“Hunera mînyaturan mîrateya kevnar nemir dike”

Karkirina bi mînyaturan re hem bi ruhê cih, hem jî bi hûrguliyên wê ve girêdayî ye, digel baldariya li ser veguhestina wêneyek ji mîrateya Misrê re û jixwe daxwazek mezin ji beşdariyên navneteweyî heye.

ESMAA FATHÎ

Qahîre- Mala dapîrê ya tijî kolektîfên rengîn, firaxên kelûpelên ku di tepsiyên metal de hatine veqetandin, tenûr û tiştên girêdayî wê û sobeya kevin, hemû di ramanên me de bi cih bûne û niha bi hêz di pêşangehên mînyaturan de cih digrin.

Bişirîna li ser rûyan faktora hevpar e di navbera her kesê ku "mînyaturan" dikire yan temaşe dike ku me digihîjîne rêwîtiyek xweş di nav demê de. Şeklê xaniyên me yên kevn û beşek ji tiştên ku kal û bavên me hiştine nemir dike. Ev kêfxweşî ji aliyê hunermendeke plastîk ku li ser çêkirina modelên biçûk ên mîrasê dixebite ve tê pêşkêşkirin. Ew jî Abeer Saad El-Din e. Me bi wê re li ser tevahiya karên wê û serpêhatiya wê wek jina yekem ku ketiye vî warî diyalogek pêk anî.

Rewşek bi lez û hezkirinê bi nimûneyên ku hûn bi navgîniya çapemenî û ragihandinê yên cihêreng pêşkêş dikin re bi nakok e. Hûn dikarin ji me re behsa destpêka ramana wê bikin û çima we ew hilbijart?

Min bawernameya bakaloroysê di beşa hunerî de girt û dîplomaya lîsansê li Enstîtuya Bilind a Rexnegiriya Hunerê li Akademiya Huneran girt. Carekê kurê min ji min xwest ku ez sêwiranek ku wî di nav vîdyo klîp de dîtibû bi wî re çêbikim. Ji vir min dest bi rêwîtiya xwe ya lêkolînê û çawaniya çêkirina mînyaturan kir ku min wê demê vedît ew bi rastî nepeydakirî ye. Min ji vê ramanê hez kir û ez tê de kûr bûm, min dest bi ceribandina xwe ya hilberîna mînyatur kir.

Piştî wê, min biryar da ku mînyaturên Misrê ji bo ku hemû cîhan bibîne çêbikim, ez ber bi wê mîrasê ve çûm min xwest hin aliyên rêûresmên Misrê yên ku li ber windabûnê ne belge bikim. Min berê xwe da Nubia da ku malên wê sêwiran bikim û hem jî li Misira Jor, ji ber ku her herêm xwedî karakterek taybet bû, min dixwest bi mînyaturan îfade bikim.

Min girîngî da ser vezîvirandina her tiştê ku hatibû paşguhkirin. Min xwest her tiştê ku davêjin hawirdorê bisekinim, mijar bi pêş ket û ez ji ramana mîrateya Misrê dûr ketim. Ji bo sêwiranê bikim û endaman li ser bicihanîna aliyên ji mîrasa welatên Ereb, bi perwerdekarên ji çend welatan re perwerde bikim.

Karkirina bi mînyaturan re bi ruhê cih û hem jî bi hûrguliyên wê ve girêdayî ye, digel baldariya li ser veguheztina wêneyek ji mîrateya Misrê re û jixwe beşdariyên navneteweyî daxwaziyek mezin li ser heye û êdî min dest bi wergirtina vexwendinan ji hunermendên li welatên cihê li çar aliyên cîhanê kir ji bo beşdarbûn û nîşandana mînyaturên xwe ku di heman demê de bû sedema danasîna geştiyarî ya mezin ji bo Misrê.

Astengiyên ku tu di karê xwe de rastê wan hatî çi ne?

Mînyatur celebek ji huneran e ku di cîbicîkirinê de heta radeyekê xwe dispêre masûlkeyan û pêdivî bi amadebûna di atolyeyê de û bikaranîna "çend amûran" heye ku hin ji wan hinekî tirsnak in û piraniya wan ji hewldana derûnî zêdetir masûlkeyê dixwazin.

Mînyatur bi serê xwe serkeftinek e, ji ber ku ez yekem jina mînyatur im li Misir û cîhana Ereb, ji ber dijwariya wê û keda ku tê de hatiye xerckirin bala gelek jinan nakişîne. Bi kelecaneke mezin ketim vî warî û ji mêran re bûm hevrikî û heta ji wan serkeftîtir bûm.

Hûm pêşketinên dawî yên di warê keda destan û rola jinan de çawa dibînin?

Nêrîna gel ji berheman re guheriye û haydariyeke mezin ji nirxa van hunerên destan û her tiştê ku bi dest tê çêkirin re heye. Li gorî mînyaturên ku ez çêdikim, dibînim ku daxwazek mezin ji bo bidestxistina wan heye tevî ku ew berhemên şahî ne. Sêwiranerên hundurîn dest bi pejirandina danasîna hunerên destan di sêwiranên xwe de dikin û di wê de ji yekê zêdetir ezmûn û hevkariyek hevbeş bi riya mînyaturan hene.

Her wiha gelek kes hene ku dixwazin zarokên xwe di van xebatan de perwerde bikin ku ev yek asta hişmendiyê û her wiha xwestek jêhatîbûnê bi van hilberînerên ku piştgirî ji dewletê digirin û xwediyên gelek perspektîf û pêşerojê ne piştrast dike. Bêguman ne pêkan e ku mirov rola jinan di vî warî de di astên wê yên cihêreng de paşguh bike. Çi wek dayikek ku li perwerdeya zarokên xwe digere, çi jî wekî sêwiraner û xwediya projeyek ku ew li ser dixebitî bi destan ve girêdayî ye, hin parêzgeh hene ku jinên wan di projeyên cuda yên destan de dixebitin.

Di pêşangehên pêşerojê yên hunera mînyaturê de hevkariyek hevbeş heye? Komxebat û perwerdeyên ku hûn di vî warî de pêşkêş dikin çi ne?

Belê, hunermendeke Mexribî ya bi navê Dr.Latîfe Abdikarnis heye ku li ser xêzkirina bi keviran kar dike û bi min re kursa çêkirina mînyaturan girt û min dest bi berhevkirina hunera xêzkirina bi kevir û tevlêkirina wê bi mînyaturan kir. Pêşangeha wê ya herî dawî li Mexribê, heyranî û pesindayîneke mezin bi dest xist û em pêşbînî dikin, di heyama li pêş de pêşangeheke hevbeş a Misir-Mexribê ya hunera mînyaturê ku li wir were pêşandan, pêk bînin.

Di yek ji pêşbirkan de min da zanîn ku yê pileya yekem bi dest bixe, bi şertê ku temenê wî 12 salî be, ez ê atolyeya perwerdeyê ya belaş bidim lê ez ji zarokê 7 salî matmayî mam û li vir ez dudil bûm ku wî perwerde bikim. Ew niha li cîhana Ereb yekem zarokê mînyatur e û bi min re beşdarî gelek pêşangehan bûye di pêşangeheke minyaturan de pileya pêncem girt ku tu zarokek din ji bilî wê tê de tune ye.

Di warê belgekirina mîras, parastin û danasîna geştiyarî de sazî heta çi radeyê piştgiriya we dikin?

Ez ji saziyan gelek derfetan digrim bi riya projeyên Misirê û Dezgeha Pêşxistina Karsaziyên biçûk. Ez beşdarî çend pêşangehan bûm ku ya herî girîng "Mîrasa Me" ye ku beşdarî pêşkêşkirina xebata min li ser asta cîhanê bûye, di veguherîna min a profesyonelî û xebata li ser asta navneteweyî de cudahiyek mezin nîşan da.

Di dîroka hunera mînyaturê de yekem car atolyeyeke aktîf bi gel re li hundirê Muzexaneya Neteweyî ya Şaristaniya Misrê hat lidarxistin ku tê de beşdarên ji neteweyên cihê beşdar bûn û maleke Nûbiyan hat bicihkirin. Wê atolyeyê serkeftin û aktîfbûnek mezin da bidestxistin. Her wiha ez beşdarî gelek pêşangehan di hundirê muzexaneya Îslamî de di çendîn çalakiyên curbecur de bûm û dezgehên hukmî berî niha cihek ji bo beşdarbûn û nûnertiyê ji min re dabîn kiribûn ku hinekî rewşa ezmûna min guhertiye.

Kar û xebatên Komeleya Sumeran a li Misirê ku bi nûnertiya Komeleyê re dike çi ne?

Komeleya Sumer ji bo Çand û Hunerê bi serokatiya hunermend Elî Ebdul Hadî û zêdetirî 800 hunermendên ji çar aliyên cîhanê tê de cih digrin, pêşangehên salane pêşkêş dike. Di nav wan de "Ew Afirînerê in" ku taybet e bi jinan û bi gelemperî di meha Adarê de ligel pîrozbahiya roja jinên cîhanê tên destpêkirin.

Navenda Komeleyê li Navenda Al-Riwaq ji bo Hunerên Bedew li Nasiriye, parêzgeha Zîqar, li Iraqê ye û komele her wiha atolyeyên teknîkî pêşkêşî dike û kar ji bo pêşkêşkirinê li navenda wê tê şandin û em çend çalakî û atolyeyan li dar dixin.

Çend çalakiyên komeleyê li Misirê hene, di nav wan de yekemîn Foruma Afirînerên Ereb li Operaya Misrê ku tê de hunermendên ji Mexrib, Iraq, Behreyn û Misrê beşdar bûn û berhemên xwe di pêşangehê de pêşkêş kirin ku bi başî hat pêşwazîkirin û pîrozkirin.