“Ji bo hestên xwe yên hundurîn ragihînim, ez xêz dikim.”

Hunermenda dîjîtal a ji Mexrîbê Sanaa Zakî qala hûnera dîjîtal kir ku ew hêj di zarokatiya xwe de dest bi vê hûnerê kiriye û got: “Ez ji bo hestên xwe yên hindurîn ragihînim, xêz dikim.”

HANAN HARITE

Mexrib - Hunera dîjîtal yek ji wan rêbazan e ku di hunerên dîtbarî yên cihêreng de û bi hunerên plastîk ve girêdayî ye. Her wiha tablo bi ekran û firçeya asayî jî bi firçeya elektronîkî an pênûsek sivik tê xêzkirin û hunermend bi wê hestên xwe tîne ziman.

Hûnermenda dîjîtal a ji Mexrîbê Sanaa Zakî ya li atolyeya Dar El-Beyda hûnera xwe dike ji ajansa me re qala hûnera xwe kir û got: "Dema ku ez dest bi xêzkirinê dikim xwesteka min ew e ku çi xemgînî be çi jî dilxweşî be ez hin hestan bi hûnerê xêz bikim.”  

Gelo ev rêbaza xêzkirinê ji xêzkirina klasîk cuda ye?

Sanaa Zakî diyar kir ku ji bilî amûrên ku tên bikar anîn tu cudahî di navbera xêzkirina klasîk û xêzkirina dîjîtal de tune ye û bal lê kişand ku hunera dîjîtal dirêjkirina hunera plastîk a klasîk e. Sanaa Zakî da zanîn ku ev rêbazê xêzkirinê ne li şûna rêbazê xêzkirina klasîke û got bikaranîna bernameyên grafîkên kompîturê di wênesaziyê de ji bo pêşxistina karê hunerî rêyek e.

Derbarê  hilbijartina wê ya vê teknîka xêzkirinê de Sanaa Zakî wiha got: "Em di serdemek wiha de ne ku bi berdewamî pêşketinên teknolojîk hene û mirov bi gelemperî di nav wê lêgerînê de ye ku çawa dikar xwe pêş bixe. Bi taybetî em weke nifşek wihane ku bi dîjîtal û lîstokên elektronîk re dijîn. Ji ber vê yekê hebûna hunermendên jin û mêr ên ku vê teknîkê ji bo îfadekirina hestên xwe hilbijartine, ji bo şopandina pêşketina ku em dijîn e.”

“Di zarokatiya xwe de min xêzkirina li ser komputerê kişf kir”

Sanaa Zakî a 36 salî, ku ji ber dayîka wê wênesaz e di nav wêneyan û boyaxkirinê de mezin bûye wiha dibêje: "Dayika min hunermenda plastîk e û ji biçûkatiya xwe ve ez boyax û tabloyên hunerî li her cihekî malê dibînim. Vê yekê jî min ber bi hunerê ve kişand. Min dem bi dem firçeya xwe hildigirt û dest bi xêzkirinê dikir û bi demê re min fêhm kir ku behremendiyek min heye ku divê ez safî bikim, nemaze ji ber ku bavê min pir min teşwîq dikir. Di salên nodî de diya min kompîturek kirî û anî malê, lewma min xêzkirina kompîturê keşf kir û ji wê demê ve min têkiliya xwe ya bi vê hunerê re dest pê kir, ku ez bi tena serê xwe bi rêya înternetê fêr bûm.

“Ez bi profîla xeyalî ya jinê hestên ku dijîm xêz dikim”

Sanaa Zakî destnîşan kir ku ew bi hûnera xwe hestên xwe bilêv dike û wiha got: "Ketina min a nav vê hûnerê gelek derî ji min re vekir û hişt ku ez gelek kesan nas bikim. Ev tişt jî min dilşad dike û ez vê yekê wekî tiştê herî xweş a di jiyana xwe de dibînim. Dema ku ez dest bi xêzkirinê dikim, xwesteka min a mezin heye ku ez hin hestan wergerînim, çi xemgîn bin, çi dilxweş bin. Ez wê hestê bi profîla jinê ya xeyalî xêz dikim. Ji bo hestên xwe yên hundurîn ragihînim, ez xêz dikim.