Hûnermendên Jin ên Kurd: Emê li hemberî zextan serî netewînin

Hûnermendên jin ên Kurd li hemberî êrişên ku li dijî stran û şanoyên Kurdî yên di demên dawiyê de zêde dibin daxûyaniyekê çapemeniyê dan.

Amed – Derbarê betalkirina konseran û qedekirina stran û şanoyên Kurdî de hûnermendên jin ên Kurd duho li ber avahiya Şanoya Bajêr a Amedê daxuyaniya çapemeniyê dan.

Hûnermendên Komaleya Çand û Hûnerê ya Dîcleyê, endamên Komaleya Wêje, Çand û Hûnerê ya Jinan (KASED), lîstokvanên Şanoya Bajêr a Amedê, hûnermendên Mûzîka Ma, endamên Komaleya Akademiya Sînema ya Rojhilata Navîn, êndam û rêveberên Komaleya Piştgirî û Alîkariyê ya Bi Malbatên Girtiyan Re (TUAY-DER)  beşdarî daxûyaniyê bûn û daxûyanî ji aliyê hûnermenda Komaleya Çand û Hûnera Dîcle Şîlan Dora ve hat xwendin.

 “Nexweşbînîtiya li hemberî çand û zimanê Kurdî gihîşt lûtkeyê

Di daxûyaniyê de bal li ser qedexeyên ku demên dawiyê zêde dibin hat kişandin û wiha hat gotin: “Di mehên dawiyê de nexweşbînîtiya li hemberî çand û zimanê Kurdî gihîşt lûtkeyê û rojekê ku em rastî qedexeyan nayên nîne. Bi dehan çalakiyên hûnerî, şano û konser ên Kurdî hat qedexekirin. Bi dehan hûnermend hatin binçavkirin û girtin. Ji cil û bergên hûnermendan heyanî repertûarê her tişt tên qedexekirin. Bi taybetî jî li hemberî hûnermendên jin ên Kurd ev yek pêş dikevin. Dewleta ku dixwaze dewletekî terorê bide avakirin, di roja me de ji tûndiya fîzîkî bigre heyanî binçavkirinan, ji girtinan bigre heyanî gef xwarinên li dijî hûnermendên jin vê yekê pêk tîne.”

Banga birêxistinbûnê

Di daxûyaniyê de bal lê hat kişandin  ku li gelek hereman konserên Kurdî tên qedexekirin û li şûna wan konserên Tirkî tên lidarxistin û wiha hat gotin: “Di vê pêvajoyê de bi zimanê me bi xwe pêşxistina çand û hûnerê erka me ya sereke ye. Tu êriş û qedexe nikare pêşiya vê bigre. Bi taybetî bi qasî ku em weke jin hişê civakê ne, emê bi ti awayê serî netewînin. Em bang li hemu hûnermend û rewşenbîran dikin ku li dijî van polîtîkayên pêkutiyê birêxistin bibin.”

Daxuyanî bi çepikan bidawî bû.