‘Jinên ku xalîçeyan çedikin bi qasî keda ku didin mafê xwe nagirin’

Li Rojhilatê Kurdistanê çêkirina xalîçeyan, bi hezaran sal bi destên jinan heya roja me ya îro hatiye. Jinên ku bi çanda kevnar a bi hezaran salan bi hunera destên xwe didomînin bi vê pîşeyê debara xwe jî dikin lê bi qasî keda xwe ji mafên xwe bêpar in.

SOYDA XORASANÎ

Xorasan – Xalîçe çanda herî kevnar a Îran û rojhilatê Kurdistanê ye û di ware aborî, çandî û civakî de xwedî cihekî girîng e. Li welat ji sedî heştê kesên ku xaliyan çêdikin jin in lê wekî her qadê di vê pîşeyê de jî cudakarî heye. Jinên Xorasanê yên ku xaliyan çêdikin li ser pirsegirêkên ku ew pê re rûbûrû dimînin axivîn û gotin ku “Jinên xalîçeyan çêdikin bi qasî keda ku didin mafê xwe nagrin.”

‘Ji zaroktiya xwe ve min dest bi çêkirina xaliyan kir’

H.N a pêncî salî, di destpêka axaftina xwe de got: “Ez ji çardeh saliya xwe ve xaliyan çêdikim lê têra debara jiyanê nake. Ji ber ku xalîçe karekî nazik e pêwîstî heye ku em bala xwe baş bidin û gelek wextê mirovan digre, tevî ku ji firotin û hinartina xaliyên bi dest çêkirî gelek sûd tê girtin heqdestê xaliyê jî pir kêm e. Ji ber çekirina xaliyan, hemû bedena min nexweş e, çavên min baş nabînin, êşa piştê û stû bi min re çêbûye. Pir westandî me, bi awayekê ku ez nikarim di şevê de ji ber êşê razêm. Ne ger, ne betlane, ne jî demek ku ez bêhna xwe bidim heye. 10 sal in min navber dayê lê tevî ku ez mehane nêzî 400 hezar tumenî digrim jî ji bîmeya tenduristiyê qet nerazî me.”

‘Tenê bazirganên xaliyan ji firotina xaliyên destçêkirî sûdê digrin’

M.D jî jineke xaliyên hevrîşmî çêdike dibêje ku bi qasî nîvê temena xwe xaliyan çêkiriye mîna hunerek, gelek ji çêkirina xaliyan hevrîşmî hez dike û wiha gotinên xwe didomîne: “Ji ber ku zerafet û bedewiya xaliyên hevrîşmî karekî nazik e, kesên ku bi sebr van xaliyan diafirînin divê di nava civakê de xwedî cihekî baş bin û yên ku bi sebir van rolan diafirînin hene. Ev kevneşopiya ku çand û dîroka me temsîl dike ji ber heqdestên pir kêm tê tunekirin.

Ev çend sal in tenê bazirganên di bazara xalîyan de ji firotina xaliyên destçêkirî sûdê digrin û xalîçêker ku karê sereke dikin, mecbûr in bi heqdesteke pir kêm kar bikin. Ez jî ji ber ku bibim alîkara malbatê divê bi heqdestê pir kêm bixebitim, wek nimûne, tevî ku ez dizanim bihayê xaliyên hevrîşimî yên bi dest çêkirî çiqas e.”

‘Sîgorte tenê li ser nav dimîne’

M.D gotinên xwe didomîne û dibêje: “Sîgorta tenê li ser nav dimîne û ew tenê amûrek e ji bo xapandina jinan e. Ji xeynî ceribandinên hêsan, neçar e ku ez bi serbestî li ser prosedurên mayî yên dermankirinê yên wekî ultrasound an MRA an jî kirînê xerc bikim. Ji ber ku ew di nav karûbarên bîmeya bijîjkî de ne. Ez wek karkerek bi 15 sal ezmûna kar, ger bixwazim pêncî milyon deynê xalîçeçêkirinê bistînim, divê sê çar salan li benda deynekî bimînim, çavên min wisa lawaz in. Ez nikarim bê berçavk jî bixebitim, ez wisa êşê dikşînim ku hêvî nakim deh salên din jî bijîm.”