Jinên Silêmaniyê berhemên xwe di festîfala biharê de nîşan dan

Gelek jin bi karê destê xwe bejdarî festîfala biharê ya Silêmaniyê bûn û berhemên xwe nîşandan.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî - Her sal bi nêzbûna Newrozê re li bajarê Silêmanî bi bejdarbûna gelek firoşgehên berhemên xwemalî û kampanyayan festîfala biharê tê li darxistin. Festîfala biharê ku 11’ê Adarê li Silêmaniyê despêkiriye dê heta 20’ê Adarê dewam bike. Gelek firoşgehên xwediyê berhemên xwemalî û kompanyayên cûr be cûr ji çar aliyên Kurdistanê û welatên derdor bejdar bûn. Berpirsa amadekariya pêşangeha navdewletî ya Silêmanî Gulan Nîrwan di derbarê mercên bejdarbûnê û hêjmara bejdarvanan de agahî dan.

“Em giringiyê didin berhemên xwemalî”

Gulan Nîrwan da zanîn ku 200 firoşgeh beşdarî festîfalê bûne û wiha domand: “Di vê festîfalê de ji zêdeyî 200 cihan firoşgeh bejdar bûne, mercê serke divê berhem ê wan bi xwe be. Dema karê dest be yan jî xwedî kampanya divê berhemê wan bi xwe têde hebe, ji ber di vê festîfalê de raste rast berhem ji destê hev digihe bikir. Ev festîfale bazarê germ dike bi taybet ji bo yên bi rêya online kar dikin hemû serdana vê festîfalê dike ji ber pêdawistiyê hemû çin û kesayetên cûda têde peyda dibe. Ev festîfale ezmûna çar salane û her salek pêşîlêgirtinên cûda yên weke vîrosa korona û qeyrana Aborî di hat pêşiya me, lê belê em hertim nesekinin û weke desteya rêveberiyê me hewla karên baştir da.”

“Jin ji deverên cûda bejdarî festîfalê bûn”

Sikala Mexdîd ku beşa kiştukal ya Zanîngeha Silêmaniyê temam kiriye û bi karê dest ciwankariya jinan û çêkirina tabloyan bejdarî festîfalê bûye di derbarê karê xwede wiha got: “Ji zarokatiyê ve min her tim ji çêkirina wêne û karê dest gelek hez kiriye, lê belê ji ber xwendinê min nedikarî bikim. Piştî ku min xwendina xwe temam kir min karî cihê xwe vekim. Ez gelek keyfxweşim ku festafîlên bi vî awayî hene, ji ber raste rast mirov bi bikiran re eleqeder dibe.”

“Dîdar herî zêde ji berhemên keda destan hez dikin”

Şîlan Rojhilatî ku xelkê Merîwanêye ji Rojhilatê Kurdistanê bi karê destê xwe bejdarî festîfalê bûye dibêje: “Eve cara yekê ye ez hatime bajarê Silêmanî û bejdarî festîfalek bi vî awayî dibim. Gelek keyfa hemwelatiyan ji berhemê karê destê min re dihat, ji ber wê min biryar da ku bi rêya vê festîfalê berhemê xwe nîşan bidim. Berhemên min eksesuar, kilaşên jin û mêran in. Welatî herî zêde ji berhemên karê dest hez dikin. Jinê hertim kar kiriye û hewildaye tiştên cuda biafirîne lê belê li beramber de tiştek negirtiye. Nîha li Merîwan û hemû cihên din jin hewil didin kar bikin û di beramber de kêmek pare bi dest bixin, da ku firoşgehek taybet ya xwe hebin.”

“Ez beşdarî hemû festîfalên hunerê destan dibim”

Xanim Hesên Zade ji Esfehana Îranê hatiye û bi karê destê xwe bejdarî festîfalê bûye û hemû tiştên li ser dezgeha wê berhemê destê wê bi xwe ye. Xanim Hesên li Esfehanê li gel hevjînê xwe kargehek heye û berhemên xwe ji çermê hêştir û ga çêdikin. 50 sale hevjinê wê karê dest dike û kargehek wan li Esfehanê heye. Xanim Hesên Zade ya destrengîn 30 sale di vî alî de kar dike da diyarkirin ku çi festîfala çêbûyî ew bejdar bûne.

Xanim Hesên Zade da zanîn ku ji ber kiryarên wan kêmin û bikir wana nas nakin, kes nizane ew wan tiştan çawa çêdikin û zehmetiyên karê wana hîs nakin. Xanim Hesên Zade di derbarê zehmetiyên karê jinan li Îranê jî wiha got: “Jinên Îranê xwedî hêza karkirinê ne û hewil didin xerca malê dabîn bikin. Ji ber wê piraniya jinan li gel hevjînên xwe kar dikin yan jî di kargehên mezin de di xebitin. Her wiha gelek ji karê dest hez dikin weke çêkirina beran û eksasuarên jinan eve jî kedek zêde divê.”