Ji bo belgefîlma “Hêza” dû xelatên nû

Ji bo belgefîlma Hêza ya derhêreniya wê Derya Denîz kir, dû xelatên nû hatin. Belgefîlm li dû festîvalên cûda xelatên “Derhênêra herî baş û Belgefîlma Herî Baş” wergirt.

Navenda Nûçeyan – Belgefîlma “Hêza” ya Derhêner û Çêkera wê Derya Deniz e du xelatên din wergirtin. Derya Deniz di Festîvala Fîlman a Barselonayê de bi berhema xwe ya belgefîlma “Hêza” xelata Derhênerê Jin a Herî Baş wergirt, ji aliyê Festîvala Xelatên Fîlmê RED ve jî xelata baştirîn belgefîlmê wergirt.

Di belgefîlmê de muzîk ji aliyê Mehmûd Berazî ve hatiye amadekirin. Montaj û dîmen ji aliyê Şaristan Mahîr, Aza Boran, Afat Baz û Îbrahîm Sedî ve hatine kişandin. Dema amadekirina belgefîlmê bi qasî salekê dom kir, kamerayê şopa meşa Hêza şopand û erdnîgariyeke ku ji Şengalê heta Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û Reqqayê dirêj dibe, kişand.

Çîroka Hêza

Belgefîlma “Hêza” çîroka jinek Êzidî ya 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê li gel 24 endamên malbata xwe ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve tê revandin. Çeteyên DAIŞ’ê Hêza dibin Reqayê û li wê rastî gelek kiryarên xirab ên çeteyan tê. Gelek caran hewla întiharê dide lê namire. Ew piştre li Reqayê bi rêya malbatek Kurd xwe rizgar dike.

Di sala 2015’an de carek din tê Şengalê. Piştî ku Hêza rizgar dibe ji bo rizgariya jinên dinê yên dîlgirtî dikeve nava tevgerê. Ew hewil û tevger wê ber bi Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ê ve dibe, ji vê hêzê bi dil bawer dike û hemû hêza xwe dide xebatê.

Li Şengalê dibe fermandareke YJŞ’ê û ji bo tolhildana jinên Êzidî di sala 2016’an de wek fermandara YJŞ’ê diçe Reqayê û tevlî operasyona paqijkirina Reqa ji çeteyên DAIŞ’ê dibe. Piştî xelafeta DAIŞ’ê li Reqayê tê hilweşandin, serdana wê malbata Kurd a ku di dema DAIŞ’ê de alîkariya wê kirî, dike.

“Hêza” bû xwediyê 9 xelatan

Hêjayî bibîr xistinê ye ku bi van her dû xelatên nû Belgefîlma Hêza heya niha li festîvalên cûda yên navnetewî bû xwediyê 9 xelatan.