Jêhatîbûna xwe veguherand kar, niha bi 80 jinan re dixebite

Sarwa Khoda Moradî ku li Sîne di temenê xwe ya zarokatî de dest bi çêkirina berhemên destan kir, niha ev jêhatîbûna veguherand kar û di vî warî de ji 80 jinan re jî pêşengtî dike. Yekane daxwaza wê jî ew e ku atolyeya xwe veke û jinan bîne cem hev.

HÎMA RAD

Sinê– Jinan ji bilî keda malê li dijî bi bêkarî û bêparbûna dahata aborî re jî ber xwe didin. Di salên dawî de jinan li parêzgehên Rojhilata Kurdistanê ji malên xwe derfetên kar ava dikin û gelek jin bi vî awayî hewl didin azadiya xwe ya aborî bi dest bixin. Jinên Rojhilatê yên ku dibêjin “Li şûna bikevin xizmeta karmendekî” ew bi xwe karê xwe dimeşînin.

Bi navînî bi 80 jinan re dixebite

Sarwa Khoda Moradî tenê yek ji van jinan e. Li Sîne dijî û karsazek e ku hewl dide di navbera 70 û 80 jinên ku ji malên xwe kar bikin re, ji malên xwe bike xwedî kar. Sarwa Khoda Moradî ya 31 salî li mala xwe ya ku me kir mêhvan de bi serbilindî beşa mala xwe ya wekî atolyeya xwe bikar nîşan dide û dibêje, “Hemû berhemên dest in.”

Jêhatîbûna xwe veguherand kar

Sarwa Khoda Moradî ku dibêje ew ji zarokatiya xwe heta niha nexşê destan çêdike, diyar dike ku ew salek e serketiyê ku jêhatîbûna xwe veguherîne kar. Sarwa Khoda Moradî da zanîn ku dest bi çêkirina şewqeya herêmî kiriye û wan şewqeyan dide kargeheke ku li bazarê cih digre, dibêje ku piştî bi zêdebûna sîparişan re, ew jî dest pê kiriye ku jinên wekî xwe jêhatî bine gel hev.

"Ez dixwest jinan li atolyeya xwe kom bikim"

Sarwa Khoda Moradî da zanîn ku ew gelek dixwaze bibe xwediya atolyeyek û hêvî dike navendeke ku bibe gûzergeha jinan vebike, dibêje:  “Mixabin jinên ku neçarin di malên xwe de bixebitin hene. Jinan nikarin li derve kar bibînin û ji ber zextan nikarin bixebitin. Ji ber vê yekê min dixwest van hemû jinan di atolyeya xwe de kom bikim.” Sarwa Khoda Moradî diyar dike tevî ku dahatek rêkûpêk dabîn nake jî, pir kêfxweş e ku xwedî şêwe û demjimêrên serbixwe ye. Sarwa Khoda Moradî dest nîşan kir karê keda destan pir zehmet e û ji ber vê jî nikarê beranberê keda xwe dabîn bike.

“Divê jin bên piştgirî kirin”

Sarwa Khoda Moradî ku dixwaze jinên ku nexşê destan dikin bên piştgirî kirin, bi van gotinan dawî li axaftina xwe tîne: “Daxwaza min bi gelek jinan re kar bikim û bibin xwediya atolyeya xwe. Ji jinên ku îmkana wan a xebatê tune ye, derfeta dabîn kirina azadiya xwe ya aborî çêdibe.”