"Hunera plastîk tekane riya îfadeya azad bêsînor û astengî ye"

Hunermenda plastîkî Cahîda Hewadîf bi riya tabloyên hunerî û nexşan li ser perçeyên seramîkan gelek peyamên weke edalet, wekhevî, hezkirin û hêvî nîşan dide û hunera Cezayîrê diparêze.

NECWA RAHÎM
Cezayîr- Hunermenda plastîkî ya Cezayîrî Cehîda Hewadî hêza xwe ya çêkirina tabloyên hunerî û nexşandina perçeyên seramîk û îlhamê ji aştî, efûkirin, dilnizmî û hezkirina ji axa welatê xwe girtiye. Der barê xebatên xwe yên hunera plastîk de ji ajansa me re axivî.
Cehîda Hewadî behsa derbasbûna xwe ya ji wênexêziyê ber bi neqişkirina sêramîkan kir û wiha got: "Di salên 1980’yî de min li Cezayîrê beşa hunerî xwend û bi riya 4 salên kursan jî em fêrî hem awayên derbirîna hunerî û hem jî di nav de hin wênexêzkirin û peykersaziya ku bi materyalên hişk tên çêkirin bûn. Piştre min nexişkirina sêramîkan hilbijart û min dest bi xebata seramîkan kir. Xebata li ser erdê ji bo min kêfxweşiyek mezin e û min xwestekek mezin hîs kir ku ez bi heriyê tiştan çêbikim, min pir dixwest sêremîkan ji cureya ku em her tim dibînin cudatir bikim. Ez li ser xebitîm û şopa tiliya xwe û pêwendiya xwe ya kesane min lê zêde kir, ji ber ku dezgehên min hene ez li ser pêşxistina vî xebatî bêtir dixebitim."
"Bi riya tabloyan ez peyaman didim"
Cehîda Hewadîf bi bîr xist ku tişta dixwaze bi riya tabloyan nîşan dide û wiha behsa tabloyên ku bi destên xwe çêkiriye kir û got: "Peyamên ku dixwazim bidim ez hewl didim bi riya tabloyên xwe nîşan bidim. Huner di bingeha xwe de prensîbên mirovahiyê ye, tenê huner dikare vê hewldanê bi comerdî bimeşîne ji ber ku ew yekane awayê derbirînê ye ku bi azadî û bê sînor û astengî di riya lêgerîn û kûrahiya ruh, hêvî û êşa mirovan de ye. Di rastiyê de kar û tabloyên min derbirînên hunerî ne ku bi hawirdora ez tê de dijîm bi civaka ku ez tê de me û bi rewşa erdnîgarî û gerdûnî ve girêdayî ne. Ez bi xebatên xwe hewl didim gelek peyaman bidim û balê bikşînim ser gelek pîvanên civakê. Ez ji bo balkişandina ser hin mijarên girîng dixebitim. Peyama min ji bo belavkirina aştî, efûkirin, diyalog û parvekirina tecrubeyan e."
"Di hunera xwe de ez nûnertiya jinan dikim"
Cahîda Hewadîf di gelek tabloyên xwe de balê dikşîne ser rewşa jinan û wiha dibêje: "Pir xwezayî ye ku ez di karê xwe de nûnertiya jinan bikim, ji ber ku ez jin im û tenê dikarim hestên jinan hîs bikim û ez dibînim ku karê min destek û piştgirî ku dê hest, gotin, hewcedarî, hêvî û xeyalên wê hilgire û tişta ku karên hunerî balkêş dike ew şopa tilyên her hunermendek ji yên din cudatir e. Karakterê min bi salan di gelek tabloyan de cih girtiye, berhemên min neynik in û ez xwe di wan de dibînim."
"Ez amadekariya projeyek nû dikim"
Piştî pêşangeha "Neqawîsat” û ‘Qesbcîat’ hunermenda plastîk Cehîda Hewadîf xwe ji bo projeyek nû amade dike û da zanîn ku di destpêka krîza tendirustî û belavbûna vîrusa koronayê de dest bi projeya xwe kiriye û wiha got: “Projeya min balê dikşîne ser durûvên hunerî, ji ber ku di dîtina min de ew baştirîn riya ji bo ku huner di jiyanê de zêdetir bibe û rêya ji bo hembêzkirina hunerê ye. Ez ê di demek nêzîk de berhemên ku min ji wêneyên xwe çêkirine ji xemilandina xanî û çenteyan pêk tên pêşkêş bikim. Armanca min a vî xebatê ew e ku hewcedariya serbilindî bi mîrate û nasnameya Cezayîrê ku em dikarin bi riya xebatên xwe çanda Cezayîrê ji herêmê ragihînin cîhanê."