Jinên Êlihê: Em ê ji bo çand û zimanê xwe têbikoşin

Jinên beşdarî Mîhrîcana Jinê ya Çand û Hunerê ya ku li Êlihê hat lidarxistin bûn, diyar kirin ku ew ê têkoşîna çand û zimanê xwe bidomînin û peyam dan ku ew ê rê nedin polîtîkayên şerê taybet.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Êlih- Çand û Hunera Jinê ku ji aliyê Organîzasyona Sanatça, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Giştî (KESK) û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ve di navbera 21-22’ê Cotmehê de li Êlihê bi dirûşma “Jina Azad Hunera Azad/Ozgur Kadin Ozgur Sanat” ciwanan eleqeyeke mezin nîşanî mîhrîcanê dan. Di mîhrîcanê de ji şanoyê heta konserên muzîkê, ji pêşandanên reqsê heta çalakiyên ji bo zarokan gelek çalakî hatin lidarxistin.

Jinên ciwan ên beşdarî mîhrîcanê bûn, xwestin balê bikşînin ser xebatên bi vî rengî ku wê çand û zimanê Kurdî li dijî asîmîlasyon û dejenerebûnê bi pêş bixin û gotin: “Em bi salan e ji bo çanda xwe têdikoşin û em ê têkoşîna xwe bidomînin jî.”

‘Em ji mêj ve li benda kêkolînên bi vî rengî bûn’

Jinên ciwan ên ku me mîkrofona xwe di mîhrîcanê de dirêjî wan kir û bi taybetî ji aliyê jin û zarokan ve rastî eleqeyeke mezin hatin, behsa wateya mîhrîcanê ya ji bo xwe kirin.

Narîn Erol: “Nêzî hefteyekê li bajêr xebatên vê festîvalê tên meşandin. Li vê erdnîgariyê mîhrîcaneke ku dihat bêrîkirin û xwestin tê lidarxistin. Di vê wateyê de ez hemû hevalên me yên jin ên ku ked dane pîroz dikim. Ev xebata watedar di heman demê de bersivek e ji çalakiyên di bin navê mîhrîcanan de ku îro li Êlihê li navçe û bajarên vala ji bo demekê bi destên qeyûman ji bo jinan hatin lidarxistin. Cejna gûz û tirî li cihên wek Hesenkeyfê tên lidarxistin. Her kes dizane ku yên van dikin bi rastî jî xerîbê vê civakê ne ku hewcedariyên vê civakê nizanin.

Em ê huner û zimanê xwe zindî bihêlin

Hemû xelkê Êlihê dizanin ku berê beriya qeyûm tayîn bikin li vir mîhrîcanên pir watedar dihatin lidarxistin. Bi milyonan kes beşdarî konsera Ciwan Haco bûn, ku hê jî behsa wê tê kirin. Bandora mîhrîcanan û pêdiviya wan li her qadê diyar bû. Her çend ew mîhrîcanek du rojan kurt be jî, ez difikirim ku em ê di rojên pêş de bi rastî teyisînên wê bibînin. Mîhrîcanên wiha divê berdewam bên lidarxistin. Em dixwazin her tim çalakî bên lidarxistin ji bo ku çand an jî dîrok zindî dihêle.”

‘Bi vê mihricanê em di gelek mijaran de bûn xwedî agahî’

Tuba Demîr: “Pêwîste mîhrîcanên bi vî rengî bi rêkûpêk bên lidarxistin. Li bajarê me û heta li herêmê jî pêwîstî bi tiştên wiha heye. Qeyûm her tim li vir mîhrîcanan li dar dixin, em her tim tên astengkirin. Ev festîval di her warî de me gelekî kêfxweş kir û me ronî kir. Hêvîdar im ku xebatên me yên bi vî rengî di pêşerojê de zêdetir bibin. Jin û ciwan van çalakiyan bi hev re zêde dikin. Ji bo vê jî em ê xebatên tax bi tax bidomînin. Pergal di her qadê de çand û nirxên Kurdan dike hedef. Carna bi hewla tunekirinê û carinan jî bi hewla asîmîlekirinê vê dike. Di vê wateyê de ez weke jin dikarim vê bibêjim; sîstem wê tu caran negihije armanca xwe. Gelê me mirovên hişmend e ku ne tenê di warê çand û hunerê de di gelek waran de jî bedel dane. Bi qeyûm an jî polîtîkayên şer nikarin gelê me biguherînin. Wê nikaribin vê bawerî û vînê têk bibin. Di vê wateyê de em ê li dijî asîmîlasyonê li ber xwe bidin û nirxên xwe biparêzin.”

‘Qeyûm ji derveyî tiştên vala tu xebatê nake’

Asmîn Kaya: “Em weke jinên Kurd her dem dixwazin beşdarî mîhrîcanên wiha bibin. Gel bêriya karên wiha kiriye. Bi salan e em ji bo çanda xwe têdikoşin û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ev xebat ji bo me pir watedar in. Weke ciwan ez beşdarî gelek mîhrîcanan bûm. Lê xebatên bi zimanê min ê zikmakî ku çanda min nîşan didin, ji bo min hem bi watetir û hem jî xweştir in. Xebatên ku qeyûm dikin, bi tu awayî bal min nakişînin. Xebatên bi vî rengî ji min re tiştên xweştir tîne. Her xebata ku em dikin ji mîhrîcanên vala yên ku ji aliyê qeyûman ve têne organîze kirin kûrtir û berhemdartir in.

‘Divê em xwe pêş bixin û bibin yek’

Samya Aratemur: “Li gorî min divê her hefte xebateke bi vî rengî pêk were. Divê gel jî beşdarî van xebatan bibe. Dema ku em îro lê dinêrin, em bi qeyûman û pêvajoya dawîn 20 sal berê vegeriyan. Li hemberî van zextan divê em van rojan bi pêşdebirina xwe û parastina çand û zimanê xwe derbas bikin. Êdî kes li kolanan bi Kurdî napeyive, mirov di malên xwe de zarokên xwe fêrî Kurdî nakin. Mamosteyê yekem yê mirov dê û bave. Di vê demê de divê ku mirov bi zarokên xwe re bi Kurdî bipeyive û wan fêrî nirxên wan bike. Werin em wekî gel her tim li pêş bin. Werin em bi hatina gel hev û têkoşînê li hemû nirxên xwe xwedî derkevin. Ji ber wê jî bila her hefte ev mîhrîcan bên lidarxistin ez ê her hefte beşdarî mîhrîcanê bibim. Êdî bi vî rengî namîne, divê em ji cîhekî dest pê bikin.”