Ji aliyê koma Kîjanî Silêmanî ve konserek hat lidarxistin

Bi beşdarbûna gelek jinan, koma Kîjanî Silêmanî konsereke stran û folklora resen a Kurdî lidarxistin.

Silêmanî- Duh êvarê li Salona Rewşenbîrî ya Silêmaniyê ji aliyê Gruba Kîjanî Silêmanî ve konserek stranan hat organîzekirin, di vê konserê de gelek stranbêj stranên resen ên Kurdî û folklora Kurdî pêşkêş kir.

Hejmarek zêde ya kesayet û welatiyên bajêr guhdarî konserê kirin. Konser ji aliyê hunermend Enwer Qeredaxî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Di konserê de hunermendên ku piranî ji jinan pêkdihatin yên weke, Nîgar Heme Law, Pêşeng Xefur, Şanu Amanc, Şanu Salih, Heme Reuf Kerkûkî û Lence Azad bi stranên xwe tevli konserê bûn.

Koma Kîjanî Silêmanî di 26’ê Cotmeha 2003’an de hatiye damezrandin. Piraniya endamên wan ji jinan pêk tê û gelek karên hunerê ji bo xizmet û folklora Kurdî kirine.