“Jin bi keda destên xwe reng didin jiyanê”

Iptîhal Mehmûd a ku ji zaroktiya xwe ve karê destan dike, xwe ji bo pêşangehê amade dike.

HÊLÎN EYLÛL

Qamişlo - Ji destpêka mirovahiyê heta roja me ya îro jin bi keda destên xwe ji bo malbat, cîran û civakê, berheman çêdikin. Bi kurtasî ji bo derdora xwe, gore, papik, qazax û hwd. bi keda dest û çavên xwe çêdikin. Yek ji hunerên destan ên jinan a herî qedîm teşî ye, bi teşiyê jin, sembola dirokî ji çanda qedîm diparêzin. Jinan berê bi riya teşiyê rîs dirêsan bi wê rîsê papik, gore û qazax bi zarok, malbat û cîranên xwe re dihûnandin. Rêvebere Çand û Hunerê ya Navenda Hêzil a Navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Kantona Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Iptîhal Mehmûd ku ji zaroktiya xwe ve meyla wê ji karên destan ên hunerî re heye der barê karên destan de axivî.

“Min di zaroktiya xwe de ji karên destan hez dikir''

Iptîhal Mehmûd diyar kir ku ji zaroktiya xwe ve ji karên destan hez kiriye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Min ji zaroktiyê ve ji karên destan hezd ikir, ev hezkirin jî bû sedema derbasbûna merheleya seretayî û navîn ku paşê min li Peymangeha Hunerên Bedew li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwend û bi dawî kir. Niha jî ez di Navenda Çand û Hunera Navçeya Tirbe Spiyê ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, zarokan fêrî karên destan dikim. Ez gelek kêfxweş dibim dema ku jinên ciwan tên vî karî fêr dibin.”

“Ji bo min ev kar hunerek e”

Iptîhal Mehmud wiha behsa girîngiya karên destan dike: ''Dema min dest bi vî karê kir û heta niha ez pir kêfxweş û bi xwestek kar dikim. Ji ber ku ji zaroktiyê ve hezkirineke min ji vî karî re heye lewma dixwazim jinan fêrî vî karî bikim. Gelek kes dema dibînin ez vî karî dikim pirs dikin, dibêjin çawa tu vî karî dikî? Dema ez vî karî dikim bêhna min fireh dibe û li gel min civakîbûn çêdibe. Bi taybetî di demsala zivistanê de çêkirina berhemên destan ji bo min gelek xweş tê. Karên destan ji min re bûye weke hevalek, dema ez çênekem hîs dikim ku di jiyana min de kêmbûnek çêdibe, ji ber ku karên destan bûye parçeyek ji jiyana min. Di heman demê de, dema ez dibînim ku daxwaza kesan ji bo karên destan çêdibe kêfxweş dibim. Ji bo min ev kar hunerek e.”

''Bi riya karên destan civakîbûn ava dibe''

Iptîhal Mehmûd da zanîn ku ew çanda dayika xwe ji bîr nake ji bo bi pêş bixe her dem hewl dide û wiha got: ''Ji berê ve dayika min jî karên destan çêdikir, gelek model hene ez nizanim lê dayika min dizane. Dayika min tiştên kevin çêdike, ez jî yên nû çêdikim. Gelek model hene em ji hev fêr dibin. Berê li gundan jin bi hev re kom dibûn û gore, papik, qazax çêdikirin. Ji ber ku civaka berê û ya niha ne wekî hev e, kombûn di dema niha de kêm e. Ez dixwazim bi riya karên destan civakbûnê ava bikim.”

''Berhemên jinan kombûna wan nîşan dide''

Iptîhal Mehmûd herî dawî da zanîn ku ew di dema pêş de dê pêşengeha hunerên destan vekin û wiha dawî li axaftina xwe anî: ''Em amadekariyên pêşengehê dikin, armanca me ew e ku di destpêka zivistanê de pêşengeha xwe li dar bixin. Jinên ku niha tên li vir fêr dibin, xwe ji bo pêşangehê amade dikin. Em hemû karên destan çêdiken mîna cilên zarokan, bûkan, nexşê, malan û kefiyeyan jî ji bo jinan. Jinên ku van çêdikin di dema pêşangehê de dixwazin berhemên xwe bifiroşin. Her wiha yên din jî em ê li navendê bihêlin. Ji ber ku tiştên em çêdikin ne ji bo şexsek in ne ji bo saziyê ne. Jixwe di dereceya yekem de daxwaza min a çêkirina karên destan kombûn e, berhemên karên destan kombûna jinan nîşan dide. Jin bi riya karên destan tên gel hev. Ez niha ji bo dema pêş projeyên nû ava dikim.”