Karikaturîst Aslı Alpar: Qerf li ba desthilatdaran cih nagire!

“Kovarên karîkaturê, mexdûriyeta me tînin bîra me û bi zimanekî dîtbarî yê ku tu carî hêzê nade me tiştên pêkenokî afirandin. Kovar di her mijarê de xwedî sekneke muxalif bûn lê li dijî heteroseksîzm û zayendperestiyê nikaribûn tu tişteke pêkenokî biafirînin. Pêkenokî, bi dûrketina ji desthilatdariyê, dikare li dijî yên desthilatdar pêkenokiyê biafirîne. Li gorî min divê derdê polîtîk ê karîkatur hebe. Divê derdekî karîkaturîst bi desthilatdariyê re hebe. Yan na dibe ku pêkenokî be lê nabe mîzaha pêkenok nabe karîkatur. Nabe xêza hîcwê.”

  

ZEYNEP AKGUL
Enqere - Karîkaturîst Asli Alpar, a bi xêzên xwe aktivîstên LGBTÎ+ binpêkirina mafan, pirsgirêkên ajalan û bi taybetî jinan tîne rojevê, dibêje; “Divê derdê karîkatur bi desthilatdariya siyasî re hebe. Divê karîkaturîst li dijî desthilatdariyê be, li ba bindestan cihê xwe bigre û tişta pêkenokî biafirîne yan na dibe ku pêkenokî be lê ev pêkenokî; nabe mîzah, nabe karîkatur. Nabe hîcwa xêzê.” Em bi Asli Alpar a karîkaturên wê bi domdarî di Kovara Kafa de tên weşandin û di heman demê de di Kovara GL Kaos de nûçegihaniyê dike re li ser çîroka xêzkirina wê, feraseta mêran a di vî warî de û cudahiya di navbera mîzah û pêkenokiyê de axivîn. 
Çîroka xêzkirina we çi ye, vê macerayê kengê dest pê kir? 
Dema li Zonguldakê min Beşa Maliyeyê ya Zanîngeha Karaelmasê dixwend min karîkatur nas kir. Ez wê demê pir bêhnteng dibûm û min tiştên biçûk xêz dikirin, wisa eleqeya min ji karîkaturiyê re tunebû. Di sala 2004’an de min dest bi xêzkirinê kir lê jixwe beriya wê jî ez xwendevanek karîkaturiyê bûm. Hevalên min ji min re gotin: “Asli, kulûbeke karîkatur a dibistanê heye, mamosteyek pir baş jî ders dide, dixwazî biçe bibîne.” Min îkan kirin. Ez pir kesek civakî nebim lê tevî wê jî ez çûm kulûbê û ji roja ez çûm heta niha karîkator xêz dikim. Mamosteyê min Mete Arîf Tokmak bû. Karîkaturîsteke pir baş e. Min wiha dest bi xêzkirina karîkaturiyê kir.
Di karîkaturên xwe de hûn çi dikin mijara rexneyê?
Karîkatur dikare her tiştî bike mijar. Mînak gelek jin her meh çekem dikin. Ev rewşa rûtîn bi xwe jî pir komîk e. Lewre bi nakok e... Tiştekî ku derdikeve hûn her dem ji holê radikin. Ev rewş bi xwe jî dibe mijara karîkatur. Ez hem ji jiyana xwe ya teybet, “em dibêjin a taybet polîtîk e” ez ji wir dest pê dikim. Ji pêşveçûnên siyasî, aborî û mijarên polîtîk ên li cîhanê derdikevim rê û xêz dikim. Ez her tiştî dikim rojevê lê bi piranî giraniya xwe didim ser pirsgirêkên bi êş ên li Tirkiyeyê, ango zêdetir şîdeta li dijî jinan û pirsgirêkên ku aktivîstên LGBTÎ+ tînim ziman. Yek ji mijarên min jî azadiya ajalan e... 
Bi kurtasî ji bo min her tişta ku bi êş e digrim rojeva xwe. Ez hewl didim hemû derdên taybet û giştî bi karîkaturiyê vebêjim. Ez ji bo mafên jinan, aktivîstên LGBTÎ+ û ajalan xêz dikim. Xeta polîtîk a li Tirkiyeyê, pir giraniya xwe da ser vê xetê... Ez dibînim ku di mijarên din de hilberîn wisa zêde eleqeyê nabîne. Mînak, xêzek têkildarî krîza aborî, kêmtir eleqeyêm dibîne. Çima? Lewre li Tirkiyeyê niha qadeke têkoşîna çînî tune ye... Ez difikirim ku pêşketinên polîtîk bandorê li ser xêzan dikin.   
‘Em bi mîzahê derdên xwe cîla dikin’
Mafên LGBTİ+ pir zêde di xêzên we de cih digrin. Têkiliyek aktivîstên LGBTİ+ ya çawa bi karîkatur re heye?
Di rastiyê de di nava di nava tevgera wan de mîzaheke pir baş heye. Em, bi zimanê lubuncayê dibêjin “Gullum” aktivîstên LGBTÎ+ bi hev re zêdetir bi zimanê lubunca diaxivin. Zimanekî ji tirkî cuda nîn e lê tê de gotinên cuda hene. Mînak yek ji wan gotinan “Gullum” e. Em vê têgehê zêdetir ji bo henek û şahiyê bi kar tînin. Di çanda vê tevgerê de helwesta mîzahî pir zêde ye. Lewre mîzah di heman demê de tê wê wateyê ku hûn derdên xwe cîla bikin û pê ji xwe re qadele jiyanê vekin. Ji ber wê jî têkiliyek baş a kirdeyên vê tevgerê bi mîzahê re heye. 
Bi mîzahek çawa re...
Bi mîzaha li Tirkiyeyê tê zanîn na. Nêzî mîzaha em di kovaran de dibînin yan jî şovmen dikin nîn e. Li gorî fikra min, kirdeyên di nava vê tevgerê de xwedî feraseta kêf û şahiyeke gelek baş in. Mînak walîtiya Enqererê qedexeyek îlan dike û dibêje; “Em destûr nadin meşa aktivîstên LGBTÎ+.” Dibêje “Hûn ê nemeşin.” LGBTÎ+ jî dibêjin “Temam em nameşin, belav dibin” û li mekanek hev dibînin, çalakiyê dikin. Ev yek bi serê xwe mîzah e. Eleqeya vê mîzahê pêkenokiya di kovaran de û terzê şovmen re tune ye.  
‘Ev mîzah nîn e pêkenokî ye!’
Cîhana karîkatur di dest mêran de ye. Hûn di vê mijarê de çi difikirin?
Destpêkê ez vê bibêjim, bikêrhatina mîzahî, tiştek ku ji taybetmendiya biyolojîk a zayendan pêk were nîn e. Zêdebûna testosteronê, bi xwe re pêkenokiyê zêdetir nake. Li aliyê din, îro zanyar dibêjin tenê du zayend tune ne. Ji ber wê tu nikarî bikêrhatina mîzahê girêdayî zayendek bibînî. Mercên dîrokî û civakî yên vê yekê hene. Êdî jin û LGBTÎ+ dikevin vê qadê lê mîzaha ew dikin baş nayê dîtin. Lewre mirov hînî pêkenokiyek bûne ango ev pêkenokî jî bi taybetî xwedî ramanên zayendperest, transfobîk û homofobîk e û mirov bi vê dikenin. Ev mîzah nîn e, pêkenokî ye... Dema ku hûn naxwazin bi vî rengî xêz bikin, kovar dikarin cih nedin we. 
Gelo şansa guherîna vî zimanî heye? 
Bêguman heye. Bi awayekî pir cidî jî diguhere. Mînak, “Pisîka xirab Şerefettîn” karekterê xêzeromanek e. Em di  zarokatiya xwe de bi pêkenokên vê romanê keniyan. Min jî pir jê hez dikir. Vî karekterê, her mê ya ku didît tecawiz, tacîz û gefê li wan dixwar û vê yekê pêkekokî dikir. Mirov dikare bibêje hinek ‘pêkenokiya tecawizê’ dikir.
‘Bi zimanê serdest karîkatur hatin çêkirin’
Cudahiya di navbera pêkenokî û mîzahê de çi ye?
Ger ez bikevim erdê, dibe ku ev pêkenok be. Dibe ku em her du jî bi vê rewşê bikenin lê ev nabe mîzah. Lewre divê derdê mîzahê bi rastiyê re hebe. Divê li ser wê rastiyê xwe veguherîne şeklek pêkenok. Her wiha mîzah ji dîrokê heta niha ev bûye. Tu carî li ba desthilatdar cih nagire. Tişta komîk dikare li ba desthilatdar cih bigre lewre desthilatdar bi kesên li jêr henekên xwe dike. Hebûna xwe deyndarê wê ye lê mîzah wisa nîn e. Ez bikevim ev nabe mîzah lê kesê ku bibêje “Ez tu carî nakevim” û ji ser hespê bikeve dibe mîzah. Lewre ew nakeve, ew kelehek e. Lê binêre dibe ku ew jî bikeve. Dema ku piyên wî mirovî li tiştek biqliqe û bikeve, li bal pêkenokiyê dikare dibe mîzah jî lê dema mirovek ji rêzê bikeve tenê pêkenokî ye. Ger em vegerin ser mijara xwe, mînak kovarên LeMan, Uykusuz, Penguen, ji aliyê giştî yê polîtîk ve pir baş, rehê muxalif vekirin û bi rastî jî mîzahî ne. Lê heman kovar di mijara zayendiya civakî, heteronormatîve, duzayendîtiyê de bi zimanê desthilatdar karîkatur çêkirin. Mînak kovarên karîkaturan li ser karekterên gey bi salan pêkenokî xêz kirin lê dema ku vê yekê kirin, li ba geyan, ji jiyana wan tu tişteke mîzahî çênekirin. Di miijara kuştina jinan de jî bi xêzkirina dev û çavên ku xwîn ji wan dihat, reş û şîn bûbûn û her dema me li wan mêze dikir mexdûriyeta me dianîn bîra me û tu carî hêzê nedidan me; tiştên pêkenokî çêkirin. Mîzah wisa nîn e. Bi dûrketin û pêkenokiya li dijî desthilatdariyê, tu dikarî mîzahê bikî. Di her mijarê de vê sekna muxalif nîşan dan lê dijî heteroseksîzm û zayendperestiyê nikaribûn tu kenaweriyek biafirînin... Bi zanîn an jî bi nezanî lê bi salan wiha bû. Lê êdî ew ziman diguhere. 
‘Ji bo feraseta mêrên hetero kar dikin’
Cîhana karîkatur jî wekî gelek qadan di nava desthilatdariya ‘mêr’ de ye. Hûn jin in û di rewşek wiha de ji bo huner û hebûna xwe hûn zoriyên çawa dijîn?
Ez êdî qet zoriyê nakşînim. Destpêkê min xwe biyanî hîs dikir. Bi kurtasî bibêjim min çawa dest pê kir: Min zanîngeh qedand û min dest bi kar kir. Bi pereyek hindik û di mercên xirab de xebitîm. Hevalên min bi israr gotin “Tu her roj karîkatur xêz dikî, biçe serî li wan kovaran bide.” Wan deman rojên amator ên kovaran hebûn. Di wan rojên vala de tu xêzên xwe nîşanî xêzkarên hosta didî. Ez jî rojek wisa bi heyecan bûm, min hemû kaxizên min li ser wan xêz kiribûn berhev kir, çûm avahiya kovarê. Dema ketim hundir, min dît hemû xêzkerên amator mêr in, qet jin tune ne. Xebatên gelekan ji wan seksîst bûn. Tu xwe aydê cihek wisa nabînî. Ez li bendê sekinîm, dor hat ser min, min xêzên xwe nîşan dan, xêzkerek ku min pir jê hez dikir û nirxdar didît hebû wê demê. Karê min pir eciband û got ku ew ê di kovarê de biweşîne. Ez pir bextewar ji wir derketim lewre cara yekem dê xêzên min bihatina weşandin lê dê di quncikê amator de bihata weşandin û tu pere nedidan. Dîsa jî ji bo min dert nebû, ez wisa bextewar bûm nikaribûm li cihê xwe bisekinim. Xêzkerên din ên amaror, ji min re gotin “Xêr e tu çima wisa bextewar î?” Min jî got “Dê yek ji xêzên min sibê biweşînin.” Ji wan zarokan yekî got “Karê te wisa baş nebû. Çend hefte ye em tên, ên me naweşînin, ji ber ku tu keç î ya te diweşînin.” Ez pir aciz bûbûm ji wan gotinên wî. Amator wiha ne, gelek kesên ku tu dibêjî xêzkerên hosta zayendperest in. Em di rewşek wiha de behsa têkoşîna jinan a hebûnê dikin. Di demên dûre jî ez çûm hatim. Piştî demek ji min re gotin “Xêzên te xirab nîn in lê dê xwendevanên me bi van nekenin. Tu êdî neyê.”
Ez li ser vê yekê pir fikirîm. Kî dikene, kî bi çi dikene, tişta pê dikenin çi ye. Levent Cantek di nivîseke xwe de ji bo kovarên xêzeromanê gotibû; “Wekî ku girseya ji xwe re dikin armanc mêr bin, karê xwe dikin.” Heman tişt ji bo karîkatur jî derbasdar e. Di encamê de ev der cihek ji bo qezenckirina pere ye, divê ev kovar werin firotin divê ji xwe re girseyek bikin armcan. Niha ez tiştek li ser gotina mamosteyê xwe Levent bibêjim, kovarên karîkatur, ji bo feraseta pêkanok a mêrên heteroseksuel karên xwe dikin. Bi gotineke din ji bo îhtîmala hebûna mêrên wiha, pêkenokan çêdikin. Ez jineke bîseksuel im, ez jî li ser zayendîtiyê henekan dikim lê difikirin ku zayendiya ez bi hevalên xwe yên jin re dijîm an jî xebatên xwe yên ku li ser çekem û reglê çêdikim pêkenok nîn in. Dibû ku min jî ji ber vê yekê dev ji xêzkirinê berda lê min dev jê berneda. Piştî ku min xebatên xwe li medyaya civakî bar kir ez wiha fikirîm: Kesên bi karên min dikenin hene. Wê demê di navbera karên ez dikim û karên tên kirin de cudahiyek heye. Piştî salan min fam kir ku ev yek cudahiya zayendperestî ye. Hevalek xêzker ê ciwan ku vê hevpeyvînê bixwîne heye dixwazim jê re wiha bêjim: Bila dev jê bernede bidomîne. Têgihîştina pêkenok a her kesê cuda ye. Bila bizanibe teqez xwendevanên bixwînin hene. Çawa ku her kes bi Receb Îvedîk nakene... Karîkatur jî wiha ye... Pêkenokî tiştek tenê nîn e. Dikare pêkenokiya xwe, bi xwe biafirîne. Teqez dê xwendevanên te hebin.
‘Otosansur kirin’
Karîkaturîst çima vê pêvajoyê bêdeng in? 
Ez difikirim ku kovar, ji partiyên muxalif zêdetir muxalefetê dikin. Ji partiyên siyasî yên ku îdia dikin karê wan ê esasî muxalefet e pir baştir in. Bêguman bi dîtinê xwe paşve dikşînin. Lewre her dem doz li wan tên vekirin. Ev kovar di aliyê aborî de bi zorê xwe li piyan dihêlin. Ez difikirim ku dozên li wan tên vekirin bandorê dikin. Li welatekî ku azadiya ramanê û gotinê bi sînor e, ji ber zoriyên aborî, hem jî cezayên girtîgehê û bêîtîbariyê mirov xwe paş ve dikşînin. Ji neçarî xwe otosansur kirin. Ji be ku rêxistinbûyîna karîkaturîstan tune ye ev belavbûn hêsan dibe. Li Tirkiyeyê her kes bê rêxistin e, xêzkeran jî ji vê yekê para xwe girtine. 
Xêza we ya “Di dolabê zuqûm, li kolanan îsyan heye!” eleqeyek mezin dît. Ev xêza çawa çêbûn?
Mirov dema diafirîne, tu tiştek naxwaze... Lê ger tiştek ku bibe bersiv hebe ez dibêjim bextewarî ev e.... Em hemû ji malbatên baviksalar tên. Dayika min jî bi merek re zewicandî bû. Bi salan ji wî re xwarin çêkir, cilên wî utî kir. Bavê min dema dihat malê xwarin tunebûya hêrs dibû. Ez bawer im ev di bîranînên me tevan de wiha ye. Dema zaroktiya xwe wiha tînim bîra xwe dibêjim xwezî (Dê û bavê min hev berdan) di nîqaşek ji bo xwarinê de jê re bigota “Zuqûmê bixwe” demek zûtir hev berdana jixwe bi vî fikirê min ev kar kir. Ji ber ku pir hat ecibandin û di her çalakiyê de hat bikaranîn pir bextewar bûm.   
Karîkatur divê peyamek polîtîk bide? Berpirsyariyeke karîkatur a wiha heye gelo?
Li gorî min divê derdê polîtîk ê karîkaturîst hebe. Divê bi desthilatdariyê re bi pirsgirêk be û divê karîkaturîst li ba bindestan cih bigre, pêkenokiyê biafirîne. Divê karîkaturîst li ba yên hatine vederkirin û bindestan be. Yan na dibe ku pêkenok be lê ev nabe mîzaha pêkenok, nabe mîzah. Nabe hîcwa xêzan.

ASLI ALPAR kî ye?

Asli Alpar bi xêzên xwe yên di kovara Kafa de, Kaosgl.org û rojnameya Cumhuriyet a roja şemiyê de tê nasîn. Xwediya xelata Karîkatur a Komeleya Rojnamegerên Nûjen) ÇGD) A SALA 2017’an e û karîkaturên edîtoryal xêz dike. Karîkaturên Asli Alpar bi domdarî di Kovara Kafa de tên weşandin. Alpal, di Komeleya GL Kaos de nûçegihaniyê dike. Ji bo piştgiriyê bide STK û rêxistinên mafan, karîkatur û îllustrasyon xêz dike. Alpar ji Beşa Maliye ya Zanîngeha ku berê navê wê Karaelmas bû mezûn bûye. Dersên pêşîn ên ji bo karîkaturiyê ji Mete Arîf Tokmak girtiye.