Jinên beşdarî Festîvala Zivistanê bûn berhemên xwe yên destan pêşkêş kirin

Jinên beşdarî Festîvala Zivistanê ya ku li Silêmaniyê hat li dar xistin bûn, berhemên xwe yên destan ên hêja pêşkêş kirin.

Silêmanî – Festîvala Zivistanê ya ku dê di navbera 22-27’ê Kanûnê de li bajara Silêmaniyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê Federal bê lidarxistin, duh dest pê kir. Festîvala ku dê 6 rojan dombike, taybetmediya bûyîna festîvala herî mezin hildigre, ji festîvale re hejmarek zêde jinên peyaner ên jî Başûrê Kurdistanê beşdar bûn. Her wiha jinên Rojhilatê Kurdistanê di festîvalê de berhemên xwe yên destan pêşkêş kirin.

‘Festîvalên bi vî rengî her jinek teşwîq dike’

Yek ji beşdarên festîvalê Bakhan Jamal wiha got: “Ez pasta û şîrîneyan çêdikim. Ev festîvala çaremîn e ku ez beşdar dibim û hêvî dikim festîvalên bivî awayî berdewam bikin. Festîvalên bi vî rengî her jinek teşwîq dike ku ji bo avakirina karê xwe baweriya xwe bi jêhatibûnên xwe bine. Ji ber ku jêhatîbûnek her jinê heye ku dikare pêş bixe û li ser bixebite."

Yek ji beşdaran Guna Muhammed a ji Rojhilatê Kurdistanê jî diyar dike ku ji bo pêşkêşkirina berhemên xwe beşdarî vê festîvalê bûye.

'Divê hîn zêdetir bên kirin'

Avesta Muhammed ku wek mêvan beşdarî festîvalê bû, wiha axivî: “Ez ji ber ku em dikarin hunerên destan ên ku jêhatîbûn û karên jinan nîşan didin fêr bibin, xwest serdana vê festîvalê bikim. Divê festîvalên bi vî awayî her sala bên li dar xistin. Ji bo zindîkirina çand Kurd festîvalên bi vî rengî girîng in.”