Ji xêzkirina kevneşopî heya xêzkirina teknîkî, afirîneriya domdar

Jêhatîbûna jina ciwan Ola Hatem Al-Nimra ya xêzkirinê û bi pênûsa dar çêkirina wêneyên portre bûye çavkaniya debara wê.

NEXEM KERACA 
Xeza- Jina ciwan Ola Hatem Al-Nimra ya 22 salî li Xezayê dijî, di sala 2021'an de zanîngeh qedandiye û li peyî xeyalê xwe yê zarokatiyê wênesaziyê diçe. Ji ber ji xêzkirinê hez dike bi baldarî û hurgulî li ser dixebite û herî zêde jî bi pênûsa dar portreyan xweş çêdike. Hîna di dibistana seretayî de Ola dest bi xêzkirinê kiriye û bi berhemên xwe yên neqişandî beşdarî pêşangehan dibe. Wê demê wêneyên hinek kîmyageran xêz dike, dema dibîne eleqeya li hemberî  wêneyên wê zêdeye, kêfa wê jî tê û wênesaziyê dike karê xwe yê  sereke. Bi demê re Ola di vî pîşeyî de pispor dibe û vê ji xwe re weke çavkaniya jiyanê dibîne û debara xwe pê dike.
“Herî zêde ji xêzkirina portreyan hez dikim” 
Ola Hatem Al-Nimra girêdayî pîşeyê xwe yê xêzkirinê dibêje:" Ji zaroktiya xwe de min ji xêzkirinê hez dikir bi taybet demê ku ez di dibistana seretayî debûm min pir ji dersên xêzkirinê hez dikir heyanî asta ku mamosteyan hezkirina min a ji huner, reng û bedewiya nîgarên min ferq kirin. Heyanî ku diya min berê min da navendên hînkirina bingehên a nîgar û xêzkirinê da ku ez bêtir xwurt bibim. Ez beşdarî du pêşangehên girêdayî navenda hunerê û gelek pêşangehên hunerî yên li dibistanê bûm. Beriya niha min ji bo dibistanê materyalên cûda û gelek karên hunerî xêz dikir. Herî zêde jî ji portreyan hez dikim û xêzên min piranî li ser portre ya ne."
Bi rêka teknolojya wênexêzên xwe dide nîşandan
Ola Hatem Al-Nimra ya xêzkirinê weke durketina ji pirsgirêk û zehemetiyên jiyanê dibîne, ji ber bi xwendina zanîngehê mijulbû beşdarî pêşangehên Onlayn nebû. Ola ya xwe di aliyê xêzkirina li ser teknolojiyê jî pêşdixe got: “Min dikanek elektronî li ser Onlayanê vekir ji bo wêneyên xwe li gorî daxwazan bigihînim wêne hezan. Bi van xebatan min karî heta cihekê wênexêziya gelerî bi ya nûjen re bikim yek. Ez bi rêya bernameyên wekî paint û fotoşop gelek nîgaran xêz dikim. Ez dikarim wêneyan li ser hemû cûreyên cawan û kaxezan xêz bikim ku berevajî nîgarkêşiya gelerî ku kirîna alav û rengên xêzkirinê hewce dike û hewlek mezin dixwaze." 
Ola diyar kir ku firoşgeha bi navê "Nada Store" ji wê re pêşiniyar kiriye ku bi rêya wênexêziyê kesayetên naskirî û hunerhezan bîne gel hev. Ola anî ziman ku ev piroje pir hate hezikirin û qebûlkirin. Ola bilêv kir ku di beşdarbûna van proje û pêşxistina xebatên bi vî rengî de malbata wê jî piştevaniya wê dike.
Ola zehmetiyên di vê xebatê de pêre ru bi ru maye jî wiha pênase dike: "Ez bi gelek astengî û dijwarîyan re rû bi rû bûm. Yek ji wan jî dorpêça li ser herêma Xezayê ya ku nahêle ez rêwîtiyê bikim û li cihên cuda beşdarî pêşangehan bibim e. Di sala 2018’an de li Tûnisê pêşangtehek hunerî çêbû, ji ber dorpêça heyî min nekarî beşdar bibim.”
Ola sudên ji xebata hunera xêzkirinê girtiye jî wiha anî ziman: “Bi afrêneriya hunerê re kesayeta mirov jî şêwe digire û diguhere. Di vê xebatê de baweriya min bi min gelek zêdetir bûye û dikarim bi rehetî xwe bi hunera xêzkirinê bînim ziman. Ez dixwazim tevlî pêşangehên ji derveyî herêma Xezayê bibim, ji ber di her pêşangehekê de hem hunerê xwe dayîna dîtin hem jî kesayetên hunermend û huner hez nasîn bandorek mezin li ser karê mirov dike.”
Ola ya bi wênexêziyê hewil dide xweşikbûna Filistînê derxe derve û bigihîne hunerhezan daxwaz dike xwe bigihîne pêşangehên ji derveyî welat û wêneyên xwe di pêşangehan de bide dîtin.