Ji bo 8'ê Adarê klîbek nû hate weşandin

Strana Koma Rocyar a 'Em jinên Kurdistanê ne', bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi klîbeke nû hate weşandin.

Navenda Nûçeyan- Komîteya Çanda Bêstûn û Komîteya Çanda Tevna Zêrîn/Rojhilat, bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê strana 'Em jinên Kurdistanê ne' ya Koma Rocyar jinûve amadekir û bi klîbeke nû weşand.

Di klîbê de dîmenên jinên têkoşer hate bikaranîn

Di klîbê de dîmenên ji serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, dîmenên ji gerîlayên jin, her wiha jinên Şengalê û jinên li Bakurê Kurdistanê têdikoşin hatin bikaranîn.