Kampanya pêşîlêgirtina tundîtûjiyê bi çalakiyan didome

Di roja şeşemîn a heftiya kampanya pêşîlêgirtina tundîtûjî û kuştina jinan de bi çalakiyên nîşandana pêşangeh, kurtefilm û stranan berdewam kir.

Silêmanî - Kampanya pêşîlêgirtina tundîtûjiya li dijî jinan di 14’ê Îlonê de ji aliyê Yekitiya Jinên Kurdistanê bi armanca sekinandina kuştina jinan hat ragihandin. Di nava heftiyekê de çalakiyên cûr be cûr yên weke çalakî, pêşangeh, kurtefilm, werzîş û gelek çalakiyên din hatin lidarxistin.

Dûh bi pêşengtî û hevbeşbûna Kampanya Rêxistinên Jinan û Komelgeya Medenî pêşangehe hunerî hate nîşandan. Di pêşangehê de kurtefilma bi navê ‘Rojek ji rojan li Kurdistanê’ ku derhêneriya wê Jînû Hatî kiribû hate nîşandan, piştre klîba bi navê ‘Deng bilind bike’ ku ji aliyê Lava Wehîd ve hatibû gotin hate nîşandan û piştre kurtefilmek din hate nîşandan.

Di berdewamiya çalakiya pêşangeha hunerî de wêneyê jinên ku hatine qetilkirin û her wiha gelek wêneyên din hate nîşandan.

“Divê çalakiyên ji bo sekinandina tundîtûjiya beramberî jinê berdewam be”

Endama encûmena sekretera Yekitiya jinên Kurdistan Seyran Mehemed der barê giringiya kampanyayê û berdewamkirina wê de wiha got: “Gelek giringe ku kampanyayên ji bo sekinandina tundîtûjiya beramberî jinan were berdewam kirin, ev bi tenê nabe û divê rêxistin piştgiriya hevdû bikin da ku bikarin dengê xwe bigihînin gelek hemwelatiyan.”