Hunermendên jin ên Cezayîrî mîrata rabirdûyê di berhemên xwe de zindî dihêlin
Berhemên hunermendên Cezayîrî Sîham Kabas û Sêrîn Acîmî der barê têkiliya di navbera hunerên dîtbarî, mîrateya Cezayîrê û Amazîx de gotin: "Di tabloyan de cil û bergên kevneşopî, deq û motîfên wan tên destnîşankirin."

RABÎA XERÎS
Cezayîr – Hunera dîtbarî yek ji girîngtirîn rêbazên parastina nasnameya çandî û dîrokî ye, ji ber ku ew bi reng, xêz û teknîkên curbecur ruhê civakê û sembolên wê yên kûr nîşan dide. Hunermendên jin hewl didin mîrateya çandî bi şêwazek ku rastbûn û teknolojiyê bi hev re dike yek belge bikin û wê bigihîjînin nifşên pêşerojê. Rola hunerê di xurtkirin û parastina nasnameyê de li hemberî globalîzasyon û guhertina civakî ya bilez diyar dikin.
Di hunerê de sembolên nasnameya Amazîx
Sîham Kabas li atolyeyeke hunerên dîtbarî ya pispor di mîrateya Amazîx a Cezayîrê de li Batna ku yek ji bajarên herî mezin ên Cezayîrê ye, bêdeng rûniştiye. Batna bi qesrên xwe yên kevnar, weke qesrên Madokal, navdar e. Tiliyên Sîham Kabas firçe û rengên wê yên zêrîn dihejînin, li ser rûyê tabloyên xwe jinên Amazîx bi cilên xwe yên kevneşopî ku weke sembola eşîr û nasnameya wan tê hesibandin, xêz dike.
Sîham Kabas di nava hunermendên ku bi hunera dîtbarî ya çanda Amazîx nîşan dide re eleqedar dibin de ye. Ji ber evîna xwe ya ji bo mîrateyek bi giyanê pîr û kalên wê, biryar da ku vê mîrateyê di tabloyên xwe de bi pêş bixe da ku nasnameya neteweyî di teknolojiya bilez û dîjîtalîzekirinê de biparêze.
Rola hunerê di xurtkirina nasnameyê de
Sîham kabas diyar kir ku di tevahiya kariyera xwe de, mîrateya çandî li ser rûyê tabloyên xwe temsîl kiriye û got: "Jinên Amazîx di tevahiya dîrokê de bi cilên xwe, zêrên berê û amûrên ku di jiyana xwe ya rojane de bi kar tînin, weke seramîk, îfade dike. Weke hunermend em hewl didin mîrateya çandî bi riya berhemên xwe yên hunerî vejînin, nirxek bidinê ku kevneşopî û hemdemiyê bi hev re bike yek. Em armanc dikin ku wê li her derê belav bikin. Divê hunermendên jin mîrateya Cezayîrê di pêşangehên navneteweyî de bi pêş bixin û wê hînî zarokên pêşerojê bikin da ku ji pişaftinê biparêzin."
Di navbera reng û xêzan de mîrateya çandî
Sêrîn Acîmî yek ji jinên Cezayîrê ye ku çand û mîrateya kevneşopî ya Cezayîrê diparêze. Tabloyên wê hunera mînyaturî ya Îslamî bi xeyala Cezayîrî re ku weke "El-Alfa", "Tbourida" û "Sahab El-Baroud" jî tê zanîn, tevlihev dikin. Ew dişibin merasîmên leşkerî yên ku li herêmên curbecur di atmosferek kêfxweş de bi sirûdên cejnê tên lidarxistin.
'Huner riya parastina çandê ye'
Sêrîn Acîmî ku ji Dibistana Hunerên Bedew a bajarê Setîf derçûye wiha axivî: “Mîrateya çandî tevna ku niha bi demên borî ve girêdide û bingeha nasnameya me ya hunerî û estetîkî pêk tîne. Ew tevliheviyek ji sembol, kevneşopî û çîrokan e ku ruhê civaka Cezayîrê nîşan didin, bi reng û xêzan re tên tevlihevkirin da ku bibin berhemên ruh temsîl dikin û hestan diyar dikin. Jinên Cezayîrî di parastina mîrateya çandî de roleke dualî dilîzin. Bi taybetî di vê serdema lezbûna globalîzasyonê û zêdebûna bandorên çandî yên cîhanî de. Ji bo min huner ne tenê amûrek derbirînê ye, rêbazeke ji bo parastin û vejandina nasnameya çandî ye."
Huner di serdema modernîteyê de pira parastina çandê ye
Der barê parastina mîratê de Sêrîn Acîmî wiha dibêje: "Ez çend rêbazan bi kar tînim da ku sembolên kevneşopî bi awayên nûjen vejînim. Her wiha bi riya tabloyên hunerî yên ku dîmen, adet û kevneşopiyan nemir dikin, wan vediguherînin çîrokên dîtbarî ku nifşên pêşerojê dikarin jê sûdê bigirin. Xwe dispêrim teknîkên belgekirina dîtbarî. Gelek rêbaz dikarin werin pejirandin ku resenî û teknolojiyê bi hev re dikin yek, weke tevlîkirina motîfên kevneşopî di sêwirana hemdem de, ev jî dibe alîkar ku nasnameya çandî were parastin. Pêşniyar dikim ku ji bo perwerdekirina nifşên nû di teknîkên kevneşopî de atolye werin organîzekirin ku ev yek dê bibe alîkar, huner bidome û em pê beşdarî pêşangehên hunerî yên takekesî û komî bibin."