Hunermendên Lîbyayê hewil didin hunera xwe bigihînin gel

Li Lîbyayê hejmarek bi sînor a hunermendên jin ên plastîk, hewil didin bi derfetên xwe re pêşangehên xwe yên şexsî vekin. Jinan hewil didin tevî hemû qeyran û astengiyan jî berhemên pêşkêşî civakê bikin.

İBTİSAM AXFİR

Bingazî – Yek ji welatên ku li Rojhilata Navîn para xwe ji gelek qeyranan digre jî Libya ye. Bêîstîqrariya siyasî û şert û mercên zehmet ên aborî yên li welat, bandorê li jiyana gelek jinan dike. Jinan tevî vê yekê jî dev jî karên xwe bernadin. Jin bi hebûn û nasnameya xwe ji bo li hemû qadên tê de cih bigirin têdikoşin. Hunermenda plastîkê Sabrîn El-Vîtorî jî, yek ji wan jinan e ku di her qadê de têdikoşe. Sabrîn El-Vîtorî, li dijî zehmetiyên hunermendên jin rû bi rû dimîn têkoşiya û pêşengeha xwe ya şexsî ya ewil vekir.

Wênexêza jin Sabrîn El-Vîtorî ji biçûkatiya xwe ve ji xêzkirina wêneyan hez dike, hewil dayê vê jêhatiya xwe di milê akademîk de jî bi pêş bixe.

‘Ez li zanîngehê fêrî hemû curên hunerê bûm’

Sabrîn El-Vîtorî ya perwerdeya xwe wêneyê li Misrê girt, piştre xwendina xwe ya zanîngehê li Zanîngeha Fakulteya Perwerdehiyê beşa Perwerdeya Hunerî ya Bingazî temam kir. Sabrîn El-Vîtorî, diyar kir hemû kes diyar kiriyê pêşeroja vê beşê li Libyayê nînê û wiha got: “Lê belê dema min li zanîngehê dixwend, ez fêrî hemû curên hunerê bûm û vê yekê derfet da min ku ez pêşangehek vekim.”

‘Min di sala 2023’an de yekemîn pêşangeha xwe ya taybet vekir’

Sabrîn El-Vîtorî, der barê pêşangeha xwe ya şexsî de wiha got: “Min di hemû pêvajoya xwendina xwe wêne çêdikir. Dema koronayê jî ez ranewestiyam û bi vî awayî tabloyên min zêde bûn. Mamosteyê min yê zanîngehê Cemal Şeref di sala 2021’an de pêşniyar kir ku ez pêşangehek vekim, lê min got ez ê piştî mezûn bibim vekim. Ez tu caran ji xêzkirinê newestiyam û heta niha ez qet dev jê bernadim û ez ê bi rêya tabloyên xwe armanca xwe pêk bînim. Di sala 2023’an de piştî derçûm min yekemîn pêşangeha xwe ya taybet vekir. Ji ber ku tabloyên min temam bûn û hêjabûn ku ez ne bi tenê pêşangeha xwe vekim Wênexêz Cemal El-Şerîf her tim dixwest ez pêşangeha xwe bi tenê vekim.”

Sabrîn El-Vîtorî, der barê derfetên madî û başbûna alavên di destê wê de jî wiha got: “Ez hemû alavên xwe yên taybet ji Misrê tînim. Cureya kaxezan a ez li ser xêz dikim li Lîbyayê tune ye, ez her dem kaxez reng û firçeyên xwe ji Misrê tînim.”

‘Jin dikarin xwe di hunerê de xwe nîşan bidin’

Sabrîn El-Vîtorî destnîşan kir ku tevî malbata wê li pêşiya dibe asteng jî, ew guh nade gotinên malbata xwe û diyar kir ku jin dikarin xwe di hunera wênexêziyê de îsbat bikin. Sabrîn El-Vîtorî, da zanîn heta sala 2022’an hunera xwe berdewam kiriye û dema zaroka wê çêbûye hewil daye di demên xwe yên zêde de xwendin û wênexêziya xwe berdewam bike.

‘Piştgirîdayîna hunermendên jin girîng e'

Sabrîn El-Vîtorî, diyar kir ku kêm derketina hunermendên jin û piştre ji nişkave windabûna wan, bûye sedem ku dev ji vekirina pêşangeha şexsî berde, lê piştgirî xaleke girîng e. Sabrîn El-Vîtorî, da zanîn ew ê wênexêziya xwe ya bi boyaxa ax bidomîne û diyar kir ku tevî bi rengên boyaxa neftî xêz kiriye jî lê zêdetir boyaxa avî hez dike.

‘Ez ji hunera xwe serbilind im’

Sabrîn El-Vîtorî, da zanîn gelek hunermend beşdarî pêşangeha wê ya ewil bûne û wiha got: “Pêşangeha min ya ewil baş derbas bû, hejmareke wênexêz hatibûn û tabloyên min erênî nirxandin. Her wiha derveyî hunermendan jî gelek kes hatibûn û eleqeyek mezin nişanî wêneyên min dan. Ez bi vê yekê serbilind im.”