Ji RAWA’yê Shahla Nasîm: Li Îran û Afganistanê têkoşîn dê serkeftinê bîne

Endama RAWA'yê Shahla Nasîm, diyar kir ku dê bi têkoşîna li Îran û Afganistanê re li dijî zîhniyeta ku dijminatiya jinan û mirovahî dike, bê meşandin re dê serketin were bidestxistin.

BAHARÎN LEHÎB

Kabul– Komeleya Jinên Şoreşger a Afganistanê (RAWA) piştgiriya xwe ji jinên ku li seranserê cîhanê û bi taybetî li Îranê têdikoşîn re pêşkêş kir. Endama RAWA'yê Shahla Nasîm anî ziman ku ew her dem jinên li Îranê li ber xwe didin ji xwe re mînak digrin û di hevpeyvîneke xwe ya ji ajansa me re nêrînên xwe yên der barê jehrîkirina dibistanên ku li Îranê zarokên keç lê perwerde dibînin parve kir.

Shahla Nasîm da zanîn wek jinên Afganî êşên jinên Îranî bi kûrahî hîs dikin û wiha axivî: “Hikûmeta xwînxwar a Îranê ne cara yekem e ku jin û keçên ciwan qetil dike. Li Îranê bi hezaran ciwan û jin di girtîgehên hovane yên vî welatî de tên girtin. Daxwazên van mirovan diyar in, ew jî jiyana azad e. Girtîgehên Îranê tije kesên azadîxwaz in. Em nikarin ji vê rejîma zilimkar tiştekî din hêvî bikin.”

Shahla Nasîm da zanîn ku divê jin û mêrên Îran û Afganistanê li dijî zîhniyeta ku dijmînahiya jin û mirovahiyê dike têkoşinê bimeşînin û wiha got: "Em bawer dikin ku bi têkoşîn û berxwedanê ya qezenc bike dê serkeftin be."

JINHAGENCY | RAWA’dan Shahla Nasim: İran ve Afganistan’da mücadele zaferi getirecek (jinhaagency.com)