Jin bi pergala Netewa Demokratîk xwedî li çandê derdikevin

Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên rojane rastî êrîşên dagirkeriyê tên li ser bingehê pergala Netewa Demokratîk parastina çand û hebûna xwe dikin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li ser bingehê Netewa Demokratîk pergala xwe ava dike, jinan di qada çand a yek ji rehendên herî sereke ya vê pergalê ye gavên mezin davêjin, pêkhateyên heremê di bin sîwana çandê de digihînin hev.

Tevgera Hîlala Zêrîn a navçeya Til Temira Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriye, bi avakirina koma govendê ya li ser navê Sosin Bîrhat a yek ji fermandarên YPJ’ê ku di 19’ê Tebaxa 2021’an li Til Temirê di encama êrişa hawayî ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, çandê diparêze. Rêveberiya Koma Govendê ya Şehît Sosin Bîrhat a jinên Kurd û Ereb digihîne hev, behsa avakirina komê kir û li hemberî êrişên ku li ser çandê tê kirin pêwistiya parastina çandê anî ziman.

Êrişên li ser çandê

Reşa Elo got ku ew rastî gelek cureyên êrîşan ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tên û wiha domand: "Tu ji kê bipirsî, bêguman wê bibêjin bingeha her civakê çand e û tişta sereke di civakbûyînê de ye. Çand gelek neteweyan tîne cem hev û hevgirtinê dide çêkirin. Êrîşên ku îro herêma me jî pê re rû bi rû dimîne bêguman çanda gelan hedef digre. Ew hêza ku me ji çanda dapîr û bapîrên xwe girtiye heya roja îro em pê berdewam dikin, ji hêzên leşkerî re dibin stûn û piştgiriyê didin wan. Çanda bingehîn û destpêkê axa me ye, paşê kevneşopiyên civakî û tiştên din tên."

Koma Şehît Sosin a govendên foklorî ava kir

Reşa Elo destnîşan kir ku di nava êşên şoreşê û êrîşên dagirkeriya tirk de xewn û xeyalên rêhevalên canê xwe fedayî vê axê kirine pêk tînin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Gelek rêheval, fermandar û jinên şoreşger û pêşengên şoreşa me canê xwe ji dest dan û bûn stêrk li asîmanan, yek ji wan jî Şehît Sosin Bîrhat bû. Ji bo em xewnên rêhevala xwe di hevgirtina jinan de pêk bînin, me Koma Şehît Sosin a govendên foklorî ava kir. Bêguman ev jî ji me re dibe hêzek ku em her riya pêşenga xwe bişopînin.”

Li ser bingehê Netewa Demokratîk xwe birêxistin dikin

Derbarê komê de Reşo Elo destnîşan kir ku kom nû hatiye avakirin û bi pêşengiya du mamosteyên govendê niha provayên xwe dibînin. Reşo Elo destnîşan kir kom bi girîngiya renehda çandê ya pergala Netewa Demokratîk kar û xebatên xwe didomîne û wiha domand: “Heman wextê govendên ku fêr dibin ne tenê girêdayî herêmekê ne, girêdayî hemû herêmên her çar aliyên Kurdistanê ye. Çand gelek tiştan di nava xwe de vedihewîne û ne tenê girêdayî neteweyek e, çand hevgirtina gelan e."

Rola jinan a di çandê de

Reşa Elo da zanîn ku Tevgera Hîlal Zêrîn rastiya hunera jinan di sedsala 21'ê de ji nû ve vedijîne û wiha pêl da gotinên xwe: "Rola jinan di hunerê de bi taybetî di civaka me ya rojhilatî de, di encama hişmendiya baviksalarî de hatibû paşguhkirin. Ji lewre Tevgera Hîlala Zêrîn roleke pir girîng, dîrokî û çarenûsî dilîze ew jî ji nû ve vejandina rola jinan di çandê û qetandina çarşeva tarîtiyê û şermê ji ser xwe ye. Tevgera Hîlala Zêrîn vegera jinan ji cewher û resenbûna wan re ye."

‘Jin di pêkanîna pergala Netewa Demokratîk de xwedî roleke dîrokî ne’

Reşa Elo bal kişand ser hevgirtina jin û gelan û wiha domand: "Dewleta tirk a dagirker jî dixwaze hevgirtina jinan û gel ji hev bixîne. Em dibînin ku bi dehan welatên Ereban hene lê belê hevgirtinek wan nîn e li hember dagirkeriyê bibin bersiva pêvajoya me ya çarenûsî. Ji ber wê jî jinên ku pêşengiya rûniştandina projeya Neteweya Demokratîk dikin roleke dîrokî dilîzin. Ev hêz û hevgirtina gelan bi awayên cuda li ser civaka me û civaka derve jî bandorê çêdike. Ger mirovek baş siyaseta Erdogan nexwîne û nas neke wê nikaribe li hemberî êrîşan li ber xwe bide û têbikoşe.”