Ji bo mexdûrên erdhejê kampanya 'tû jî findekî vêx e'

HDK'ê ji bo mexdûrên erdhejê bi dirûşma "Ji pencereya xwe findekî vêxe" kampanya da destpêkirin.

Stenbol - Navenda Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li ser hesabê fermî yê Twîtterê ji bo bi deh hezaran welatiyên di erdhejên li 11 navenda wê Mereşê de jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn û bê mal û war bûn, kampanya da destpêkirin. HDK'ê bang li gelên Tirkiye û Kurdistanê kir ku her êvar saet di 21.00'an de bi çalakiya "Ji pencereya xwe findekî vêxin" bi mexdûrên erdhejê re bibin xwedî helwest.

HDK’ê der barê kampanyayê de ji hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev tişt parve kir: “Ji bo jiyana me di bin xirbeyan de, ji bo bajarên me yên wêrankirî, ji bo şaxên me yên şikestî, ji bo xemgîniya me ya ku nayê vegotin... Ji bo mîrata mirovahiyê ya ku tu kes nikare ji destê me bigire û ji bo ku ev mîrateya mirovahîyê bigihînin pêşerojê... Her êvar saet di 21.00'an de tu jî ji pencereya xwe findekî vêx e."