Hîlala Zêrîn dest bi çalakiyên sersalê kir

Tevgera Hîlala Zêrîn ya Kobanê bi nêzikbûna sersalê re dest bi çalakiyên kusugerî kirin, ji bo kêfxweşbûna zarokan û gelê herêmê. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn wiha gotin: "Em bi hêviya ku sala nû bibe saleke bi ewle û durî şer, ji bo em hemû gelê herêmê bi kêfxwaşî bi hevra jiyan bikin."

Kobanê - Her sal bi nêzikbûna salê re an go sala nûre, gel dest bi amedekariyên salê dikin, li kolanan û li pêşiya dîkanan cih û bergê baba Newêl tên darxistin û bajar tê xwemlandin. Li rex vê îroj Tevgera Hîlala Zêrîn dest bi çakakiya Kusugeriyê kirin, dê ev çalakî sê rojan bidome. Kolan bi kolan, mal bi mal û hemû saziyan bigerin, bi amurên çandê ,cil û bergên xwe, dest bi çakakiya xwe kirin, şekrokan li zarokan belav dikin. 29'ê kanûnê roja yekê ji çalakiyê ji navenda xwe destpêkirin û ber bi kolanên serkeve çû. Di vê çarçoveyê de jinên ciwan yê ku beşdarî çalakiyê bûne wiha nêrînên xwe anîn ziman.
"Em çanda kevnar nûjen dikin"
Mîrxan Ismayil Rêveberiya Hîlala Zêrîn da zanîn ku ev çand yek ji çandên kevnar yê gelê Kurd e û wiha got: "Ji bo em vê salê li hemû şêniyên xwe pîroz bikin, me dest bi çalakiya kusugeriyê kir. Sal par dîsa me eynî çalakî li darxist, kesên herî zêde di nava civakê de kêfxweş dibin zarokin, bi taybet dema ku şekrok li wan tên belavkirin. Ev çand vedigere bi sed hezaran, ji bo em vê salê bikin sala serkeftin û azadiyê, me dest bi van çalakiyan kir. Hêviya min ewe ku êdî ev şer bê seknandin û gel bi awayekî aram jiyana xwe bidomînin, durî şer û pevçûnan."
"Zarok bi kêfxweşî me pêşwaz dikin"
Felek Mihemed jî axivî û got em dixwazin zarok kêfxweş bibin: "Çalakiya me îroj destpêkir, em ê li kolan û saziyan bigerin û sersala wan pîrzo bikin. Bi vê gerandina me zarok jî kêfxweş dibin, her wiha zarok bi dilekî xweş li du me digerin û dixwazin ew jî bi mere bibin alîkar û kêfxweşiyên xwe tînin ziman. Ji ber ku zarokên me gelek êş û azar dîtin, lê ji bo em cardin dilê zarokan geş bikin û bi hevra em vê salê derbas bikin, em îro kolan bi kolan digerin. Lê Armanc jê ku em vê çandê nûjen bikin û zarokan kêfxweş bikin, em jî bi wan re kêfxweş dibin."