Jinên ciwan ên şêwekar reng dan dîwarên dibistana zarokên Germiyanê

Du jinên ciwan Roza Nûrî û Lane Luqman ji bo dilê zarokên otistên Germiyanê xweş bikin reng dan dîwarê dibistana wan û di nava wan rengan de jî peyama xwedîderketin û baş perwerdekirina zarokan dan.

 
HEWAR MEHEMED
Germiyan – Du jinên wênesazên Germiyanê Roza Nûrî û Lane Luqman ji bo dilê zarokên dibinstana otîstan xweş bikin. Wan rengên xwe girtin destê xwe û dîwarên dibistanê hemû bi wêneyan renga reng kirine. Di her wêneyek wan de peyamek heye. Ji bo malbat bikarin hîn baştir li zarokên xwe yên otist û ji zarokên dinê cudane xwedî derkevin peyamên giring dane. 
“Min xwest peyama baş perwerdekirina zarokan bidim”
Şêwekar Roja Nûrî ya zêdetir bala wê li ser xêzkirina zarokên otîste û dixwaze malbat wan baş xwedî bike di derbarê karê xwe yê hunerî de ev tişt got: “Min û hevala xwe Lane me xwest ji bo dilxwaziya zarokan dibistanê reng bikin. Dibe ku zarok tenê weke reng bigikirin û pê dilşa bibin, lê armanca me tenê ne ewe, me xwest em hinek peyamên civakî jî bidin dîtin. Ji bo hem mamosta hem jî malbat li zarokên xwedî pêdawîstiyên taybet ên weke otîzmê baş bên perwerdekirin min taybetî bal kişandiye ser wê û wêneyê zarokek di destê dayik û bav de xêz kiriye. Di vî wêneyî de min xwest balêbikişînim ser rola dayik û bav a ji bo xwedîkirina van zarokan. Wekedin min û heval xwe Lane me bi hev re darek xêzkiriye ku gelek şaxên wê hene, ew jî di wateya hevkarî û şêwirmendiyê dene.”
“Me xwest dilê zarokan xweş bikin”
Jina ciwan a şêwekar Lane Luqman jî da zanîn ku wê û hevala xwe Roza bi hev re bernameyek danîn pêşiya xwe û wiha domand: “Me ji bo dilxweşkirina zarokên dibistanê xwest karekê bikin. Me gelek wêneyên peyamên civakî têde heyî çêkirin û hêvîdarim her kes bi baldarî nêzî van zarokan bibin.”