Hîlala Zêrîn ji bo meraqên zarokan deriyên xwe vekiriye

Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê ji bo zindîkirina çanda dayikan ji zarokên Efrînê re deriyên xwe yên hunerî vekirine û zarokan perwerde dike, yek ji wan perwerdeyan perwerdeya pêşkêşkirina şanoyan e.

 
HESNA MIHEMED
Şehba- Bi armanca nûjenkirina çandê û hînkirina nifşên pêşerojê Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê deriyên xwe ji zarokên koçber re vekiriye û perwerdeyên cur bi cur ên hunerî û çandî fêrî wan dike. Zarok ji navçe û wargehên koçberiyê derbasî Hîlala Zêrîn dibin û di wir de perwerdeyên şano, guvend, stran û lêdana kemanê dibînin. Yek ji wan koman koma Ş. Barîn a şanoyê ya zarokan perwerdeyên xwe dibîne. Ev kom hefteyê carekê derbasî navenda Hîlala Zêrîn dibin û di wir de provayên xwe dibînin. Niha zarok li ser şanoya  bi navê Dar û Dûman dixebitin. Ji bo ku em bêhtir xebatên vê komê nas bikin endamên şanoyê ji ajansa me re axivîn.
“Em berê xwe bêhtir didin pêkanîna meraqên zarokan”
Endama komîteya perwerdeya Hîlala Zêrîn Şêrîn Reşîd ku şanoya zarokan a bi navê “Dar û Dûman” nivîsandiye wiha behsa armanca vê şanoyê dike: “Yekem car ez hewl didim çîrok û şanoyan binivîsînim. Li gel min jî meraq çêbû ku di nivîsandinê de xwe bi pêş bixim ji ber vê min çîrokên zarokan û yên bala wan dikşîne nivîsandin. Min xwest şanoyek li ser xwezayê û zirarên ku em digihîjînin wê binivîsînim bi taybetî zarok pêşkêş bikin ji ber ku ew dikarin rastiyê bigihîjînin gel. Ev bi xwe jî perwerdeyek ji zarokan re ye ku parastina xweza û ekolojiya herêma xwe bikin. Navê şanoya min “Dar û Dûman” e. Min xwest peyma xwe bi riya zarokan ragihînim û ji civakê re bidim xuyakirin ku divê em parastina xwezaya xwe bikin. Divê şanoyên zarokan jî kêfxweşî, moral û tevgerê tê de bê dîtin da ku bi hêsanî peyam bigihîje wan û ji xemgîniyê dûr bibin. Em wek Hîlala Zêrîn bêhtir berê xwe didin zarokan û meraqên wan pêk tînin ji ber ku ew pêşeroja me ne û divê em bi wan re zêdetir mijûl bibin.”
“Hêvî dikim peyama me bigihîje zarokan”
Zaroka bi navê Emîne Ebdo ku di koma şanoya Dar û Dûman de cih digire û 11 salî ye dibêje: “Ez ji gundê Babinês derbasî navenda Hîlala Zêrîn li wargeha Serdem dibim. Meraqên min li ser şanoyê gelek heye, ji ber wê min ev beş hilbijart û tê de dixwazim xwe zêdetir bi pêş bixim. Ez perwerdeyên xwe li ser pêşkêşkirina şanoyê dibînim û bi vê yekê gelek kêfxweş im. Ez dixwazim di pêşerojê de bibim şanogerek bi nav û deng ji ber ku şano rastiya civakê radigihîne û bi riya wê em dikarin gelek peyaman ragihînin. Min di çar şanoyên zarokan de cih girt, niha jî di şanoya Dar û Dûman de jî rolê xwe dilîzim. Bi hêvî me şanoyên ku em pêşkêş dikin bigihîjin xeyalên zarokan û bi wan re tiştên baş bixulqînin.”
Sozvîn Hisko 8 salî ye, ew jî di koma şanoya Ş. Barîn de rola xwe dilîze kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: “Ez gelek kêfxweş im ku cih di koma şanoyê de digrim û min tê de rolên cur bi cur lîstin. Di heman demê de di koma lêdana kemanê de jî cih digrim. Dixwazim di pêşerojê de bibim mamosteya şanoyê ji bo ku fêrî zarokan bikim. Min şanoyên bi navê Paqijî, Demên Vala, Xweza bi hevalên xwe re pêşkêş kirin û niha jî di şanoya Dar û Dûman de dilîzim.”