Hojîn Hêriz bi dengê xwe hunera Kurdî zindî dike

Hunermend, mamosteya zimanê Kurdî û pêşkêşvan Hojîn Hêriz a ji navçeya Dirbêsiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di temenekî biçûk de tevli xebatên hunerî bû der barê jiyana xwe, girîngiya hunerê de axivî.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Hunermend, mamosteya zimanê Kurdî û di heman demê de pêşkêşvana bernameya Awazên We ya ku li ser kenala Rojava TV tê weşandin Hojîn Hêriz der barê jiyana xwe, girîngiya hunerê û derfetên ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji wan re pêşkêş kirine de axivî.

Ji zaroktiyê ber bi şoreşê ve

Hojîn Hêriz a ji gundê Xenamiyê yê Navçeya Dirbêsiyê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di destpêka axaftina xwe de wiha behsa jiyan û destpêkirina xebatên hunerê dike: “Di sala 2008’an de di temenekî biçûk de min dest bi xebata xwe ya hunerê kir. Di nava Koma Şehîd Zîlan a hunerî de min cih girt heta destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Paşê di nava şoreşê de min kar û xebatên xwe yên hunerî di nava Tevgera Çand û Hunerê de, berdewam kir, pê re jî zimanê xwe yê dayikê hîn bûm û gihîştim asta mamostehiyê. Di van salên dawî de armanca min a sereke ew bû ku ez berhem û kedeke şexsî ava bikim ku bi xwe kar bikim ji bo derxistina berhemeke baş û bikeve xizmeta şoreşa me. Xebatên me tenê di warê hunerî de sînordar neman belê di warê rêxistinî de min cih girt. Li kêleka wê min pêşkêşvanî jî kir çi bernameyên kanalan û çi jî li şahiyan be.”

Berhemên Hojîn Hêriz ên herî berbiçav

Hojîn Hêriz berhem û klîbên ku derxistine, anî ziman û wiha rêz kir: “Bi taybetî di nava şoreşê de min gelek berhem pêşkêş kirin mîna; klîba bi sernavê “Hesekê” ku qala berxwedana li wir hat kirin ji milê şervanan ve li dijî çeteyên DAIŞ’ê, min ev stran diyarî hemû şehîdan kir. Her wiha klîba bi sernavê “Şehîd Sêalê” ew diyarî giyanê xwîşka min a şehîd bû. Min klîbek bi sernavê “Welato” jî çêkir ku ew jî behsa hezkirin û nirxên welat dike. Di heman demê de stranek evînî jî min derxist. Her wiha bi sernavê “Ez şehîd im” jî berhemek hat weşandin. Ji bo Serêkaniyê jî dê derhemek di demeke nêz de derkeve û were weşandin. Ez wekî jineke Kurd xwe deyndara şoreşê dibînim, hunermendî ew e ku tu êş, berxwedan û bûyerên di jiyana gel de diqewimin bi riya hunerê pêşkêş bikî loma piraniya berhemên min li ser jinan û şoreşê ne.”

‘Şoreşê hunera bi tirs hilweşand’

Hojîn Hêriz bal kişand ser derfeta ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo wan pêşkêş kiriye da ku hunereke azad biafirînin û wiha pê de çû: “Li gorî min, ez dibînim ku huner û bi taybetî hunera jinan di van deh salên şoreşê de gaveke mezin avêtiye. Gelek berhemên xweş, bi wate û bi nirx hatin afirandin ji bo hunera me ya Kurdî dewlemendtir bibe. Şoreşa Rojava ji bo me şanseke mezin bû her wiha ji bo jinan mirêk û çavkaniya jiyana azad bû. Berî şoreşê huner bi tengav û bi tirs bû, hunereke xweş bû lê mixabin ne azad bû. Lê kêleka vê, heta di nava malbatan de huner û stranbêjiya jinan wekî şerm dihat dîtin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ev hemû kelem dan aliyekî û ji kokê ve hilweşand. Bêguman bingeha şoreşê û rêberê wê Rêber Abdullah Ocalan bû yê ku fikra demokratîk û azadiya jinan da rûniştandin di nava civakê de. Derfet çêbû ku jinên Kurd ên hunermend her dem ji bo zindîkirina çanda dîrokî, kedê bidin. Em dibînin çawa jin bi her awayî bi hemû pêkhateyên xwe kevneşopiya xwe vedigerînin û çanda xwe ya resen didin pêş.”

‘Bernameya Awazên We danasîna hunermendan e’

Hojîn Hêriz qala bernameya Awazên We ya ku pêşkêş dike kir ku çawa bi riya wê hunermendan didin nasîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di Kanala Rojava TV de bernameyeke hunerî pêşkêş dikim, armanca me ya sereke ew e ku em hunermendên xwe bidin nasîn bi civakê û bizanibin çi berhem diafirînin. Her wiha gelek hunermendên me yên Kurd hene ku jiyana xwe ji dest dane yên şehîd jî bûne, em dixwazin balê bikşînin ser wan û hunera wan zindî bikin. Di heman demê de li ser hunermendên mîna Meryem Xan, Eyşeşan, Şakiro, Mihemed Şêxo, şehîd Mizgîn, şehîd Serhed û şehîd Sefkan dosya tên çêkirin. Ji aliyê gel ve hezkirinek ji bo vê bernameyê heye, ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, ji derve jî tevlibûn çêdibe û kêfxweşiya xwe ji me re tînin ziman. Armanca me ew e ku em bêtir hunermendên xwe nas bikin, xwe bigihîjînin wan û dengê wan di bernameyên xwe de bi temaşevanan bidin guhdarîkirin.”