Ihsan El-Qaîsî: Terapiya Drama, meyla kesên astengdar pêş dixe

Ihsan El-Qaîsî di Çileya 2022’an de ji bo xwendekarên astengdar kar û xebat dimeşîne wiha dibêje: “Armanca me ya bikaranîna terapiya drama, ewe ku xwendekarên astengdar ên ku zehmetiyên fêrbûnê û otîzmê dikişînin wan sererast bikin.”

SURA AL-DOMOUR

Urdun- Ihsan El-Qaîsî bi riya terapiya drama karî pêdiviyên xwendekarên xwedan hewcedariyên taybet pêş bixe. Bivê terapiya drama karîbû meyl û serpêhatiyên hunerî safî bike û hestên afrîner a kesên astengdar pêş bixîne. Her wiha ji bo veguhestina peyamên erênî, motîvasyon û teşwiqkirinê pêş dixîne. Ihsan El-Qaîsî ji bo kesên astengdar ku kar û xebat dimeşîne nêrîna xwe parve kir.

“Bi riya hunerê kesên astengdar derman dikin” 

Ihsan El-Qaîsî karên ku ji bo xwendekarên astengdar dikin wiha tîne ziman: “Armanca me ya bikaranîna terapiya drama, ewe ku xwendekarên astengdar ên ku zehmetiyên fêrbûnê û otîzmê dikişînin wan sererast bikin. Her wiha bi riya hînkirina hunera mîna şanoyê em bi wan re eleqeder dibin. Ramanê saziya me bi ezmûnê derketiye holê, ji ber ku di qonaxa bingehîn a xwendinê de rastî zehmetiyan hatiye û ew zehmetî wek ezmûnê mêze dike ku îro ji bo kesên astengdar karên baş dimeşîne. Her wiha ji bo kesên astengdar akademiyên pispor mîna tiyatro û stran hatine vekirin. Em bi vê yekê qabiliyetên kesên astengdar derdixînin holê. Her wiha bi riya stranê jî motivasyona wan rast dikin.”

“Ji bo kesên astengdar bernameyên taybet tên çêkirin”

Ihsan El-Qaîsî bernameyên ku didin xwendekarên astengdar wiha parve dike: “Saziya me bi bernameyên xwe yên cihêreng ji bo hemû kesên temenê wan nêzî hev û her du zayendan re vediqetîne. Di heman demê de em bernameyên mîna nivîsandina şanoyan hînî wan dikin û şanoyên ku dinivîsînin têde dileyîzin jî.  Bi riya danûstandina bi xwendekarên dibistanê re min dest bi projeyek wiha kir ku di Çileya 2022’an de hatiye vekirin. Ez ji vir peyam ji malbatên xwendekarên astengdar re rêdikim ku divê zarokên xwe li ser bingeha hişmendiya azadî, edalet û wekheviyê perwerde bikin û wan ji tiştên neyênî dûr bixînin.”