Jinên Kurd li dijî polîtîkayên şerê taybet bi hunerê li ber xwe didin

Welatiyên Êlihê ji bo Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan a ku li Êlihê di roja xwe ya 2’emîn de berdewam dike, dan û diyar kirin ku ev mihrîcan wê li dijî polîtîkayên şerê taybet bidome û divê çand û ziman li her derê mijara esasî be.

Êlih - Rêxistina Sanatça, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Giştî (KESK) û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) bi şîara “Jina Azad Hunera Azad, Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan li dar xistin. Mîhrîcana ku di 21’ê Cotmehê de dest pê kir wê du rojan berdewam bike. Di mihrîcanê de dê konser, panel, pêşangehên hunerî, resîtalên dengbêjiyê û çalakiyên şanoyê bên lidarxistin.

Yek ji rêveberên Komeleya Lêkolîn û Çanda Zimanê Arî Elîf Kivircik der barê Mîhrîcana ku ji aliyê jinan ve rastî eleqeyeke mezin hat de axivî, diyar kir ku gel bi hesreta xebatên çand û zimanê xwe ye û ev xebat dê bidomin.

‘Mihrîcanê hêvî da gel’

Elîf Kivircik bi bîr xist ku beriya niha li gelek bajaran mîhrîcana jinan hatiye lidarxistin û diyar kir ku ev mîhrîcan ji bo li dijî polîtîkayên şerê taybet bi gel re bên gel hev bingehek e û got: “Lidarxistina vê mîhrîcanê ji aliyê her kesê ve bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin. Mirov li qad û kolanan, bi hesreta ziman û çanda xwe ne. Bi taybetî ji ber qedexeyên van salên dawî, hewl dihat dayîn ku gel ji aliyê civakî ve bê tepisandin. Em jî demeke dirêj bi astengiyan re rû bi rû man. Tevî van zextan jî xebatên ku me kirin moralek mezin dan gel. Jinên ku tên vê derê kêfxweşiyê bi hev re û di malên xwe de dijîn.`

‘Divê em ziman û hunera xwe li her derê vebêjin’

Elîf Kivircik, anî ziman ku qeyûmên tayînî şaredariyên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, bi bernameyên ku di bin navê ‘mîhrîcanê’ de ji bo asîmîlasyonê li dar dixin, dixwazin gel ji çanda wan dûr bixin û wiha berdewam kir: “Divê em her dem ji bo huner û çanda xwe bixebitin. Ji ber ku beşên li dijî vê yekê radiwestin û dixwazin çanda me tune bikin hene. Ji vana ya yekem qeyûmên ku li şaredariyan hatine tayînkirin in. Ji bo zimanê me qedexe bikin û bi me bidin jibîrkirin her tiştî dikin. Ew baş dizanin ku ji ber vê yekê li vir hatine wezîfedarkirin. Di serî de ez dixwazim bibêjim ku polîtîkayên wan tu carî dê negihîjin armancên xwe. Em bi salan e li dijî van polîtîkayan ji bo parastina huner û çanda xwe têdikoşin. Em ê parastina vê yekê bidomînin. Çand û zimanê Kurdî hunereke kevnar e ku dîroka wê digihîje gelek salan û heta îro hatiye. Divê em girîngiya vî ziman û hunerê di nava gel de belav bikin. Ez wisa difikirim ku bi xebatên baş wê xwederketin û vejandina çanda kevnar derkeve holê.”

‘Ji jinên rêxistinbûyî ditirsin’

Elîf Kivircik destnîşan kir ku sîstem herî zêde bi polîtîkayên şerê taybet jinên Kurd hedef digre û diyar kir ku jinên Kurd ên pêşengiya civakê dikin, weke her pêvajoyê di vê pêvajoyê de jî desthilatdariyê ditirsînin. Elîf Kivircik, diyar kir ku xebat û rêxistinbûna jinan roj bi roj zêde dibe û got: “Her gava ku li Kurdistanê tê avêtin li dijî polîtîkayên şerê taybet e. Divê em li ser van bifikirin û tevbigerin û ji her tiştî haydar bin. Ev polîtîka herî zêde li ser jinan tên meşandin. Her kes dizane çima jin dibin hedef. Ji ber ku jin pêşengiya vê civakê dikin. Di her warî de pêşengiya vê têkoşîn û pêvajoyê dikin. Dema vê dikin jî li hemberî van polîtîkayan hewl didin xwe biparêzin û gel hişyar bikin. Jin bi serê xwe nasname ye, ji ber vê jî herî zêde êrîşê wan tê kirin. Em li her derê bertek nîşanî vê yekê didin û em ê bertekên xwe bidomînin. Em ji ber van polîtîkayên şerê taybet bang li gelê xwe dikin; bila werin û bi hev re li ser vê riya pîroz bimeşin. Li dijî van polîtîkayên qirêj bila têkoşîna xwe mezin bikin xwedî li huner û zimanê xwe derkevin.”