Jin di mîhrîcana wêjeyê de hûner û wêjeya xwe pêşkeş dikin

Bi serpereştiya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 6’emîn Mihrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê li bajarê Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir.

Qamişlo – Bi armanca bîranîna wêjevan û siyasetmedarê Kurd Osman Sebrî, her sal Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mihrîcana wêjeyê lidar dixe. Îro jî û bi amadebûna kesên nivîskar, helbestvan û rewşenbîr li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha kesayetên siyasetmedar û rêxistinên jinan 6’emîn Mihrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a li bajarê Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpê kir. Têkildarî mihrîcana ku dê sê rojan bidome, Endama Komîteya Amadekar a Mihrîcanê Nerîman Evdikê bi ajansa me re axivî.

“Wêjeya îsal balê dikişîne li ser romanan”

Nerîman Evdikê da zanîn ku tevî zehmetiyên heyî jî çalakiya xwe nedan seknandin, her wiha diyar kir ku di vê salê de bal li ser romanan hat kişandin û wiha pêde çû: “Weke tê zanîn ev mihrîcan salane tê lidarxistin ku dikeve sala xwe ya şeşemîn de. Bernameya me ya îsal li ser sê rojan dewam dike, bêguman ji ber rewşa awarte û şerê heyî me nikarîbû ji wiha dirêjtir bikin. tevî zehmetiyên ku tên jiyîn jî me xwest ku em di demeke kurt de li dar bixin û çalakiyên xwe nedin seknandin. Naveroka mihrîcanê li ser wêjeyê ye, her sal em balê dikişînin li ser milekî wê, îsal jî me bal kişand li ser Romanan.”

“Berhemên ku beşdar bûne bi pênûsa jinan hatine nivîsnadin”

Nerîman Evdikê di nav axaftina xwe de aşkere kir ku berhmenên hatine beşdarkirin gelek ji wan bi pênûsa jinan hatine nivîsandin ku dê di rojên pêş de pêşengtiyê bidin hev û wiha got: “Ji bo beşê pêşbirkê jî roman hatine beşdarkirin, ji xwe gelek raman ji wan bi pênûsa jinan hatine nivîsandin. Beşdarbûneke jinan a xurt heye di vê dewreyê de, di rojên mihrîcanê yên pêş de dê romanên bi serketî bên xuyakirin. Helbet ev mihrîcan derfeteke baş e ku bi taybet nivîskarên jin û ciwan derkevin pêş û berhemên wan werin xuyakirin. Piştî vê mihrîcanê wê têkiliya me bi van nivîskar û helbestvanan re xurtir bibe da ku em bikaribin riyan ji hev re vekin.”

Wekî roja yekemîn ji mihrîcanê, sinevizyon der barê jiyana wêjevan Osman Sebrî hat pêşandan. Di heman demê de ji hêla Koma Hîlala Zêrîn a muzîkê hin stran hatin pêşkêşkirin. Ji aliyê xelatgirên pêşbirka mihrîcana pêncemîn çîrok hatin xwendin. Her wiha pirtûkên ku di dewreya pêncemîn de bi ser ketibûn wekî pirtûka (Pirseke li ser lêvan) ku bi pênûsa Sena Hacî hatiye nivîsandin û pirtûka (Darbesta Vala) ya ku bi bi pênûsa Selam Husên hatiye nivîsandin, hatin îmzekirin.

Hêjayê bi bîrxistinê ye ku dê ev mihrîcan sê rojan bidome.