Jin reng dan merasîma Komsay a li Hewremanê hat lidarxistin

Merasîma Komsay bi beşdariya gelek jinan li herêma Hewremanê hat lidarxistin lê belê di komên di merasîmê de derketin ser dikê tunebûna jinan bû sedema helwesta jinên ku beşdarî merasîmê bûne.

Hewreman- Komsay merasîmeke olî û qedîm a gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ye. Di merasîmê de pez dikin qurbanî, li defê tê xistin û dua tên kirin, xwarineke taybet tê çêkirin û li xelkê tê belavkirin, helbest tên xwendin. Merasîma şikandina kevirekî taybet jî heye ku xelk wek pîroz hildigrin. Merasîma Komsay duh roja 5’ê Gulanê li Hewremanê bi beşdarbûna bi sedan mêvan û pêşengên jinan hat lidarxistin. Di merasîmê de gotar, jenînî şemşal, devjenî û merasîma resen a Komsay hat pêşkêşkirin.

Stranên bi awaza bilûr û tembûrê hatin gotin

Di destpêka merasîmê de peyam hatin xwendin piştre pêşkêşkirina awazên bilûr û tembûrê, bi gotinan bala hemû beşdaran kişand. Jinên ku stranan gotin li gel koma xwe li ser dikê awazên xwe pêşkêş kirin û ew awaz rastî eleqeyek mezin hatin.

Jin bi cil û bergên gelerî merasîmê xemilandin

Berovajî ji ber nebûna jinan li ser dikê, piraniya mêvan û kesên ku beşdar bûne ji jinan pêk dihat. Piraniya wan jinên Kurd, jinên ji pekhateyên cûda bûn û ji hemû bajarên Îranê bi cil û bergên xwe yên xweşik û rengîn beşdarî merasîma Komsay a li Hewramanê bûn, dîmenek xweş û rengîn derket holê.

Pêşangeha berhemên destan

Her wiha di merasîmê de pêşangeha berhemên ku bi destan tên çêkirin, ên herêma Hewramanê û xwarinên Kurdî hat vekirin. Pêşangeh ji çend konan pêk dihat û ev pêşangeh ji aliyê jinan ve rastî eleqeyek mezin hat.