Hunermendên jin hestên xwe bi tabloyan tînin ziman

Bi sernavê "Ji hêla Hunermend û ji bo Hunermendan", pêşangeheke hunerî ya komî hat organîzekirin. Di pêşangehê de wêne û tabloyên cihêreng ên ji aliyê hunermendan ve hatine kişandin û xêzkirin hene.

CAROLINE BAZZI

Beyrûd- Pêşangeha ku di 20’ê Gulanê dest pê kir dê hefteyekê berdewam bike. Hunermendên jin û mêr hestên xwe veguherandine çîrokên ku bi firçeyê anîn e ziman. Wêneyên hunermendan aliyên ku nayên dîtin nîşan didin û bi reng û xemla xwe eywana pêşangehê rengîn dikin.

"Ronahî di tarîtiyê de ye bedewî di kaosê de ye"

Pêşangeha ku nêzî bendera teqîna herî dawî ya cîhanê di Tebaxa 2020'an de lê qewimî, pêk tê, hejmarek mezin ji hunermendan li hev kom kir.

Derhêner û wênegir Fadiya Ehmed der barê beşdarbûna xwe ya pêşangehê de bi wêneyên ku bi kameraya xwe kişandine, li ser Beyrûdê rawestiyaye her wiha ew di kêmasiyan de jî bedewiyê nîşan dide li ser wê wiha got: "Projeyek min li ser Beyrûdê hebû, min bi riya wê hewl dida kok û eslê xwe bibînim ji ber ku ez li Spanyayê ji dayik bûme û li wir mezin bûm û di sala 1991'ê de vegeriyam Lubnanê, bi vê projeyê min xwest xwe weke mirov û jinek bibînim.

Têkildarî pêşangeha ku komek hunermendên li Art Corner digire nava xwe de, Fadiya Ehmed der barê beşdarbûna xwe de dibêje: "Ez gelek wêneyên li ser Beyrûdê û bedewiya Beyrûdê nîşan didim, min ronahî di tariyê de, bedewî di kaosê de derxist. Her wiha min bal kişand ser aliyên erênî yên bajarê ku em lê dijîn. Ev bajarê ku parçeyek ji me ye û em jî beşek jê ne. Her wêne çîrokek xwe heye. Ev wêneyê ku pencereyek girtî û xaniyek kevn vedihewîne, ez bi riya wê ne tenê ronahiyê didim mîrat, dîrok û mîmariya me, em di wê de hejmara 75'an jî dibînin ku ew hejmar jî wateyek xwe di dîroka me ya Lubananê de heye. Salvegera destpêkirina şerê navxweyî yê li Lubnanê ye û ji ber vê yekê ev wêne ji bo min sembola derketina şer e dema ku Lubnaniyan mal û pencereyên xwe ji hev re girtin.”

 Fadiya Ehmed di wêneyên ku pêşkêş kirin de esalet, şaristanî û geşedana, di navbera nifşê kevin û nû de anîn gel hev û erêkirina beşdaran wergirt.

"Huner pêlên neyînî radike"

Hunermenda plastîkê Zîna Nader behsa beşdarbûna xwe ya pêşangeha kolektîf dike û dibêje: "Ez bi vê beşdariyê kêfxweş bûm ji ber ku ez ji pêşangehan hez dikim, bi riya wan em dikarin berhemên xwe li gorî berhemên hunermendên din bêtir binirxînin. Ez beşdarî çar tabloyan dibim û hunera EL-Tcrîdî ya razber xêz dikim û dildarê rengan im ev yek di tabloyên min de diyar dibe.”

Zîna Nader li ser rengên ku di tabloyên xwe de bi kar anîne axivî û got: "Min di tabloyek xwe de li pişt rengê reş bi kar anî lê min reş bi rengên pir xurt şikand û ev tablo hestên xurt werdigerîne. Ji ber ku hunera razber ew hestên hundirîn e ku hunermend bi awayekî razber û nepenî derdixe holê û her kesê ku tabloyê dibîne dema li tabloyê dinêre dikare tiştekî bibîne yan jî hîs bike.”

“Bi rengîniya li ser rengên reş min xwest nîşan bidim ku bextewarî ji xemgîniyê bêtir e”

Der barê rengê reş de jî dibêje: "Rengê reş ji hemû rengan têkel e û bingeha wêneyê ye. Li ser rengê reş, min rengên xurt danîn, mîna ku piştî xemgîniyê, hestên xweşbînî, şahî, hêvî û hemû nirxên bedew xuya bûn. Min rengên xurt hilbijart da ku bextewarî ji xemgîniyê zêdetir be. Huner pêlên neyînî radike. Her wiha min di tabloyeke din de jî rengên axê ku mirovên bi hev re dipeyivin nîşan dide, bi kar aniye û jê re gotiye; "Gotegot", ango ew gelek axaftinên zirardar ên di navbera mirovan de bûn. Min dixwest vê xalê bi taybetî ronî bikim.”

Der barê çawaniya vegotina hestên xwe de jî wiha dibêje: "Dema ku ez xêz dikim, hestên xwe bi tabloyên xwe vedibêjim û wisa difikirim ku tu tabloyek hunermend bi hestên xwe xêz neke tune ye ku bikaribe destê xwe bide yên din an jî temaşevan. Der barê daxwaza pêşangehê de ew tîne ziman ku daxwazek mezin heye, ji ber ku mirov dixwazin karên xweş bibînin û ev nîşana serkeftinê ye. Ez di wê baweriyê de me ku huner tekane navgîn e ku dibe alîkar  hewaya mirovên di bin siya drama ku em sê sal in li Lubnanê dijîn de biguherîne.”

 Zîna Nader xwe amade dike ku di havîn û payîza li pêş de sê pêşangehan di navbera Spanya û Îtalyayê de li dar bixe û wiha lê zêde kir: "Ez jî xwe ji bo pirtûka xwe ya duyemîn amade dikim ku min pirtûka xwe ya yekem bi navê "Mots Sur Couleurs" di sala 2016'an de çap kir û tê de tablo û nivîsên min jî hebûn. Her wiha ez ê vê rêwîtiya xwe bidomînim bi riya temînata pirtûka xwe ya duyemîn, wêne û nivîsên xwe yên sala 2016'an ku beşa duyemîn e û bi Îngilîzî û Fransî ne çap bikim.”

"Hîskirina demên berê"

Hunermenda plastîk, Fadwa Zbêb, bi çend wêneyan beşdarî pêşangehê bûye û li ser beşdarbûna xwe wiha dibêje: "Tabloyên ku ez di pêşangehê de nîşan didim, vedigerin demên xweş, digel ku tê zanîn min ev cure huner xêz nedikir jî min ev tablo di heyama karantînayê de ku korona belav bû xêz kir. Dema mirov demeke dirêj rûdinê, vedigere ser xwe û eslê xwe û di wê serdemê de ya ku herî zêde ez hejandim teqîna bendera Beyrûdê bû, ji ber ku min nostaljîya her tiştê kevn hîs kir.”

Di berdewamiya axaftina xwe de wiha behs dike: "Min dest bi xêzkirina her tiştê kevn kir, wek derî û pencereyên kevin û min perçeyên xuyangên ku me berê didît jî xêz kirin, wek mirovên li qehwexaneyê rûdiniştin û folklora Lubnanî li xwe dikirin. Ez bawer dikim ku wek hunermendek mafê Beyrûdê li ser min heye ku ronahiyê bidim ser her tiştê xweş tê de. Min biryar da ku wêneyê bedew ê Beyrûdê nîşanî mirovan bidim piştî wêraniya ku piştî teqîna çarê Tebaxa sala 2020'an hat serê bajêr. Min nexwest wêraniyê bibînim, ji ber ku ez Lubnanê di pêşerojê de li cihekî çêtir dibînim.”

Fadwa Zbêb wiha anî ziman: "Dema ku min wêne dikişand ez pir kêfxweş dibûm, ji ber ku min tiştên ku dijiya, wekî paşveçûnê dihesiband. Ez rastiya ku em tê de dijîn red dikim. Ez naxwazim ev wêranî di bîra min de be, ji ber ku ji derveyî hêza me ye.”

 Der barê jinên ku di warê hunerî de dixebitin de jî dibêje: "Jin beşeke mezin ji tevgera çandî ne. Jin xwedî roleke çalak in û hebûna wan di cîhana hunerê de xurt e. Di siyasetê de em paşguhkirî ne lê em wek jin xwedî enerjiyên girîng in. Jinên serkeftî bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin û hin kes hewl didin wan asteng bikin.

"Di navbera roman û Salvador Dali de"

Zaha Abdel Sater bi hevkarên xwe re beşdarî pêşangeha komî ya ku li Beyrûdê hat lidarxistin bû. Li kêleka hunerê, Zaha li Zanîngeha Emerîkî ya Lubnanî (LAU) dersa wêjeya Îngilîzî dide.

Ji ajansa me re wiha dibêje: "Min hunera têkel a hunerî ku li Lubnanê hunereke ne hevpar e, pejirand û ez pastel, akrilîk û pênûsên rûnî tê de bi kar tînim. Her wiha ji ber ku ez di warê ziman de pispor im û ji ber ku ez di karê xwe de ziman bi kar tînim jî hez dikim ziman bixim nava tabloyên xwe. Her wiha hewl didim bi gotinên ku di tabloyên xwe de dinivîsînim çîrokên nepenî bidim nasîn.”

“Tablo vegotinên dilpak in”

Der barê bikaranîna zimanê Erebî di tabloyên xwe de jî dibêje: "Min wêjeya Îngilîzî xwend lê min xwendina xwe ya bilind di wêjeya berawirdî de jî berdewam kir ango em li ser du zimanan disekinin û min giranî da ser zimanê Erebî û tabloyan. Min teoriyên psîkoanalîtîk bi danberheva romanê û xêzên Salvador Dali, ango wêne û romanê pêk anîn. Ez rengan bi kar tînim ji ber ku ez ji guhertinê hez dikim û dem bi dem ez bêzar dibim lewre ez gelek rengan bi kar tînim.”

Der barê girîngiya lidarxistina pêşangehê di vê demê de, wiha dibêje: "Bi baweriya min dem rast e ji ber ku ev tablo vegotinên dilpak in û yên ku hez dikin van berheman bibînin an jî li wan binêrin hene.”

“Huner bi tabloyên xwe jinên Lubnanê yên azad nîşan dide”

Têkildarî girîngiya ku jin hestên xwe bi hunerê derbixin jî anî ziman: "Jin li Lubnanê bi xebatên hunerî hestên xwe bi awayekî azad îfade dikin. Mijarên ku me di vegotina hunerî de nedîtine jî hene lê her ku em wêrektir dibin em wan pirtir dibînin. Huner jî di tabloyên xwe de jinên Lubnanî yên azad nîşan dide.”

Der barê rola Wezareta Rewşenbîrî di piştgirîkirina pêşangehên hunerî de, got: "Nebûna Wezareta Rewşenbîrî ji hunerê heye û komên hunerî li Lubnanê hene lê tu piştgirî ji saziyên dewletê nagirin. Ev mesele me wek hunermendan aciz dike. Em ne ji yek civatê ne, lewma divê em bibêjin em nûnertiya dewlet û neteweyekê dikin. Çima ev hevkarî di navbera dewlet û hunermendan de tune ye? Belkî ji ber xwezaya welat e.”