Hunerê qanûn û hişmendiya civaka Misrê guherand

Huner di nava civaka Misrê de roleke wisa lîstiye ku karibûye pirsgirêkên jinan bigre dest û ji vana hinek fîlm bûn sedem ku qanûn werin guhertin

.
NÊRMÎN TARIQ
Qahîre- Huner hêzeke nerm e ku dikare exlaqê civakê hilweşîne û bilind bike. Armanca dramayan a sereke serketfin e û mijarên girîng ên civakê pêşkêş dike. Bi rêya van pêşkêşkirinan wê karibin qanûnên ku jin û zarokan digrin nava xwe biguherîne. Sînema û dramaya Misrê ji dîrokê heta niha her bûye amûreke balkişandina qanûnên cudakariya li dijî jin û pirsgirêkên civakî yên wek karkirina zarokan. Her wiha hunerê karibû van qanûnan biguherîne û alîkariya civakê bike da ku ramanên nû yên civakê bipejirînin. Gelek fîlm hene ku piştî pêşkêşkirinê nêrînên civaka Misrê guhertine. Hinek ji wan fîlmên ku bandorê li civakê kirine em ê bi we re parve bikin.
Di sala 1975’an de Fetên Hememe di fîlma bi navê “Çareseriyekê dixwazim” de rola jineke ku naxwaze bi hevserê xwe re bijî lîst. Piştî ku ew ji hêla hevjînê xwe ve rastî îxanet û lêdanê hat, ji ber ku hevjînê wê du şahidên ne rast amade kiribû, ji bo xwe ji hevjînê xwe xilas bike doza wê çar salan li dadgehê dirêj kir. Ev yek ji hemû jinên ku rastî tundî û neheqiyê tên re bû hêviyek êdî jinan ew maf di xwe de dîtin ku bi rêya dadgehan dikarin ji hevjînên xwe yên ku zilm û tundiyê li wan dikin xilas bibin.
Fîlma “Çima na” bû hêviya zarokên sêwî 
Fîlma bi navê “Çima na” ku di wê fîlmê de Mûna Şelbî dilîst û mijara wê êşa zarokên sêwî nîşan dida bi pêşkêşkirina vê fîlmê re Serok Ebid El-Feteh El-Sêsî biryar da ku malekê ji bo zarokên sêwî amade bike.
Ev fîlm çîroka jiyana bizîşkekê ku jiyana zarokek biçûk ku hê şîr dimije ew bijîşk wê zaroka bêxwedî xwedî dike, radixe berçavan. Ev jî bandorek mezin li ser civaka Misrê dike. Di fîlm de bizîjk rastî gelek pirsgirêkên ku kesên derdora wê li dijî fikrên xwedîkirina zarokek sêwî derdikevin tê. Lê piştî pêşkêşkirina fîlm daxwazên civakê yên xwedîkirina zarokên sêwî zêde bû êdî her malbata ku zarokên wan hene jî xwestin zarokek sêsî xwedî bikin.
Piştî hinek têgeh hatin sererastkirin, çêkirina fîlman li Misrê gelekî deng veda. Jixwe civaka Misrê mijara xwedîkirina zarokên sêwî ne dipejirand ji ber ku digotin guneh e û bi mîras ve girê didin. 
Lîstikvan Mûna Şilbî di nîşandana êşa her jinek ciwan ku heta niha nezewiciye û bi tenêtiyê hîs dike  de bi ser ket.
 Fîlma Lîstika Niyotin mijara tecawizkirina ji aliyê hevjînan ve girt dest
Fîlma Lîstoka Niyotin ku di meha Remezanê de hatibû pêşkêşkirin, doza tecawiza ji hêla hevjînê wê ve girt dest. Ev yek jî piştî ku Mûna Zekî ji aliyê hevjînê xwe ve hat tecawizkirin çêbû. Medyaya civakî veguherî qadeke redkirinê ji sûcê bi vî awayî re. Daxwaz li ser hebûna qanûnên tecawiza jinan ji aliyê hevjînên xwe ve hat kirin. Her wiha di heman fîlmê de li ser mijara hevberdana devokî hat rawestandin ku tê de mafên jinan winda dibin, ji ber vê daxwaz li ser rakirina hevberdana devkî jî tên kirin û pêwîstî bi qanûnekê heye ku heya her du alî razî bin hevberdan çênebe.
Bila haya te ji Zêzî hebe 
Lîstikvan Emîne Xelîl di fîlma “Bila haya te ji Zêzî hebe” de karibû di dibistanan de bala dayik û mamostayan ji nexweşiya tevgera zêde bikşîne ku divê zarok di zûtirîn demê de werin dermankrin. Ev fîlm bû sedem ku êdî civak daxwaza pisporên derûniyê di dibistan û danîgehan de bike.