Ji bo neyêm jibîrkirin ez ê karên hunerî biafirînim

Ihsan Sûade ya xwediya dengê xweş diyar dike ku piştî malbatê dengê wê yê xweş bihîst û dît ku bi awayê rast awazan dixwîne, êdî piştgiriya wê kiriye dibêje: “Hêvî dikim ez muzîkek bedew biafirînim ku ji her kesê re hêvî û xweşbîniyê bîne. Ez hewl didim bi karê hunerî şopa xwe li cîhanê bihêlim.”

TEHRÎR BENÎ SEXIR
Ramallah - Ihsan Sûade ya 27 salî, ji gundê El-Jîb ê li bakurê rojavayê Oudisê yê Ramalah xwedî dengê cihêreng e. Dema ku stranan dibêje û dengê wê tê, mirov bi evîn û dilnermiyê têr dibe. Dengê wê mirov dibe cîhanek dûr û bi efsûn û tu li wir dimînî. Ihsan Sûade beşa Medyayê li Zanîngeha Vekirî ya Qudisê di sala 2017’an de xwendiye û sala 2015’an ji Zanîngeha Dar El -Kelîma ya Huner û Çandê dîplomaya stranbêjiya rojhilatî girtiye.
Behremendiya wê ya stranbêjiyê dema ku 3 an 4 salî bû dest pê kir. Ihsan Sûade dibêje, "Dema ku ez 13 salî bûm min bi profesyonelî dest bi stranbêjiyê kir. Yekem şanoya min li ser radyoya dibistanê bû. Mamosteyê min dît ku dengê min xas û xweş e, rolên ferdî da min.”
Malbatê piştgirî da min
Der barê eleqeya malbata wê bi behremendiya wê de, Ihsan Sûade dibêje, “Piştî ku malbata min dengê min ê xweş bihîst û dît ku bi awayê rast ez awazan dixwînim, êdî piştgirya min kir. Ez hîn bûm ku li Orgê bidim û bi demê re min hewl da xwe hînî stranên cur be cur ên kevn û nû yên ku min bihîstine bikim. Piştî ku behremendiya min bi pêş ket, ez dikaribûm beşdarî komên kevneşopî û stranbêjiyê bibim û carna ez rolên takekesî werdigirim. Ez beşdarî pêşbaziyek stranbêjiyê ya bi navê “Xenîhe" bûm û gihîştim qonaxên dawî, min bawernameya stranbêjiya rojhilatî ji Koleja Dar El-Kalîme ya Beyt Lehmê wergirt.”
Ihsan Sûade niha wekî mamosteya muzîkê li Enstîtuya Hunerê ya Tempo Art dixebite ku li wir stranbêjiya rojhilatî dixwîne û zarokan fêrî muzîkê dike.
“Tevli gelek mîhrîcanan bûm”
Der barê weşandina vîdyoyên xwe de, ew dibêje, "Min vîdyo li ser malperên tora civakî ya klîbên xwe yên stranbêjiyê weşandin û pir ecibandin. Paşê, ez tevli Koma Neteweyî ya Hunera Gelêrî û Muzîkjenên Leşkerî bûm û min stranên kevneşopî û şoreşgerî strand.”
Ihsan Sûade beşdarî gelek mîhrîcanên stran û şanoyê li seranserê cîhanê, bûye ku di nav wan de Mîhrîcana Rozna, Mîhrîcana Bêrzêt, Beytt Anan û Mîhrîcana Çandî ya î li Fransayê û ya Muzîka Erebî li Behreynê bûye.
Ihsan Sûade di dawiya axaftina xwe de got: "Ez ê her li gorî hêviyên malbat û hevalên xwe bim ku her gav ez teşwîq dikirim. Min ji destpêkê ve piştgiriyek mezin ji malbat û hevalên xwe dît û ez ê bi qasî ku ew ji min bawer dikin karê xwe bikim, bibim bersiv ji wan re.”