Li Kobanê tabloyên 14 wênesazên jin hat pêşandan

Sêyemîn pêşangeha şêwekariyê di bin navê Panoramaya Rojava bi 60 tabloyan destpê kir. Jinên şêwekar destnîşan kirin ku bi riya tabloyên xwe peyamên girîng didin.

Kobanê – Navenda Çand û Hûnera Baqî Xido ya herêma Firatê sêyemîn pêşangeha şêwekariyê ya bi navê Panorama Rojava di bin diruşmeya "Rengên me ji çekên we bihêztir in" duh destpê kir. 14 şêwekarên jin ên şagirtên naveda Çand û Hûnera Baqî Xido ne bi 60 tabloyên cuda beşdarî pêşangehê bûn.

Di tabloyan de pêşengên Kurdan, dayîk û jinên Kurd, her wiha gelek mijarên girêdayî Kobanê weke mûzexane, koçberî û goristana Şehîd Dicle, xwezaya bêdeng hatin vegotin.   

‘Em berhemên şagirtên xwe nîşan didin’

Mamoste û rêveberiya beşa şêwekariyê Nûhan Cimo hurguliyên pêşangehê bilêv kir û wiha got: "Wêne beşekî girîng û bi wate ye di nava hûnerê de, ji ber vê divê xwedî lê were derketin. Mirov di nava vî beşî de dikare peyamên ku dixweze bi rengekî hêsan bîne ziman. Di xêzkirina tabloyekê de em dikarin bi hezaran tişt bigîhînin civaka xwe. Ji lewra lidarxistina pêşangehên şêwekariyê yên di vê astê de girîng in. Pêşengeha me ya salane ye û di dewreya xwe ya sêyemîn de ye, em bi riya vê pêşangehê berhemên şagirtên navenda Çand û Hûnera Baqî Xido ji gelê xwe re pêşkêş dikin. Li ser vê bingehê me navê pêşangehê kir Panoramaya Rojava, ji ber ku di nava xwe de gelek mijaran û peyaman digre. Dirûşmeya pêşangehê jî, girêdayî rewşa ku em niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyan dikin e.”

‘Ez bi tabloyên xwe piştgirya jinên Rojhilatê Kurdistanê dikim’

Di pêşengehê de reng, hest û hûnera jinan bi rengekî diyar li pêş bû. Mirov çiqasî çavên xwe bigerîne, wê rastî tabloyeke girêdayî jin were. Di nava tabloyan de, şêwekarekê wêneya Jîna Emînî ku li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê polîsên exlaqê yê dewleta Îranê ve hat qetilkirin û ev sê meh in ji ber vê bûyerê jinên Rojhilat di nava serhildanan de ne, hatibû xêzkirin.

Şêwekar  Cîhan Şahîn ku tabloya Jîna Emînî xêzkir, wiha behsa beşdarbûna xwe ya pêşangê kir: "Ev cara duyemîn e ku ez beşdarî pêşengehê dibim. Vê salê ez bi çar tabloyên cuda tevlêbûm ku mijara wan Xwezaya Bêdeng, kesayet û pêşengên Kurd Qadî Mihemed, Şêx Seyîd, Yilmaz Guney û Jîna Emînî ne. Min xwest ku ez di rojeke bi vî rengî de pêşengên me yên Kurd bi bîr bînim. Ji bo tabloya Jîna Emînî jî, ez weke kesayet gelek pê bandor bûm û min xwest ez bi vê rêbazê piştgiriyê bidim serhildana Jinên Rojhilatê Kurdistanê.  Bi vê boneyê ez dibêjim ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û em pêşangeha xwe diyarî jinên Rojhilatê Kurdistanê dikin."   

Pêşangeha ku duh destpê kir dê sê rojan bidome.