“Jina zana dikare xwe bi awayê herî baş di civakê de biparêze”

Endama Komîteya Perwerdeyê ya bajarê Helebê Cîhan Berkel diyar kir ku xwendina pirtûkan hişmendiya mirovan dide guhertin, wan zana dike û got: “Min gelek pirsgirêkên xwe bi xwendina pirtûkan derbas kirin her wiha xwendina pirtûkan bandorê li ser kesayeta mirovan dike.”

SARA ŞÊX HESEN
Heleb- Ji bo ku asta zanabûnê di civakê de bi pêş bikeve pêwîstî bi xwendina pirtûkan heye. Kesên ku bi xwendina pirtûkan re mijûl dibin, di gelek aliyan de berhemên hêja bi dest dixin. Zanyariya mirovan bi riya xwendina pirtûkan bi pêş dikeve. Mixabin di dema niha de çanda xwendina pirtûkan hatiye paşguhkirin, ev jî vedigere sedema mijûlbûna ciwanan bi pergala kapîtalîzmê re her wiha rewşa koçberiyê û şerê çekdarî yê ku li welatan rû dide. Bêguman dûrketina civakê ji çanda xwendina pirtûkan dê bi awayekî neyînî bandorê li nifşên pêşerojê bike, tevî vê yekê kesayetên rewşenbîr û saziyên rewşenbîrî hewl didin çanda xwendina pirtûkan zindî bikin.
Cîhan Berkel a 33 salî bi xwe ji bajarê Kobanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê dijî. Cîhan ji 13 saliya xwe ve pirtûkan dixwîne, bi dehan cureyên pirtûkan xwendiye û niha jî cihê xwe di Komîteya Perwerdeyê ya Bajarê Helebê de digre. Têkildarî mijarê Cîhan Berkel ji me re behsa girîngiya xwendina pirtûkan kir. 
Guhertinên ku bi xwendina pirtûkan çêdibin
Cîhan bal kişand ser sûd û girîngiya xwendina pirtûkan û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Xwendina pirtûkan pir pêwîst e di civaka me de, ji ber ku pirsgirêkên me di civakê de pir hene û sedame wê jî vedigere nezanebûna mirovan û hişmendiya wan. Dema ku Rêber Apo pirsgirêkên me yên civakê dinirxîne dibêje; “Çareserkirina pirsgirêkên me yên civakî bi jinan ve girêdayî ye”, ew jî tê wateya ku çiqas jin di civakê de bi pêş bikevin, ewqas jî civak bi pêş dikeve. Pergalên desthilatdar heya roja îro bandorê li gelek aliyên jiyana me dikin û heya niha jî di navbera herdu zayendan de cudakariyê dike. Çareserkirina van pirsgirêkan hemû di destên jinan de ye, ji ber vê yeke pêwîst e jin lêgerîna rastiyê di hundirê xwe bidin destpêkirin. Ger ev yek bi pêş bikeve dê hişmendî jî bê guhertin, ji ber ku ger di hişmendiyê de guhertin neyê çêkirin, di aliyê baweriyê de jî tu guhertin çênabe. Ji bo vê yekê divê heta mirov bikaribe guhertinê di aliyê hişmendî û baweriyê de çêbike pêwîst e em bixwînin û xwe perwerde bikin. Rast e niha em di saziyên xwe de perwerde dibin û didin lê ev hemû têrê nakin, tim milekî xwe kêm dimîne ji bo wê divê perwerdeya kesayetî jî esas bê girtin.” 
“Min pirsgirêkên xwe bi xwendina pirtûkan çareser kir”
Cîhan bal kişand ser bandora xwendinê li ser kesayeta mirovan û wiha domand: “Em bi awayekî rojane rastî pirsgirêkên jiyanî tên, ji bo wê pêwîstî bi lêgerîna çareseriyê heye. Wek jinek min pirsgirêkên xwe bi xwendina pirtûkan derbas kir. Pirtûkên cur be cur hene, ger mirov bikeve kûrahiya naveroka mijarên wê dê gelek bandor û guhertinan bi xwe re çêbike. Heya ji destên min tê, ez hewl didim hejmareke baş ji pirtûkan bixwînim. Ez pir ji xwendina pirtûkan hez dikim, ji ber ew hizir û zanebûnên min fireh dike. Dibe ku pir kes pêwîstî bi xwendina pirûkan nabînin lê ev yek şaş e. Rêbaz û gotinên mirovan bi xwendina pirtûkan re tên guhertin, danûstandinên pir zanyarî bi pêş dikevin. Mirov dikeve wê ferqê û têgihîştinên pir ber bi çav dibîne.”
 “Pêwîst e xwendina pirtûkan di civakê de weke çandekê bê rûniştandin”
Di dawiya axaftina xwe de Cîhan bang li tevahî jinan kir, bi taybet li jinên ciwan kir ku divê girîngiyê bidin xwendinê û wiha bi dawî kir: “Banga min ji hemû jinên civakê re û bi taybetî ji jinên ciwan re heye ku girîngiyê bidin xwendina pirtûkan. Divê xwendina pirtûkan weke çandekê di civakê de were belavkirin. Ev nifşê nû çiqas ketiye bin bandora kapîtalîzmê divê em wê derbas bikin û civakek zana ava bikin.”