'Ji bo jiyan bikin dinivîsin, nivîsandin jiyane'

Hest û bedewiya helbestan wek nûbûna jiyanê ye, tevî zehmetiyên wê jêdera xweşî û hezkirinê ye. Helbest weke dermane, rêya kêfxweş û êşan e.

ZİHUR ALMEŞRİQÎ
Tûnis - Nayle Ûbêd di 18'ê îlona 1965'an de ji dayik bû ye. Ew ji bajarê Meknîn e yê Kantona Elministêr ya sahilê Tûnisî ye. Dapîr û dayika çar zarokan e. Di despêka jiyana xwe de mamosteya zimanê feransî û nivîskareke di Yekîtiya Nivîskaran de bû. Niha jî rêveberiya dibistana serateyî li Kela Alkab dike. 
Çawa te dest bi rêsandina helbestan kir?
Armancek wisa taybet tune bû, lê wek hêvî bû piştire bû hezkirin û mereq. Di zaroktiya xwe de min ji dariştinê hezdikir, di hundirê min de hin tişt mezin dibûn, lê nizanî bê ka daxwaza min çibû. Piştî demeke dirêj, min dizanî bala min li ser helbestane û ez dikarim helbestan binivisînim ji bû jiyan bikim û jiyana xwe bi wate bikim dinivîsim. Sê berhemên min hene. Ji bo şahiyan êşan rêûresmek, pê xwas li ser riya çûyînê, ji bira birînan destê xwe dirêj dikim. Destnivis, zengila bêdeng e.
Min gelek nivîsên nivîskar û wêjevanên Ereb di kovara "Nûçeyên Tûnisê" de xwendiye, her wisa beşdarî televizyon, radyoyên Tûnisî û ereban bûm e. Ji ber vê yekê ez deyndarê helbestan me. Ji ber deriyê jiyanê li min vekir û cihê xwe di nav çanda Tûnisê û erbî de çêkir. Armanca min ew ku vejînek di jiyana xwe de ava bikim.
Tu çawa rewşa helbestan di cîhanê de dinirxînî û weke helbestvanek çawa xwe dibînê?
Helbest ciheke wê yê bi rûmet heye, ruxmî zehmetiyan jî. Lê cîhan bi her reng û şêwazên xwe asîmanan dixemilînin. Ji hestên ku bi daraştinê heya bi helbestên hunandî be, di her zemanekî de xwe nîşan dide. Ez jî bi vê yekê pir serbilindim ku navekî taybet sefer naskirina jiyana civakan de ez fêrî her tiştî kirim. Ango baweriya kesayatî hişt hemû êş û xweşiya di hundirê xwe de bê tirs vebêjim. 
Dibêjin ku afrîneriya hizir û hişmendî sedema wê êşe, ango bandora wê li ser kesayetan heye ku hest û ramanên xwe wek atomekê biteqinin, tu di vê mijarê de çi dibêjî ?
Wêje yan edebiyet xatûna min e "êş bi xwe ye, yan nabe" ji nava malzaroka birînan dayik dibe, lewra kêliyê vedîtina wê pirî caran dema mirov ji êş û dilsojiya xwe perçe dibe ber bi cihaneke aram û paqijtir diçe. Helbestvan jî xwedî hestên lihevkiriye, lê kêliyên wek volkanan dimînin. Ger ew hestên veşartî biteqin e, îcar kaniyên hest û afrênêriya derdibin û helbest tên lêkirin.. 
Di wergera helbestan de, çi nêrînên te hene, ango çima werdigerînin?
Ev tişt di nêrîna min de kûştina rastiya helbestê ye, ji ber ku hest û êşa ku min an jî hebestvanekî din dema dinivîse, êş û keda xwe aniye ziman û wergerandina vê jî rastî û heqîqeta wê winda dike. Ango rengê xwe winda dike.
Tu ji kîjan dibistana helbestê bandor bûyî?
Bi rastî, ez bi dibistanek taybet bandor nebûme, nêrîna min ji hemû dibistanan re çêbûye. Wek ‘Dibistana nûjiyan, nûkirin (altcdîd) a ku bi pêşengê wê Abas Alaqad,û dibistana helbestên Azad, Romantîzim ku pêşengê wê herî navdar Abo Alqasim Alşabî’bû. Her wisa min gelek helbest xwendine wek helbestên Almûtenebî, Ibin Zeydûn, Alcewahîrî, Mixaîl Ne, îme, Nîzar Qebanî, Fedwa Tewqan û Nazik Almelike. Her wiha helbestên ku hatine wergerandin wek Îranî, feransî û Rûsî jî min xwendiye.
Ev curbûna xwendina min ne keyfî bû, lê min xwest ji hemû dibistanan û hestan taybetmendiyek taybet ji şopa xwe re bidim çêkirin çi ji ya kilasîkî an nûjen be, divê şopa te ya taybet hebe. 
Dibêjin ku êş û zehmetiyên rojane dihêle helbestvan hestan birêsin, bandora vê yekê li ser jiyana te çi ye?
Nivîsandin helbestan pêvajoyek welidandinê ye. dişibe dayîkbûna zarokekî, ewqasî zehmet e. Ev wek min daye ravekirin ku pêvajoyeke xwezayî ye. 9 heyvan di malzaroka xwe de radike û bûyînê wê/î re bi dawî dibe. Helbest jî ewqasî zehmete bi şan û şînî diwelide, encama êşkişandinê ye. Bûyîna helbestê jî wateya jiyanek ziman û hunerî rave dike. Lewra êş çirûske û zext jî sotemenî ne, ji ber vê jî kesên dinivîsin kesên asayî ne, xwedî hest û ramanên kûr in, her kes nikare pê hîs bike.
Hûn xwe di kîjan cureyên helbestan de dibînin hunandî yan prozayî û çima? Mijara ku hûn di nivîsa xwe de behs dikin çi ne?
Ji ber ez jinek azad ji dayik bûme, ez ji hemû qeydan û sînoran nefret dikim. Di nav de astengiyên lihevkirina malikan, ger nivîsên min jî hebin lê ew mutwazî dimînin. Ez bêtir hez nivîsandina hestan bi awayê pexşanê û helbesta azad dikim, ji ber ku min nakşînin û naxin deryayên helbestên taybet. Ez azad dibim, çi di mijarên hebûn an hestiyarî de be.
Tu keça serhildana dijî desthilatdariyê yê, azadî ji bo te tê çi wateyê?
Ez jî wek her jinek hez azadiyê dikim, her wisa serbixwe dijîm. Daxwaza min ew e dengê jinê ber bi asîmanan wek çirûska azadiyê bibiriqin, hest û nêrînên xwe bê tirs vebêjin, her wisa li hember qeyd û merbetan serî rakim û têbikoşin.
Hûn beşdariya rewşenbîrên Tûnisî di dewlemend kirina jiyana edebî de  piştî serxwebûna Tûnisê çawa dibînin?
Ji xwe kes nikare rola jina Tûnisî yên rewşenbîr di qada jiyan û hunerê de red bike. Qada jiyanê bi gelek navan hate xemilandin ger navên wan bi tayên zêrîn bên nivîdsandin wê heq be. Em hin navan bibîr bînin weke Zûbeyde Beşîr, Nafîle Zeheb, Fedîle Alşabî, Cemîle Almcrî, Necat Alwazî û hwd… Van di qada wêje û helbestê de projeyek vejandinê di hundir û derveyî Tûnisê de dane avakirin. Ji ber vê ew hêjayî wek navdêrên jin bên nasîn. 
Li gor şert û mercên şer li herêmê û bi taybet li Sûriyê, hûn çawa rol û rewşa jinê di qeyîranên li pey hev hatîn jiyîn de dinirxînin?
Rewşa wan bi xemgînî dişopînim, bûyerên ku ser jinan tê kirin ji hêmanên mirovahiyê dûre, ew bi hemû cureyên şikandin, tecewaz kirin, kirîn û firotan rû bi rû dimînin. Ev jî, ji hemû mafên xwe yên xwezayî bê par mayîne. Em bi hêvî ne ku ev rewş derbas bibe û jin rola xwe di nav civakê de bigire û bi azadî jiyan bike.