Ji beşa tendirustiyê ber bi wêje û hunerê ve çû

Sewsen Cemîl Hesen bi romanên xwe hewl dide çîrokên jinan ragihîne, dengê wan bide bihîstin û bihêle ku ew bi xwe biaxivin.

SÛZAN EBÛ SEÎD

Beyrûd - Nivîskara Sûriyeyê Sewsen Cemîl Hesen romanên ku nivîsandine di çarçoveyek ku bi navê "edebiyata mirovî" hatiye binavkirin, tesnîf dike û ew tesnîfkirina wêjeya wê femînîstiyê napejirîne, ji ber ku wêjeyê destkeftiyek çandî û mirovî dihesibîne û têgeha wê berfirehtir e.

Sewsen Cemîl Hesen bi romanên xwe hewl dide çîroka jinan ragihîne, dengê wan bide bihîstin û bihêle ku ew bi xwe biaxivin.

Ji hunerê bigre heta bijîjkî û romanê

Têkildarî kariyera xwe Sewsen Cemîl Hesen ji ajansa me re wiha got: “Ez li Şamê hatim dinyayê lê eslê malbata min ji Laziqiyê ye. Bavê min Cemîl Hesen lêkolîner û nivîskar e. Diya min her çend dibistana navîn temam nekiribe jî me teşwîq kir ku em bixwînin. Hevjînê min ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da û di warê pisporiya xwe ya bijîjkî de xebitîm da ku bikaribim debara du zarokên xwe bikim. Nivîskarî û edebiyat ji min re ne xerîb bû, ji zarokatiya xwe ve ez dixwînim û ji pola duyemîn a dibistana seretayî min dest bi xêzkirinê kiriye û di tabloyên min de çîrokên mirovî hebûn. Ez bi tablo û peykerên xwe beşdarî çend pêşangehan bûm. Xwendina bijîjkî îlham da min ku ez peyker û temsîla çêbikim. Hê jî du peykerên min li mala malbatê li Laziqiyê hene. Der barê nivîsandinê de, edebiyat wê demê bi wêjeya peyamê dest pê kir di wê heyama zêrîn a peyamê de, min ji hevaleke xwe ya Şamî re peyam dişand û ez û wê tevî ku 45 sal derbas bûne hê jî ev peyam li cem me ne.”

“Min klînîka xwe girt da ku romana xwe ya ‘Elif Lêla û Lêla’ binivîsînim”

Sewsen Hesen da zanîn ku piştî zewacê û barên wê û guhertinên ku di jiyana wê de çêbûn, ew di heman demê de bûye dê û bav û dest bi mijarên din kiriye, di nav wan de mijara mîrasê û gendeliya civakî û dadwerî ya ku ew rastî wan hat hebûye û wiha got: “Min ev yek kir naveroka romana xwe ya ‘Elf Lêla û Lêla.’ Romana min a yekem ‘Herîr El-Zelam’romanek li ser mirovekî kor e, kêsên kor her dem bala min dikişandin, gelek nexweşên min ên kor hebûn. Piştî qedandina romana xwe, min biryar da ku klînîka xwe bigrim ji bo romana xwe ya ‘Elif Lêla û Lêla’ binivîsim. Paşê min xwe bi temamî da nivîsandinê.”

Jin di romanên Sewsen Hesen de bi çend karekteran hatine vegotin

Rolên jinan di romanên Sawsan Cemîl Hesen de li ser çend karakteran hatine dabeşkirin, wekî dê, hevjîn, evîndar, xwişk, karker û rolên din. Sewsen Cemîl Hesen wiha anî ziman: “Xebata min bi mijarên curbecur ên civakê ve girêdayî ye, di nav de nezanî, paşverûtî û kontrolkirina ji hêla mîras, mêranî û zagonên hişk ên ku nayên pêşxistin jî hene. Romana min a ‘Ismî Zeyzefûn’ ku tê de metna olî ya ji bo kontrolkirina civakê sepandine temsîl dike.”

Tundiya civakê ya li ser jinan

 Sewsen Cemîl Hesen eşkere kir ku tundî di romana “El-Nebaşûn” a ku ji hêla Dar El-Adab ve li Beyrûdê hatiye weşandin de, beşek mezin ji xwendin û rexneyê girtiye, diyar dibe û wiha anî ziman: “Di romanên min de jin bi tevahî û her dem hene. Tişta ku ez bi xwe dibînim ew e ku bêyî civakek azad azadiya jinan nabe.”