Huner peyameke civakî ye bêyî jinan temam nabe

Jin û sînema her du hev temam dikin. Sînema bêyî jinan wekî çolê ye. Tu dikarî fîlmekê bêyî jinan xeyal bikî? Erê hinek fîlm hene, pir kêm in, rola jinan di wan de tune ye loma jî ew nagihîjin wan fîlmên ku jin tê de rolên girîng dilîzin

XORRAN EL-RADÎ
Bexda - Drama Iraqê li gorî salên berê vejînek dijî lewre her diçe lîstikvan û rûyên nû derdikevin holê. Hilberîna sînemaya Iraqê di bin daxwaza profesyonelî û ezmûna derhêneran de bi sînor dimîne û heke ew kesayetiya xwe di mîhrîcanên girîng de jî îsbat bikin, piştevanî kêm e.
Destpêka te ya rastîn di cîhana lîstikvaniyê de kengê bû?
Ez dikarim bibêjim ku jiyana min a hunerî dema ez xwendekar bûm li Enstîtuya Hunerên Bedew û dû re jî li Koleja Hunerên Bedew li Bexdayê bi rabûna yekem a li ser dikê yan rawestana li ber kamerayê dest pê kir. Lê yekemîn tecrubeya min a sînemaya rastîn di rola min a di fîlma "Kerentîne" ya derhênerê Iraqî Udeyî Reşîd a di sala 2010 an de bû. Ew ji bo min ezmûneke girîng bû. Ji bo ku ez kesayeta jinan ferz bikim, min kedek mezin da, vê tecrubeyê hişt ku ez di rêwîtiya nasnameya xwe ya hunerî de gavên mezin biavêjim. Di mijara têgihîştina hunerî de, hunermend kar dike, ceribandin, pêşkêşkirin û afrîneriyê didomîne lê ew nikare bêje ku di hunerê de têgihîştî ye, berevajî wê ew pêşketina afirîner e.
Jin û sînema gelo kîjan li ya din zêde dike?
Jin û sînema her du hev temam dikin. Sînema bêyî jinan wekî çolê ye. Tu dikarî fîlmekê bêyî jinan xeyal bikî? Erê hinek fîlm hene, pir kêm in, rola jinan di wan de tune ye lê ew nagihîjin wan fîlmên ku jin têde rolên girîng dilîzin. Hin fîlm hene ku temaşevanan navê wan ji bîr kirine tenê lehengên wan ên jin bi bîr tînin, hewce nake em niha navê wan bi bîr bînin. Ger ku fîlm an sînema peyemek hunerî, bedewî, afrînerî, ramanî û civakî be; bêguman divê rola jinan tê de hebe lewre ev yek bi hebûna jinan dikare temam bibe.
Gelo jin li Iraqê di lîstina rolên wêrek de bi çîrok û naverokê ve girêdayî ne?
Ez nizanim mebesta te bi gotina rolên wêrek çi ye? Mebesta te rolên ku tazî yan çalakiya cinsî hewce dike ye gelo? Heta ku ev xizmetî rol û çîrokê dike, ez dibêjim rolên bi vî rengî yan ev wêrekî li civaka Iraqê qedexe ne, perwerdeya me ya exlaqî vê yekê qebûl nake.
Ger mebesta te wêrekiya di pêşkêşkirina ramanên girîng ên çandî û siyasî de be, bersiva min erê ye, lîstikvaniya Iraqê di van rolan de xwedan wêrekiyeke mezin e.
Dramaya Iraqê çawa bû û ber bi ku ve diçe?
Dramaya Iraqê di salên 1970-1980’yî de gihîşt astên mezin û di warê cîhana Ereb de bi pêş ket lê rewşên şer û aloziyên aborî û koçberkirina gelek hunermendên Iraqê, bû sedem ku li paş bimîne.
Em îro drmayeke nû ya Iraqê dibînin bi taybetî dramaya televîzyonê, em hêvî dikin ku ev çerxa hilberînê berdewam bike da ku hîn jî bi pêş bikeve.
Bi nêrîna te, rexneya tund a gel mafdar e yan êrîşkarî ye
Mafê gel heye ku çiqas xwedî rexneyên xwe dijwar be jî jixwe ev ji kûrbûna wan a li ser dramaya Iraqê çêdibe lê divê ku rexne ne teşhîr be. Rexne gelekî girîng e, mixabin li Iraqê rexneya hunerî nemaye bi taybetî di warê dramayê de.
Muhafezekariya civakê nahêle jin bikevin qada lîstikvaniyê, hûn bandora vê yekê li ser dramaya Iraqê çawa dibînin?
Civaka Iraqê, ji ber encama şer û serdestiya Îslama siyasî ya ku van salên dawiyê li ser kar, nemaze li ser derdorên çandî çêbû û tirsa malbatan a ji bo keçên wan qels dimîne. Lewre malbat naxwazin ku keçên wan bi nav û deng bibin loma tevlibûna jinan a di warê lîstikvaniyê de dereng û paşve ma. Di salên 1970-1980’yî de malbatên rewşenbîr heya astekê qebûl dikirin ku keça wan derbasî warê hunerê bibe. 
Bazirganiya jinan di dramayê de gihîşt ku derê?
Spartina ji pêşkêşkirina ramanên ku jin wekî bazirganî tên dîtin ji bo ku gelek dîmenan bi dest bixin di xebatên televîzyon û sînemayê de bûye rastiyek. Vê nêrînê hişt ku xebatên hunerî yên fikrî û çandî dereng bimînin.
Gelek dozên civakî yên girîng hene ku dixwazim di dramaya Iraqê de bînim ziman û di serî de doza jinan û êşa wan a di civakê de. Jin ji bo jiyanê asayî bijîn gelek zehmetî û êşê dikşînin. Dozên tundiya malbatî, xwekuştin, kuştina jin û zarokên ku bûne qurbaniyên civakên paşvemayî hene. 
Hûn aktîvbûna sînemaya Iraqê di mîhrîcanên li welatên Ereb û cîhanî de çawa dibînin?
Dema ku fîlmeke sînemayê ya pêşketî û serkeftî li gorî pîvanên welatên Ereb û cîhanê be helbet dê di mîhrîcanên sînemaya ereb û rojava de xwedî rolek be. Mîhrîcanên li welatên Ereb heta niha bi sînemaya Iraqê re eleqedar maye. fîlma "Bêdengiya Şivan" dibe yek ji girîngtirîn fîlmên sînemaya Iraqê ya derhênerê ıraqî Reid Mişetet ku ez tê de bi hunermend Mehmûd Ebû Ebas re lîstim. Ev fîlm beşdarî mîhrîcanên li welatên Ereb û navdewletî bû. Di nava wan de mîhrîcana Wehran a sînemayê li Cezayîrê û mîhrîcana Ebû Zebî ya sînemayê jî hebûn.