Ji Hunergeha Welat berhemeke nû
Hunergeha Welat strana xwe ya nû ya “Em Herin Gund" bi klîbekê weşand.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/05/20240503-690x390cc-mrk-03-05-2024-hunergeha-welat-em-herin-gund-jpg57eb8b-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Hunergeha Welat ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên çand-hunerî dimeşîne; berhemeke nû weşand. Hunergeha Welat strana "Em Herin Gund" bi klîbekê parve kir. Di stranê de jiyana gund tê vegotin û Rona Egîd stranê dibêje. Gotinên stranê jî yên Bawer Can Arî ne. Derhênerê klîbê jî Roder Dimilî ye.