Jinên beşdarî merasîma Komsay bûn: Divê çand were parastin

Jinên ji pêkhateyên cuda yên beşdarî merasîma Komsay a li Hewremana Rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin bûn bal kişandin ser girîngiya parastina çandê û gotin ku riya parastina çandê bi yekitiya gelan gengaz e.

JUAN KERAMÎ

Hewraman - Merasîma Komsay a Hewramanê yek ji kevneşopiyên herî kevin û dîrokî ya Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye. Her sal piştî cejna Pîrşalyar a di werza zivistanê de tê pîrozkirin, di werza biharê de jî merasîma Komsay a çandî tê lidarxistin û mêvan û kes ji herêmên cuda tên beşdar dibin. Mêvanên ku beşdarî merasîma Komsay bûn der barê beşdarbûna xwe ya ji bo merasîma Komsay de ji ajansa me re axivîn.

‘Pêwîstiya me bi zindîkirina çanda me heye’

Yalda ya bi eslê xwe Tirk e ku ji Bostanabada Azerbaycanê hat Hewramanê û beşdarî merasîmê bû wiha got: “Divê çanda bi vî awayî were zindîhiştin û bi tevahiya Îranê bidin nasîn. Divê em ji xelkê re bibêjin ku çend sed sal berê li ser vê xakê çalakiyên azadane hatine lidarxistin û gel jin û mêr bi awayekî azad beşdarî çalakî û merasîmên çanda civaka xwe dibûn. Îro ji ber hikûmeta Komara Îslamî beşdarî bi awayek azadane nayên kirin, hemû tişt formalîte ne. Niha  ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi zindîkirina çand û merasîmên wiha heye.”

’Divê yekitî were parastin’

Şakîla dayika du zarokan e û li gel malbata xwe ji Mehabadê berê xwe da Hewramanê da ku beşdarî merasîma Komsay bibe der barê merasîmên çandî de wiha got: “Şeva borî dema min ji jin û mêran re qala merasîma Komsay kir, min fêm kir ku ev merasîm girseyî ye û ji hemû welatan di rojekê de li vir kom dibin. Ez wisa difikirim ku bi hinek awayan hewl tê dayîn yekitiya xwe biparêzin û di vê rewşa heyî de û bi van zextan bi rastî jî pêwîstiya me bi yekitiyê heye. Hêvî dikim ne tenê ji bo Kurdistanê be û hemû gelên Îranê û aliyên opozîsyonê bikaribin vê hevpeymanê bikin û beşdarî vê merasimê bibin. Xwezî ev merasîm ne tenê ji vir, ji hemû bajaran derfet hebûya li vir bicivin.”

‘Divê çand neyê guhertin’

Turîsta bi navê Roşenk Zan ku ji bo beşdarî vê merasimê bibe gelek kîlometre rê hatiye got: “Bi rastî pêwîst e merasîm û çandên bi vî rengî bên parastin, ji ber ku mixabin kevneşopiyên salane ji holê radibin. Divê cil û bergên gelê wan jî werin parastin, ji ber ku min dît gelek Kurd êdî cil û bergên xwe li xwe nakin êdî ev merasim nayên lidarxistin an cil û bergên wan nemane. Ji ber ku min gelek jinan dît êdî li xwe nakin. Divê çandên wiha hebin, ev çandeke ku ji destpêkê ve hebûye û divê were parastin û neyê guhertin.”