê min Qoqaz û koçberiya Çerkezan a bi darê zorê ne.”

‘Keçên ciwan ên xwedî şarezahî divê bendên li pêşiya xwe rakin’

Peyama Zêneb Îshaq ji bo keçên ciwan dibêje: “Jinên xwedî şarezahî divê benda tirsê bişkînin û şarezabûn û çandên xwe yên veşartî derxin pêş. Dema mirov tiştekî bixwaze pêk tê, Ji ezmûna min a şexsî di nava qada çandê de ez dikarim bibêjim perwerdekar an kesên dizanin bi zimanê Çerkez bistirên tunebûn. Hemû kar li ser milên min bû. Ez hêvî dikim xwe bêhtir bi pêş bixim û peyama xwe berdewam bikim bi riya dengê xwe û stranên ji çanda Çerkez derxim pêş.”

‘Destpêkê kes newêribû tevli xebatên navendê bibe’

Di heman mijarê de, ajansa me bi hevseroka Navenda Çand û Hunera Minbic û gundewarên wê  Roz Îshaq re axivî. Wê jî li ser xebatên navendê wiha got: “Navenda Çand û Hunerê li bajarê Minbicê piştî rizgarkirina bajêr hat damezrandin. Destpêka avakirina navendê gelê bajarê Minbicê nepejrand, gelek pirsgirêk hebûn, dudilî zêde bû û wêrekî tunebû ku gel tevl” navendê bibe.”

Gelek kom hene

Der barê komên ku tevli navendê bûne de jî got: “Gelek komên şanoger û komên stranan û komên jinan taybet hene. Komên bazdanê kêm in lê em hewl didin wan jî ava bikin. Koma şehîd Evîn jî bi şehadeta Evîn Goyî ava bû. Ji bo bîranîna wê bi navê wê bû, ev komek taybet e ji jinan pêk tê û niha bingehîn e. Di rojên li pêş de dê endamên komê jî zêde bibin.”

Çerkez ji berê ve li bajarê Minbicê dijîn

Roz Îshaq li ser pêkhateya Çerkez û rola wan di navenda Çand û Hunerê de dibêje: “Dîroka pêkhateya Çerkez li bajarê Minbicê kevin e ew ji damezrînerên bajêr in. Lê bi demê re û bi şerên tê de rûdane re, gelek Çerkez koçber bûn çûn bajar û dewletên din. Tevî hejmara Çerkezan a kêm li bajêr çand û zimanê xwe parastin, rola navenda Çand û Hunerê jî hebû ku çanda xwe derxin pêş. Em hêvî dikin ku endamên ji pêkhateya Çerkez di nava navendê de zêde bikin.”

‘Dengê Zêneb gelek xurt û ciwan e’

Der barê şarezahiya keça ciwan Zêneb Îshaq de jî Roz Îshaq got: “Em li navenda Çand û Hunerê her dem hewl didin pêkhateya Çerkez jî derxin pêş lê tenê bi bazdanên Çerkezî sînordar bû û stran bi zimanê Çerkez tunebûn. Heta em rastî keça ciwan Zêneb a ji stranan hez dike hatin. Me dît ku dengekî wê yê xurt û ciwan heye. Me piştgiriya wê kir ku bi zimanê xwe stranan bibêje û bighîje vê astê. Zêneb tekane ciwana bi zimanê Çerkes li bajarê Minbicê distirê. Em hewl didin wê bi pêş bixin û endamên jin bi wê re zêde bikin.”

Peyama Roz Îshaq ji hemû civakê re ew e ku divê tevlî navenda Çand û Hunerê bibin da ku nasnameya xwe ya çandî, folklorî û şarezahiyên xwe derxin pêş. Roz Îshaq herî dawî got: “Dudilî ji aliyê jinan ve gelek e, peyama min ew e ku şarezahiya xwe derxin pêş di nava civakê de bêdeng nemînin û şarezahî û kêrhatiniyên xwe derbirînin.”