Ji bo mîhrîcana Helebce eleqeyek mezin a jinan

Di 8’emîn Mîhrîcana Hinar û Gûzan de ku bi hevkariya Tora Rêxistina Helebce û Wezareta Çandiniyê hat lidarxistin, jinên berhemhêner di serî de hinar berhemên xwe yên çandî dan nasandin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

8’emîn Mîhrîcana Hinar û Gûzan a ku îsal bi serperiştiya Wezareta Çandiniyê û Tora Rêxistina Helebceyê tê lidarxistin, duh li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê dest pê kir. Zêdebûna eleqeya li ser Mîhrîcana Hinar û Gûzan ya ku her sal li Helebceyê tê lidarxistin, balê dikişîne.

Li qada mîhrîcanê wekî salên borî îsal jî zêdeyî 400 kon hatin vedan. Her wiha di konan de hinar û berhemên ku çanda herêmê vedibêjin tên danasînê. Piraniya jinan berhemên xwe di standan de nîşan didin ku bi bedewiya xwe balê dikişînin.

Hilberîn kêm bû

Hat destnîşankirin ku ziwabûna li seranserê herêmê bandorê li hilberînê dike. Li gorî daneyên Rêveberiya Çandinî û Heywandariyê ya Helebce sala borî 35 hezar ton narîn berhem hatiye, îsal jî ev dane kêm bûye û daketiye 25 ton. Li gorî organîzatorên mîhrîcanê, ji sedî 50 ê beşdaran li standên ku vedikin, ji bilî hinar çalakiyên ji bo danasîna berhemên cuda yên çandiniyê û berhemên destî li dar dixin.

Eleqeyek mezin a ji mîhrîcanê re

Piraniya kesên ku serdana mîhrîcanê dikin diyar dikin ku ji bo dîtina herêmê hatine. Jineke ji Silêmaniyê beşdar bû got, “Ez hatim festîvalê bibînim. Her tişt pir xweş xuya dike. Ez bi taybetî ji bo dîtina berhemên Kurdistanê û ji bo zarokên xwe hatim. Min ji bo malbata xwe berhemên wek hingiv û basmatî kirî” dibêje.

Azîme Ezîz diyar kir ku ew cara yekem e beşdarî mîhrîcanê dibe û wiha got: “Ev cara yekem e ku têm vir û beşdarî mîhrîcanê dibim. Dem dema herî baş a hinarê ye û me berhemên xwe anîn vir. Di heman demê de em berhemên taybet ên herêma xwe tînin û li vir nîşan didin.” Ew da zanîn ku ji bo jinên dixwazin berhemên xwe bigihînin kesên ku wan bistînin, mîhrîcan derfetek e.