Jinên Efganistanê ji bo hunera gravûre atolyeyan avakirin

Mallika Sedat û Soraya Sedat ku li Heratê bi hunera gravûrekê re mijûl dibin, ji bo perwerdeya zarokên keç ên ji ber qanûnên Talîbanê yên li dijî jinan nikarin diçin dibistan û zanîngehan, atolyeyek ava kirin.

BAHARİN LEHİB

Herat- Jinên Efganistanê tevî zextên Talîbanê, israr dikin ku li gelek qadan beşdarî jiyana civakî bibin. Li Qaele Bakhtiarî ya yek ji cihên dîrokî ye, gelek dikanên ku hûn hunerên destan ên Efganistanê bibînin hene. Piraniya dikanan jin birêve dibin. Hin jinan ji ber zextên Talîbanê ditirsin biaxivîn, jinên bi navê Mallika Sedat û Soraya Sedat têkildarî jiyana xwe ya xebatê ji ajansa me re axivîn.

Perwerde didin zarokên keç

Yek ji hostayên gravûrê Mallika Sedat, ev sê sal in di vê qadê de xebat dimeşîne. Mallika Sedat a bi Soraya Sedat re 21 zarokên keç di vê qadê de mezûn kir, nîha atolyeyek ku perwerde didin xwendekarên keç ên ji ber Talîbanê nikarin biçin dibistan û zanîngeh jî, avakirin.

Mallika Sedat, da zanîn dîroka dirêj a gravûra Nurîstanê heye û wiha got: “Gravûr ji peyva ‘Heq’ ku tê wateya kolandinê hatiye afirandin. Em li Efganistanê gelek kesên ku di sektora nexşan de li ser axşeb, kevir, metal û tiştên curbecur dixebitin, nas dikin. Ez û Soraya Sedat li Heratê yekemîn damezrînerên gravûrê ne. Me hejmarek zêde xwendekar perwerde kir. Niha li cihên cuda yên bajarê Heratê xebatên me çêdibin. Wekî bi milyonan zarokên keç ên Efganî, ez jî ji ber rêveberiya Talîbanê nekarî perwerdeya xwe berdewam bikin.”

Mallika Sedat, da zanîn di serî de Ewropa ji welatên cuda gelek rojnamevan tên wîyaletê û bal kişand li ser van gotinan: "Talîbanê ji bo sûcên xwe yên li dijî veşere, destûr nade ez û hevpîşeyên min ên din karê xwe bikin.”

Ev du sal in ez nikare perwerdeya xwe bidomîne

Mallika Sedat, ji bo jinên dev ji xebat û xwendinê berdidin peyama xwe ragihand û wiha axivî: "Ez jî ev 2 sal in nikarim perwerdehiya xwe bidomînim, ez ji jinên din re jî hertim dibêjim rêyek bibînin û xwe perwerde bikin. Ji ber ku tu rewş heta dawiyê eynî namîne. Ev şert û merc neguher e, ez dikarim bi sala nû re bi şert û mercên nû dest bi jiyanê bikim. Divê em ji şert û mercên hîn baştir re amade bin û hewl bidin xwe jêhatîtir bikin. Di dawiyê de cîhek ku hûn bikaribîn jêhatîyên xwe derbixin holê çêbibe.”